Emîne Mihsin: Avakirina Yekitiya Jinên Yemenê yek ji gavên yekemîn bû
Seroka Yekitiya Jinên Yemenê Emîne El-Ebid yekem jina ji Ebînê ye ku bûye polîsa trafîkê li Ebînê û li Şibih Cezîra û Erebiya, pêşengiya gelek jinan kir ku piştî perwerdeyê di her warî de cihê xwe di karên rêveberiyê de bigrin.
NÛR SIRÎB
Yemen - Amîne Muhsin El-Ebid bawernemeya zanista civakî û siyasî ji zanîngeha Moskovê girtiye. Her wiha balyoza qenciyê ya komeleya navdewletî ya Holandeyê ya mafên mirovan û aramiya navnetewî ye. Xebatên ku berê kirine wekî sekretera giştî ya meclisa herêmî li bajarê Ebînê bû. Niha jî Seroka Yekitiya Jinên Yemenê ya beşa Ebînê ye her wiha endama buroya rêveber a şebekeya Erebî ji bo fêrkirina nivîsandin û xwendinê ji mezinan re li Qahîreyê. Di heman demê de sekretera giştî ya alîkar a şebekeya Ragihandina Jinên Ereb e. Rêvebera komeleya El-Seyîde ya geşedaniya mirovahî û aramiyê li Misirê ye. Di dema berê de jî wekî seroka meclisa rêveber a saziya Eden a maliya biçûk û seroka rêveberiya bernameya yekitî ya maliya biçûk. Serperişta projeyên aborî û mesafetên ewlehî li bajarjê Ebînê ye. Heta niha jî endama gelek şebeke û komîteyên jinan e.
Seroka Yekitiya Jinên Yemenê ya parêzgeha Ebînê Emîne Mihsên El-Ebid ji ajansa re, der barê avakirina yekitî û dozên jinan di navbera demên borî û pêşerojê de axivî.
Hûn dikarin behsa xebatên xwe bikin?
Destpêkê min dest bi xebatên trafîkê kir. Di sala 1966’an de me koma yekemîn a trafîka jinan di asta dewletên Ereb de li Edinê ava kir. Ji bo derfet li pêşiya jinên Yemenê çêbibe û ev xebat tenê bi mêr bi sînor nemîne. Li Edinê ez beşdarî dewreyên perwerdeyê yên taybet ên sekreteriya, amûra nivîsandin û xebatên rêveberiyê bûm. Paşê ez derbasî xebatên wezareta dadê, piştî wê derbasî dadgeha bilind û dadgeha Şêx Osman bûm. Herî dewî jî derbasî parêzgeha Edinê bûm. Ji bo jinên ciwan beşdarî xebatên rêveberiyê bibin lewre ev xebat tenê di asta mêr de dihat dîtin. Ji jinan re tenê sînorê hemşîretî û mamostehiyê hebû. Paşê ez bi rêveberan re xebitîm û min beşek ji Yekitiya Jinên Yemenê ava kir û min jinên ciwan di milê xebatên rêveberiyê, xebatên sekreterya û xebatên çapkirinê de perwerde kirin.
Gelo ev berhem ji bo we û pêşengên siyasetê wê demê gaveke baş bû?
Belê berhemeke mezin bû ji bo keda jinan ku me hebûna jinan di saziyên dewletê de dîtin û me dest bi gave hevsengiyê kir. Jinan mafê xwendin û xebatê bi dest xistin û paşê jin li qadên dewletê belav bûn. Di wan xebatan de diviyabû dîploma hebe. Di nava Yekitiya Jinên Yemenê beşa Ebînê de hebû. Li vir êdî jinan cihê xwe di nava xebatên cur be cur de girtin û bûn kadroyên serperişt, wan kevneşopiyên gundîtiyê şikandin.
Hûn dikarin behsa qonaxên avakirina Yekitiya Jinên Yemenê bikin û gavên li ser rûyê erdê avêtine çi ne?
