‘Guherîna Zagona Rewşa Kesane dê jin û zarokan bixe bin zextan’

Parêzer Çiro Şiwanî der barê guherîna Zagona Rewşa Kesane de diyar kir ku guherîna zagona 188 a sala 1959’an a Iraqê jin û zarokan dixe bin zextên mêrsalarî û wiha got: “Divê desteya dadwerî di pêşîgirtina guherîna zagonê de înisiyatîf bigre.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Di 4’ê Tebaxa 2024’an de li parlamentoya Iraqê rûniştina yekemîn û di 12’ê Îlonê de jî rûniştina duyemîn ji bo guherîna Zagona Rewşa Kesane ya hejmar 188 a sala 1959’ê hat kirin. Ger ev zagon were guherîn wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafên jin û zarokan zêdetir were binpêkirin. Her wiha wê bi vê guherînê re di dema hevberdana jin û mêr de mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinan were girtin. Bi guherîna vê zagonê re wê rê ya ji derveyî fermiyetê, zewaca zarokên keç di temenê 9 salî de û zarokên kur di temenê 15 salî de were vekirin. Bi guherîna zagonê re wê jiyana jin û zarokan bikeve metirsiyek mezin. Nerazîbûnên li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane her roja diçe zêdetir dibin.

‘Pirsgirêkên civakê zêde dibin’

Parêzer Çiro Şiwanî der barê guherîna Zagona Rewşa Kesane de diyar kir ku zagona 188’an a sala 1959’an a Iraqê tevahî mijarên malbatê digre nava xwe û wiha got: “Guherîna zagonê wê me 60 salan paşve bibe û dê jin û zarokan bixe bin zextên mêrsalariyê. Civak roj bi roj mezin dibe, pirsgirêkên civakê jî zêde dibin. Zagonek ku 60 salan bi paş bikeve dê nikaribe pirsgrêkên niha çareser bike. Dema ku zagonek tê guherîn divê kar û barên civakê, olî, aborî û siyasî di nava hevsengiyê de bin. Her wiha bi vekirina civakê re, çandên din tên nava welat. Dema ku zagon tê guhertin divê tevahî çand li berçavan werin girtin.”

‘Dê encamên xirab bi xwe re bîne’

Çiro Şiwanî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Guherîna zagonê bandorek xirab li ser civakê û kesan dike. Niha di civakê de hevberdan zêde dibe, di lêkolînan de, sedema piraniya hilweşîna malbatan zewaca di temenê biçûk de ye. Lê belê di guherîna zagona 188 a sala 1959’an a Iraqê de destnîşan dike ku jin piştî balixbûnê divê werin zewacandin. Di demeke ku beşek ji zarokan di temenê 9 salî de balix dibin tiştek wiha dê bi xwe re encamên gelek neyînî bîne. Zêdebûna pirsgirêkên civakê, di dadgehan de nîşan dide ku balixnebûna aqil û nebûna temenek guncaw ji bo avakirina malbatê, dibin sedemê hilweşandina malbatê. Niha pirsgirêkên civakê û hevberdana hevjînan bûye diyardeyek metirsîdar. Guherîna zagona 188 a sala 1959’an a Iraqê pirsgirêkên civakê û diyardeyên hevberdanê du qat zêde dike. Ji bo pêşîlêgirtina guherîna zagonê divê desteya dadweriyê însyatîf bigre.”

‘Divê pêşî lê bê girtin’

Çiro Şiwanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Înisyatîfa parêzeran û desteya dadwerî ji bo rûbirûbûna zagonan girîng e. Bi riya dadweran û zagonsazan dikarin li hemberî vê guherîna zagonê rawestin. Çawa jinên çalakvan kom û desteyan pêk tînin û li hemberî zagonan radiwestin divê parêzer jî li hemberî vê zagonê rawestin. Ji ber ku em parêzer in dizanin li dadgehan çi bi navê zagonê diqewime.”