"Em bihêvîne ku sala 2022'an bê şidet be û bi qanûnên dadmend maf bên parastin"
Seroka Mektebeya Rêvebirinê ya Komeleya Têkoşîna Wekhevî û Hevwelatîbûnê ya Jinên Mexribê Buşra Abdo girêdayî xebatên wan ên sala derbasbûyî û bernameyên ji bo sala bê nirxandin kir û got: “Di komeleyê de du navendên guhdarîkirinê hene ku jinên di şert û mercên zehmet de û jinên ku rastî tundiyê hatine pêşwazî dikin. Di nav wan xizmetên ku têne pêşkêşkirin de şêwirmendî û piştgirîkiriya derûnî û qanûnî jî heye. Di derbarê bername û pirojeyên sala 2022'an de jî wê tevahî karê me ji bo xizmetkirina jinan û bidestxistina edaletê be.”
HENAN HART
Mexrib - Komeleya Têkoşîna Wekhevî û Hevwelatîbûnê ku di sala 2003'an de li Mexribê hatiye vekirin û di sala 2020'an de xebatên xwe berfireh kiriye. Di demên dawiyê de jî di nava hewildanên avakirina şaneyek a piştgiriya derûnî û qanûnî ji bo mexdûrên şîdeta dîjîtal. Her wiha beşdariya xwe ji bo gelek projeyên ku beşên cihêreng ên civakê bandor dike çêkiriye. Ev xebat hemû bi boneya têkoşîna li dijî tundiyê û parastina mafê jinan kiriye. Derbarê xizmetên komeleyê yên ji bo jinan, qadên xebatê wê, zehmetiyên ku pêre rû bi rû mane, bernameya xebata sala 2022'an û daxwazên komeleyê di sersala nû de ajansa me bi Seroka Mektebeya Rêvebirinê ya Komeleya Têkoşîna Wekhevî û Hevwelatîbûnê ya Jinên Mexribê Buşra Abdo re hevpeyvînek pêk anî.
Doz û pirsgirêkên ku komeleya we pêre eleqedar dibin çi ne û we karî heya niha çi bi dest bixin?
Komeleya Têkoşîna Wekhevî û Hemwelatîbûnê hewcedariyên jinan pêk tîne. Derbarê xebat an jî dosyayên sereke yên ku komele li ser xebitîne, dosyayek heye ku em pir girîg dibînin ew jî ya zagona 37 – 99'ê ye ku qanûna rewşa medenî ye. Em vê qnûnê ji bo jinên nezewicî bikar tînin. Her wiha me hewl da bi rêya plartformên medyaya civakî, civîn û kampanyayên hişyariyê yên di nava saziyên perwerdeyê de vê fikrê ragihînin ku karê malê di nava her du zayenda de bê parvekirin. Ji ber ew kar ne tenê ji bo jinan e, pêdivî bi dana vê hişmendiyê heye. Ji bo ku em karibin vê fikrê bidin avakirin û zihniyeta baviksalarî bigherînin em mêran jî tevlî kampanyayên ku komele dide meşandin dikin.
Her wiha me dosyayekî din a têkildarî şîdeta dijîtal vekir. Em yekem komele bûn ku me li ser vê dosyayê nîqaş pêşxistin ku me di sala 2016'an de ev doz da despêkirin. Ev jî piştî ku giliyê yekem li komeleyê ji bo bûyerên şidetê yên bi vî rengî hate kirin. Piştî vê giliyê me nîqaşek teng pêkanî û me li se vê diyardeyê lêkolînek da despêkirin. Ji bo ku em hişyariyê li ser metirsiya tundûtûjiya dîjîtal a li ser jinan û zarokên keç ên temen biçûk, belav bikin û asta zanistê bilindtir bikin, me pêdivî bi xebatek wiha dît.
Di heman demê de dosyaya qanûna malbatê jî heye (dozgeriya qanûnî a dabeşkirin mal û milk, daxwaza rakirina madeya 20- 21'an bi awayekî giştî) weke ku min berê jî behs kir, ev mijar di nav gelek dosyayên herî girîng ku bi jinan li Mexribê dijîn ve têkildrin. Di karên xwe de em bi gelek komeleyên din ên jinan re hevkariyê dikin, ji ber ku xebata me ji hevrêzî û çalakiyên yekgirtî bawer dike, ji bo ku bigihîje pêkanîna wekheviya rastîn a ji bo hemû jinên Mexribê çî ji destê me bê emê bikin.
Komeleya we bi jinên ku di rewşek dijwar de ne û mexdûrên tundiyê re mejûl dibe, ev eleqe li ku xuya dike û zehmetiyên li pêşiya xebata we çi ne?
Di komeleyê de du navendên guhdarîkirinê hene ku jinên di şert û mercên zehmet de û jinên ku rastî tundiyê hatine pêşwazî dikin û bi rastî jî gelek xizmetê pêşkêşî wan dikin. Di nav wan xizmetên ku têne pêşkêşkirin de şêwirmendî û piştgirîkiriya derûnî û qanûnî jî heye. Her wih çend civînên haydarkirinê ji bo berjewendiya van jinan tên lidarxistin da ku di civakê de aktîf bibin û bikaribin bergiriyê li mafê xwe yên nenas bikin. Xizmetên ku ji wan re têne pêşkêş kirin bi alîkariya pisporên civakî û derûnî û parêzeran têne kirin. Di hundirê navendê de guhdarkirina herdû terefan tê kirin da ku jin mafê xwe bidest bixe û sûcdar jî cezayê xwe bigre.
