Duha El-Curşî: Şoreşa li dijî qalibên serdest hewceyî xebata bi ciwanan re ye

Komeleya Ciwanan a ku di sala 2011'an de hat avakirin û li gelek bajarên Tûnisê xebatên xwe dimeşîne, bi ciwanên 13-18 salî re eleqedar dibe. Ew xebatên li ser pêşketina şiyanên wan ên çandî û fizîkî dike da ku bibin parêzvanên doza xwe.

ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Rêvebera cîbicîkar a Komeleya Ciwanan, Duha El-Curşî teqez kir ku ji bo şoreşa li dijî qalibên serdest pêwîstî bi xebat û perwerdekirina ciwanan heye û bal kişand ku pêdivî heye perwerdeya cinsî di materyalên perwerdeyê ya Tûnisê de cih bigre ji ber ku ew di şerê li dijî tundiyê û afirandina nifşeke hevseng de girîng e.
Ajansa me bi rêvebera cîbicîkar a Komeleya Ciwanan, Duha El-Curşî li ser girîngiya avakirina şiyanên zarok û ciwanan rawestiya û diyar ku behremendiya rasteqîn bi têgihîştina wê komê di warê rewşenbîrî û zanistî de dest pê dike.
Gelo hûn dikarin destpêkê Komeleya Ciwanan û armancên wê yên herî girîng bidin nasîn?
Mixabin, em bi ciwanan re mîna ku ew tenê hejmar in danûstandinê dikin lê hewcedariya jiyanî daxwaz dike ku civakên nûjen ên hevseng ku tê de her kes di nav hevdengiyê de be, were avakirin, da ku ew bikaribin bibin xwedî derfetên pêşxistina şiyanên xwe. Bikaribin  parastina dozên xwe bikin û ji nirxên mafên xwe yên wekî zayendên wekhev haydar bin. Ji ber vê yekê divê xebat bên koordînekirin û bername û hevdîtin di navbera hemû aktoran de bên çêkirin da ku hemû binpêkirinên muhtemel bên çareserkirin. 
Ji vir banga pêşxistina stratejiyeke neteweyî ji bo parastina mafên ciwanan û pêşengiyê tê kirin lê tê dîtin ku mijarên wiha nayên ronîkirin
Gelo we bi danûstandinên xwe yên bi ciwanan re haydarbûna wan a li ser mafên wan dît?
Rêjeya haydariya wan zêde dibe, di destpêkê de hin ji wan sînordar dimînin lê me hewl da em li ser bingeha xebata xwe ya kolektîf, wan ji zanîna sade ya têgeha mafan ber bi diyarkirina girîngiya parastina wan ve bibin da ku her yek ji wan amûrek be ji bo guhertina rastiya xwe. Ez her roj ji asta hişyariya zarokan a piştî şopandina wan, lênihêrîna wan, mezinkirin û rêberiya wan matmayî dimînim. Di demek kurt û dirêj de em ê girseyên afirîneriyê bibînin ku dikarin rastiya tê de dijîn analîz bikin û bibin xwedî pêşniyarên bi bandor.
Komele hewl dide bi çi awayî kapasîteyên çandî û bedenî yên ciwanan bi pêş bixe, nirxên modernîteyê belav bike û ruhê xebata dilxwazî bi wan re ava bike?
Em hewl didin bingehên perwerdeyê li ser hemwelatîbûn, pejirandina yên din û ramana azadîxwaz deynin, ji ber ku ciwan di qonaxa lêgerîna li xwe û li raman û dîtinên cihêreng ên rastiya ku tê de dijîn de ne, dûrî hemû qalibên serdest ên civakê ne. Di Komeleya Ciwanan de, em hewl didin wê enerjiya wan bi kar bînin da ku ew bi têgînên mafên mirovan ên herî baş werin dagirtin û di vê temenê hestiyar de ji guhertinan re amade bin. Em hewl didin hunerê bi taybetî şanoyê bi kar bînin, bi wêneyên cihêreng ên ku rastiyê bi hemû neyîniyên wê rexne dikin, beden û derûniya wan vebînin û di encamê de wêneyên ku bêtir estetîk in û nêzî rastiya ku ciwan dixwazin û xeyala wê dikin, bi cih bikin. Ji ber vê yekê, aliyê dilxwazî dibe çandek ku ji amûrek xerîdar vediguhere aktorek hilberîner a xwedî hêza guhertin û afrîneriyê.