Destpêkê komîte hatin avakirin ji bo ku kar bi rê ve bibin her wiha ji bo perwerdekirina jinên çalakvan û pêşeng, li paytexta Zincibar kursa perwerdeya zimanê zikmakî hat vekirin. Piştî ku navend û sazî hatin çêkirin nîqaş der barê rewşa jinan de hatin kirin. Li van 6 parêzgehan (Edin, Ebîn, Lhc, Hedirmewt, El-Mihir û Şibwa) şandeyeke jinan hat avakirin. Paşê şandeyek ji bo raporên der barê rewşa jinan û pêşniyarên ji bo xebatên jinan dixebitin hat avakirin. Piştî ewqas tevgerên ku em pê rabûn diviyabû, bi awayekî fermî jinan jî wekî endam cih bigirtana. Me kongreya giştî ya jinan ji bo hilbijartina jinên pêşeng ji bo xebatên yekitiyê yên rojane bên kirin li dar xist. Paşê komîteya amadekar hat avakirin ji bo kongreya di sazî û navendan de û li parêzgehan ji bo hilbijartina nûnerên kongreya giştî, yekemîn kongreya jinan di saziya Seyioon li parêzgeha Hedirmewt di sala 1974'an de hat lidarxistin. Paşê rêveber û buroya meclisa cîbicîkar hatin hilbijartin. Yekemîn seroka ku hatiye hilbijartin mamoste Eyşa Muhsin e û li parêzgehan jî kongre hatin lidarxistin. Hilbijartinên komîteyên parêzgehan ên yekitiyê û beşên di sazî û navendan de hatin çêkirin. Hilbijartin li taxan û hevrêyatî bi navê Yekitiya Jinên Yemenê li hemû parêzgehan û Ebînê çêbû.
Rola Yekitiya Jinên Yemenê di parêzgeha Ebînê de bû sedem ku jin berê xwe bidin kar. Piştî ku di perwerdeya zikmakî re derbas bûn, navend û kamp ji jinan re hatin vekirin. Ew jin ji bo xebatên rêveberiyê, darayî, çandinî û masîvaniyê hatin belavkirin. Bi saya yekitiyê jin fêrî xwendinê bûn, rola herî mezin jî di belavbûna wan di nava dibistan û werzîşa zarokan de bû. Ev yek bû sedem ku asta xwendina bilind bigihîje bajar û gundan, di asta zanîngehê de li hundir û derveyî welat. Di hemû parêzgehên Başûr ên Beşbiwa, Mihir û Hedirmewt de xebitîn, ji bo ku jinên ciwan ên fêr bûne, wan berheman fêrî yên din bikin. Her wiha rêvebera siyasî û yekitiyê, hin jin ji bo erkên rêveberiyê li parêzgehê der barê hişyarkirin û mafê xwe de hilbijartin.
Çi astengî li pêşiya we derketin di destpêka xebatên we de û kî bi we re bû alîkar ku hûn bi ser ketin?
Astengiya herî mezin, me di milê kenvenşopiyên gundîtiyê de dikişandin. Ji ber ku Ebîn yek ji parêzgehên ku kevneşopiyên xwe dide ferzkirin e, qebîle û eşîrtî lê heye. Hişt ku derketina jinan di milê xebatên wê yên derve de kêmtir bike, çi li navendên din an jî xebatên siyasî, sendîka civakî de, ji bo hişyariyê. Lê vîna siyasî piştgirî dida me û li pêşberî feraseta ku nedihîşt jin bi pêş ve biçin disekinî. Ji ber ku ev pêşketin jinan ber bi heqîqeta rast û erkên rêveberiyê yên di civakê de û di siyaset, çand û xwendinê ve dibe. Min gelek astengî dîtin, ji ber ku ez jina yekem di parêzgeha Edinê de derbasî xebatên trafîkê bûme û jina yekemîn im li Ebînê xebatên rêveberiyê dikim. Ev bixwebawerî min ji dayika xwe girtiye, ez vê yekê wekî tecrube ji xwe re digrim dest. Ji ber ku min rê ji jinan re vekir li Ebînê. Ez îro gelekî serbilind im ku di nava jinên pêşeng de me di nava xebatên gel de û yek ji avakirina saziyên jinan li Başûrê Yemen. Di temenê 70 salî de dema ku ez derbasî paytexta Moskovê bûm, ji bo peşdarbûna kongreya aştî ya cîhanê. Bi şandeya hikumeta serok û bijîşk Yeyder Ebo Bekir El- Etas, wek nûnera jin li Yemenê. Ev yek bû sedem ku ez xebatên xwe berdewan bikim û alîkariya jinan di milê xwendinê de bikim di hemû beşên jiyanê de. Wê demê alîkariya madî û manewî ji bo min û hemû jinan hebû.
