Femînîstan gotin: Zagon di têkoşîna li dijî diyardeya qetilkirina jinan de têk çûn

Parêzvanên mafên mirovan û tevgerên femînîst teqez kirin ku şîdeta li dijî jinan bi hemû şêweyên xwe êdî her roj tê kirin. Her wiha dan zanîn ku zagon di têkoşîna li dijî diyardeya qetilkirina jinan de têk çûne.

ZOUHOUR MECHERGUÎ

Tûnis – Di salên dawî de li Tûnisê bûyerên qetilkirina jinan zêde bûne. Ev rastî ji aliyê parêzvanên mafên mirovan û tevgerên femînîst ên li Tûnisê ve weke metirsîdar li ser jiyana jinan, hat binavkirin. Tûnis piştgirî dide hemû Însyatîfên navdewletî yên ku li dijî tundiya bi hemû şêweyên xwe bandorê li jinan dike. Her wiha femînîst hewl didin mekanîzmayên nû bi pêş bixin da ku li dijî vê diyardeyê şer bikin. Parêzvanên mafên mirovan û tevgerên femînîst teqez kirin ku şîdeta li dijî jinan bi hemû şêweyên xwe êdî her roj tê kirin her wiha dan zanîn ku zagon di têkoşîna li dijî diyardeya qetilkirina jinan de têk çûne.

"Nebûna bersiveke qanûnî ji tawanan re hişt ku êrîşkar bê tirs êrîşên xwe tundtir bikin"

Çalakvana femînîst û civaknas Rehma bin Silêman diyar kir ku greva giştî ya jinan bi armanca rawestandina kuştina jinan hatiye destpêkirin û wiha axivî: "Li Tûnisê gelek jin bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Nebûna bersiveke qanûnî ji van tawanan re, hişt ku êrîşkar bê tirs êrîşên xwe tundtir bikin. Îradeya hevpar a kolektîf a ji bo bidawîkirina qetikirina jinan nîn e. Nebûna hevkariyê bi rayedarên şareza re ji bo eşkerekirina rêjeyên rastîn ku ji jimareyên pêşkêşkirî pir zêdetir in, rewşê aloztir kir. Ez piştgiriyê didim hemû kampanyayên parêzvaniyê yên navdewletî yên ku piştgiriyê didin jinên mexdûrên şîdet, qetilkirin û destdirêjiyê. Zagon, qanûn û nêzîkatiyên ku ji aliyê komele û rêxistinên jinan ên li Tûnisê ve ji bo bidawîkirina şîdetê hatine pejirandin bi sînor dimînin."

 "Zagon bi peydakirina îmkanên pêwîst nikaribû armanca xwe ya rastîn pêk bînin"

Parêzera mafên mirovan Sara Zentûr teqezî li ser pêwîstiya pêşxistina stratejiyek neteweyî ji bo parastina jinên Tûnisî ji tundî û kuştinê kir û wiha got: "Ji bo amadekirina qanûnek ji bo têkoşîna li dijî her cure şîdeta li ser jinan, ne tenê amadekirina qanûnek, di heman demê de mekanîzmayên guncav ku rê didin pêkanîna wê bi awayekî herî hêsan pêk bînin jî hewce dike. Zagon bi peydakirina îmkanên pêwîst nikaribû armanca xwe ya rastîn pêk bînin. Divê em li ser xebatên ciwanan bisekinin da ku nifşeke ku bi mafên jinan bawer nake û bi her cure tundiya li ser jinan, kuştin jî di nav de ye, negihîje."