Hûn rastiya jinên Tûnisî ya heyî çawa dinirxînin?
Ez dibînim ku jinên Tûnisî di pêvajoya kedê de ne, ev ked di hawirdoreke ku li gorî zagonên pêşketî de tê dîtin e. Tevî vê yekê jî em daxwaza guhertina qanûna rewşa kesane, aktîfkirina qanûnên heyî û rûbirûbûna bi zîhniyeta baviksalarî re dikin. Ji ber vê yekê, jin îro weke hêzeke tevkarî û pêşniyarê ya bi bandor li welat di nava lêgerîn û parastinê de ne. Ji bo xurtkirina mafên xwe bêyî cudahî bi kar bînin. Tevî êşa vê kedê jî ji bo jinên Tûnisî riyeke saxlem û baş e ku rastiya xwe ber bi başiyê ve biguherînin. Ji ber ku redkirina hemû cihêkariyên li ser bingeha zayendî tevgereke rojane di jiyana jin û mêran de çêdike. Li vir em vedigerin ser ciwanan û çawaniya çespandina zîhniyeteke cuda, azadîxwaz ji bo têkoşîna li dijî mîras û reftarên çewt, zîhniyeteke ku dibe alîkar ji bo azadiyê û avakirina kesayetiyên ku doza jinan û rola wê di avakirina civakê de dikin.
Avakirina civakek bi rûmet û dadperwer û wekheviya zayendî çawa dikare pêk were?
Bi awayekî eşkere binpêkirina mafên jinan heye ruxmî ku tu qanûnek bibêje bila jin kêmtir mûçe bigrein tune ye jî. Di beşa çandiniyê de em pê dihesin ku jin li gorî mêran pir kêmtir mûçe distînin. Ev rewş ne tenê di warê çandiniyê de ye wisa ye em di piraniya qadan de, bi taybetî di beşa taybet de dibînin û ez sedema vê yekê jî bi nezanîna jinan a di warê mûçeyan ve girê didim. Bi nêrîna min, guhertin ji bo wekheviya jinan bi gavên girîng dest pê dike ku ji bêdengnebûn û meşandina kampanyayên ji bo perwerdekirina jinan û weşandina çîrokên realîst ên ku dê bibin sedema derxistina qanûnek ku mafên jinan ji bo mûçeyên wekhev li gorî zanînê dixe bin temînatê dest pê dike.
Gelek kesan bang kirin ku perwerdeya zayendî di materyalên perwerdeyê de cih bigre, li gorî we ev yek çiqas girîng e?
Pêwîst e perwerdeya cinsî di dibistanên me de were bicihkirin ji bo parastina zarokan ji hemû nexweşiyên veguhêz ên zayendî û ev mijar ji aliyê pisporên karûbarên zarokan ve li ser hat xebitandin. Li ser girîngiya mijarê kargeh û lêkolîn hatin kirin lê ev proje hat rawestandin. Em hêvîdar in ku tevî hemû dengên dijber ên hê jî li gorî zîhniyeteke kevnar tên analîzkirin û qedexekirin, di bernameya reforma sîstema perwerdeyê de cih bigrin. Perwerdeya cinsî  roleke sereke di nehiştina diyardeya destdirêjî de dilîze û dê rê li ber tawanên destavêtin û destdirêjiya cinsî bigre. Ji ber ku li welatên ev wane di materyalên perwerdeyê de tê dayîn, ev rewş kêm in û nexweşiyên di warê zayendî de jî jî kêm in.
Tûnisê gelek peymanên navneteweyî yên li ser mafên mirovan, CEDAW û yên din îmza kirine, ji ber vê yekê divê em li gorî tiştên ku tê de hatine destnîşankirin di asta sepandin û pratîkê de tevbigerin, hem jî ji bo guhertina rewşê ber bi asoyên mezintir ên azadî û wekheviyê ve gelek şarezahiyên ciwan û jinan bi kar bînin.