Hebûna jinan di warê darazê de ji bo pêkanîna edaletê gaveke pêşketî ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevlibûna jinan di xebatên darazê de hewl dide ku rê veke jin bikaribin di wan xebatan de cihê xwe bigrin, bibin xwedî gotin.

RÎM MIHEMED

Reqa-Di salên dawî de bi guherîn û pêşveçûnên li herêmê re, cara yekem e ku dewletên Ereb tedbîrên avaker girtin ji bo çareserkirina astengiyên li ber pêşketina jinan di ware dadweriyê de.

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di van salên şoreşê de li hemû qadan hewldana beşdarkirina jinan a xebatan çêbû. Bi taybetî jî di warê dadweriyê de. Dadwerên jin di dadgehan de bingehek ji bo xebatê ne, ji ber ku jin zêdetir dizanin bi rola dadwer rabin di parastina jinan ji tundiyê û pirsgirêkên cuda yên girêdayî jinan.

Parêzvana mafên mirovan Xedîce El-Bedawî ya ji bajarê Reqayê, li ser vê mijarê wiha got: Tiştekî bi navê yekdestdariya mêr nîn e, mejiyê jin û mêran heye û herdu xwedî heman pergalên rehî ne jin û mêr di civakê de jî divê di warê kar û barên civakî de wekhev bin.

Xedîce El-Bedawî da zanîn ku xwendina wê ya huqûqê alîkariya wê kir ku dîroka hiqûqa Sûriyeyê nas bike û qanûnên rewşa kesane ji qanûna malbata Osmanî derketiye. Ji bilî bendên ku ji Qanûna Rewşa Kesane ya Misrê derket, min 4 salan hiqûq xwend û ez fêrî valahiyên zagonî yên di qanûnên Sûriyeyê de bûm."

“Qada hiqûqî hinek kesan ditirsîne”

Xedîca El-bedewî li ser pirsgirêkên ku rastî wan hatiye axivî û got: “Dema jin rola xwe bilîzin  û şiyanên xwe îsbat bikin, hin kesên ku dixwazin têk biçe çêdibin divê ew ji civakê re îsbat bikin ku li ser riya rast in û dikarin her karê ku dikeve ser milên wan pêk bînin.”

Xedîce El-Bedawî amaje bi wê yekê kir ku malbatê xwendina wê ya hiqûqê red dikir û got: “Digotin divê tu tenê du salan li enstîtuyê bixwînî yan jî beşên rehet ên wekî edebiyat û hunerê. Ji ber ku tirsa wan ji karê parêzerî û dadweriyê hebû. Ji ber ku vî karî pirsgirêkên wekî kuştin, dizî, sextekarî û hwd. di nava xwe de dihewand.

“Rê li pêşiya jinan vebû”

Xedîce El-Bedawî diyar kir ku piştî herêm di astengiyan re derbas bû, jin dizanibûn ku çi li ser milên wan e û divê çi bikin, civak jî bi saya keda jinan hişyar bû.

El-Bedewî her wiha got: "Salên ku DAIŞ'ê herêmên me dagir kiribû, salên reş bûn, ji ber ku hewl dida kesayetiya jinan bi tevahî ji holê rake lê îro ez gihîştime cihekî girîng ku li gelek welatan jin nikaribûne bigihîjin wê astê û ji ber ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo bidestxistina mafên jinan û tevlikirina jinan di hemû qadan de kar kir, bi sîstema serokatiya hevbeş beşdarî rêveberiyê bûn.”

Xedîce El-Bedawî teqez kir ku jin xwedî nêrîneke stratejîk a demdirêj in, ev encama xebata wan a di birêxistinkirina malbata xwe û şiyana wê ya pêkanîna erkên xwe de ye.

“Ji sedî 50 jin di meclisan de ne”

Xedîce El-Bedawî destnîşan kir ku jin ji sedî 50 tevli meclîsên zagonsaz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne, yên ku biryaran didin meclisên zagonî ne û diyar dike ku peymaneke civakî heye û hebûna jinan di vê peymanê de gelekî xurt e.

Xedîce El-Bedawî da zanîn ku peymana civakî dê ji bo hemû pirsgirêkên li pêşiya jinan çareseriyên guncaw bihewîne. Da zanîn ku ev peyman bi destên jinan hatiye nivîsandin, di qonaxa li pêş de dê piştgiriya jinan bike û destnîşan kir ku di vî warî de rola rêxistinên jinan mezin e û got: "Rêxistinên jinan ji bo belavkirina hişmendiya li ser mafên jinan xebitîn.”

“Tevlibûna jinan a darazê hêzek e mezin diafirîne”

 Xedîce El-Bedawî dibêje ku dewletên kolonyalîst ciwan û jinan dikin hedef ji ber ku wan xala lawaz dibîne. Her wiha da zanîn ku dema rola jinan kêm bibe, rola saziyan û welatan di siyaseta serbixwe de bi dawî dibe lewre dema jin lawaz dibin, nifşek lawaz tê afirandin.

Xedîce El-Bedawî di dawiya axaftina xwe de got ku divê hemû jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jinên Ereb ji hemû jinên cîhanê re bibin mînak, tu carî nebêjin em nikarin bikin, qadan ji mêran re nehêlin da ku bikaribin îradeya pêk hatiye biparêzin.