Hûn destkeftiyên heyî çawa dinirxînin û bihêzkirina jinan a di dema borî û niha de çawa tînin ber hev?
Di dema borî de rêveberiya me ya partîzanî ya sosyalîst hebû her wiha vîna siyasî alîkariya me ya pêşvebirina jinan ji bo derxistina zagonan û avakirina desûtereke ku wekheviya zayendan biparêze, bilindbûna asta jinan di serokatiya, parlamenter û meclisên herêmî de kir. Lê tiştên ku em niha dijîn di encama ketina bê şert û merc di nava yekitiya Yemenê de ye. Tişta di destpêkê de jî ji dest hat dayîn destkeftiyên jinan bûn. A niha jî ji ber şer û pevçûnên çekdarî gelek maf û zagonên girêdayî jinan winda bûn, bi taybetî jî piştî girtina gelek dadgeh û dozgerî, qelsbûna mafên mirovan û bi taybetî jî yên jinan. Mixabin a niha jî hikumetek wisa hatiye avakirin ku kursiyek jî tê de tune ye. Ev yek jî şûndemayîna mafên jinan û zagonên bi dest xistine teqez dike. Her wiha berdana hevpeymana tunekirina tevahî rêbazên li hemberî jinan ku dewleta me îmze kirbû û biryarên di hevpeymanê de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibûn diyarkirin
Li gorî nêrîna we, piştî betalkirina zagona malbatê gelo jin bi bandor bûn?
Piştî betalkirina zagona malbatê û guhertinên di bendên destûrê de çêbûn berê jinan dida mafê wekheviyê, jin gelek bi bandor bûn. Bi derketina zagona rewşa kesane weke zagoneke alternatîf, jinan mafê xwedîkirina zarokên xwe, jiyîna di malan de, nefeqeya zarokên xwe winda kir. Her wiha zagona qedexeya zewaca zarokan hat betalkirin û rêjeya tundiya li ser jinan zêde bû. Di vê çarçoveyê de jinan parastina ku bi saya hêza zagonan bi dest xistibûn, winda kir
Ji bo zagonên di lehiya jinan de ji nû ve derkevin pêwîst e çi were kirin?
Divê ku komîteyên piştevan ji bo wekheviya di navbera zayendan de werin avakirin. zêdekirina xebatên gel û yên propogandeyê di nava gel, rêveberî û kesayetên bi bandor de. Avakirina şandeyan û koordînekirina tevahî saziyên sivîl. Ji bo vegerandina destkeftiyên jinan, wekî kom bi hev re kar kirin û divê li cem dewletê vîna siyasî hebe da ku zagonên jinan, wekheviya zayendan, guhertina destûr û zagonan, dayîna rêjeya ji sedî 5 di rastiya kar de.
Peyama we ya herî dawî çi ye?
Peyama min ji tevahî rêveberiyan re ew e ku weke tîmekê bixebitin, ji ber ku piralî bê sûd e. Divê ku keda tevahî rêxistinên civaka sivîl bibe yek. Stratejî û planên wekhev bên amedekirin da ku destkeftiyên jinan vegerin. Pêwîst e rêveberiyên di astên bilind ên dewletê de rola xwe ya çalak bilîzin, doza jinan rewa bikin, girîngiyê bidinê, parastina daxwaza guhertina destûr û zagonên ku mafên jinan û zarokan nadin, bikin