Dema ku em behsa zehmetiyan dikin em dibînin ku zehmetî pirin lê ya herî girîng û yekem ji wan aliyê darayî ye ji ber ku heger îmkanatê darayî tunebin dê enerjiyek tam jî ji bo jinên ku berê xwe didin navenda guhdarkirinê jî tinebe. Astengiya duyemîn jî bi dosyayên jinê ku rastî tundiyê hatine ve girêdayî ye, ji ber em dibînin ku doz gelek tevlîhevin. Ev yek dihêle ku hejmarek jin xwe ji agahdarkirinê paşde vekşînin an jî giliyên xwe pêşkêşî rayedarên têkildar nekin.
Projeyên herî girîng ên ku komeleya we di sala 2021'ê de li ser xebitî çi ne?
Sala 2021'an salek bi xebat dagirtî bû û bi çalakiyên ku ji hêla komeleyê ve hatin pêkanîn dagirtî bû û herî zêde jî li ser şîdeta dîjîtal xebat hate meşandin. Karê me li ser pirojeya "Em hemû şîdetê radighînin" ku jin, şofêrên taksiyan, dermanfiroşan û rêberên olî digire nava xwe gelek giringe û em giringiyek mezin pê didin. Ji ber dibe ku ev kom bi jinên ku rastî tundiyê re hatine hevdîtinê pêk bînin. Weke komele em di wê baweriyê de ne ku ev kom dikarin bibin girêdanek di navbera me û jinên rastî şîdet tên. Komele di vî warî de xwedî projeyek berfireh a di sala 2021'an de li ser xebitiye, ku tundî çi ye, çi awayên wê hene, çawa gilî bikin û saziyên parastinê yên ku jinên rastî tundiyê hatine dikarin serî lê bidin çi ne û cihên wan li kuderêne, bi awayekî berfireh hatin zelalkirin.
Projeyek din heybû, ew jî ya hevsengiya zayendiye ku ji bo belavkirina çanda wekheviyê ya li ser bingeha nêzîkatiya zayendî ya ku zêdetir xwendekarên saziyên perwerdeyê digire nava xwe ye. Ji ber ku heger em karibin vî nifşê nû weke nifşê pêşerojê tê dîtin ava bikin û rast perwerde bikin wê demê dê bi çanda parastina mafê jinan û mafê mirovan mezinbibin ku baş nas bikin û bizanin çawan nêz bibin.
Bi nêrîna xwe ya kesanî, hûn ji encamên ku komeleya we bi dest xistine razîn e?
Rojane kar tê meşandin ev yek têkoşîna me li himberî tundiyê diyar dike û bi awayekî rojane jinên ku rastî tundiyê hatine berên xwe didin navendên guhdarkirinê. Her wiha deriyê komeleyê di nava hefteyê de vekiriye. Her ku em karibin di vê çarçoveyê de bixebitin, emê karibin bingehê komeleyê berferehtir bikin da ku her cûreyên şîdetê bêne bidawî kirin, bi taybet ku em bi zêdebûna diyardeya tundûtûjiyê re rûbirû ne.
Em tecrûbeyên xwe baş û cidî dibînin lê pêwîste bi qanûnên dadperwer ve were girêdan. Niha jî daxwazên me yên lezgîn hene ku qanûna malbatê û pêvegirêdayî qanûna dijî tundûtûjiyê bên biguherînin, da ku qanûnek rewşa medenî ya ku edaletê ji bo jinên nezewicîne û zarokên wan hene pêk bîne. Her wiha daxwaza me ya dinê jî ew ku qanûnek ceza hebe ku adilbe û rêzê ji mafê mirovan re bigre.
Weke parêzvana mafê mirovan helwestên we li ser wekheviyê çine?
Armanca komeleyê ew e ku di navbera jin û mêran de wekheviyek rastîn pêk bîne. Em naxwazin wekhevî li ser kaxezê bimîne, em dixwazin di heqdestan û mecrayêni biryardanê yên siyasî, aborî û civakî de vîna jinê bibînin û rêz ji wê vînê re bê girtin. Wekhevî mafê yeksan ê di navbera herdû zayendên civakê de ye, ji ber ku jin û mêr dixwazin bi hev re di maf û erkan de wekhev bin.
Di sala 2022'an de daxwazên we û bernameya xebata we ya sala pêş de çine?
Sala 2022'an em hêvî dikin ku bibe salek bê şîdet û salek ku tê de her tiştê ku jinên Mexribê dixwazin pêk werin, salek ku qanûnên dadwer û wekhev hebin. Dema ku em behsa edaletê dikin mebesta me jê ewe ku dema jin derbasî dadgehê bibe derî vekirî bibîne û edaletê bidest bixe. Em hêvîdarin ku jinên rastî tundûtûjiyê hatine bêdengiyê bişkînin û tundiyê qebûl nekin. Em hêvî dikin ku dê li seranserê Mexribê navendên guhdarîkirin û stargehê hebin, ev hêvî û xwestekên me rasteqînin û pêkanin gengaze heke ew di nav pêşîneyên hukûmetê de bin.
Derbarê bername û pirojeyên sala 2022'an wê tevahî karê me ji bo xizmetkirina jinan û bidestxistina edaletê be, her wiha pirojeyên ku me di sala 2021'an de despêkiribûn wê bidome.
Di dawiyê de peyama we ji bo jinan çiye?
Ez ji jinan re dibêjim, dem hatiye ku em bêdengiyê bişkînin, ji bo em hemû bêjin na ji şidetê re, na ji tacîzê re, na ji qanûnên cudaxwaz re û dem hatiye ku civaka me bê şidet bê cûdahî bijî û bi mafê mirovan bawerbin çi jin be çi mêr be.