Doza Xedîce careke din hat taloq kirin

Dadgeha Mexribê biryara taloqkirin doza zaroka keç Xedîce ya rastî îşkence û destdirêjiya komî hatî ku li ser medyayê bi navê "keça deqdayî" tê nasîn da. Di dozê de 15 kes sûcdarin ji wan 12 kes bi sûcê destdirêjî, revandin û bazirganiya mirovan tewanbarin.

 Mexrib- di 7'ê Sibata 2022'an de Dadgeha Benî Mellal a Mexribê doza zaroka keç a bi navê Xedîce ku ji aliyê komek mêran ve hatî revandin, paşê jî îşkence û destdirêjî lê hatî kirin de biriyara cezakirina sucdaran da. Di dozê de 12 kes bi sûcê revandin û bazirganiya mirovan hatin darezandin. Girêdayî heman dosyayê Dadgeha Benî Mellal derbarê 14 kesan de 226 sal cezayê girtîgehê da û derbarê sûcdarê temen biçuk de jî 3 sal ceza da. Her wiha li kêleka cezayê girtîgehê dadgehê cezayê tamînatên aborî jî da sûcdaran ku 20 milyon perfeyê Mexribê jî da sûcdaran ku ev doz nêzî 3 salane didome. Dadgehê doz taloqî 7'ê Adara 2022'an kir.
Hûrguliyên bûyerê vedigere sala 2018'an di dema ku dîmenek li ser Xedîce ya temen biçuk ku temenê wê 17'e salî bû hatibû weşandin, di dîmen de tê diyarkirin ku Xedîce ji aliyê komek mêran ve rastî revandin û destdirêjiya komî hatiye.
"Xedîceya biçuk ji ber mala xizmê wê girtin û birin"
Vê bûyerê li ser raya giştî û ya navneteweyî bandoreke mezin da çêkirin û gelek kesan piştî ku hûrgiliyên bûyerê hate eşkere kirin piştgirî dane Xedîce ku ew ji ber deriyê mala xizmên xwe ya li bajarê Ewlad İyada ku nêzî bajarê Benî Mellal ê Mexribê ye hat revandin. Piştî ku ew nêzî 2 mehan girtî ma hate mecbûrkirin ku madeyên hişber vexwe û hemû cûreyên tundiyê lê hate kirin heyanî ku li ser canê wê giştî deq hatibû çêkirin.
"Laşê Xedîce despêkê bi çixarê şewitandin paşê jî deq kirin"
Her wiha hate zanîn ku Xedîce ya temen biçuk li ber mala yek ji xizmên xwe ya li bajarokê Ouled Ayad a nêzî bajarê Benî Mellal hatiye revandin û nêzê dû mehan girtî ma. Dema girtîbû rastî hemû cûreyên tundiyê hatiye, laşê wê bi çixarê şewitandine û paşê jî li ser deq çêkirine paşê jî destdirêjî lê kirine. Ev bûyer li ser raya giştî û ya navneteweyî bandorek mezin çêkir. 
Çalakvanên mafên mirovan derbarê bûyerê û giştî bûyerên destirêjiyê yên li Mexribê tên dîtin de hişyarî dan. Her wiha tevî ku qanûna şîdeta li dijî jinan wekî sûc dibîne ku di 2018'an de hatiye derxistin heye jî di nav de qedexekirina zewaca bi zûrê, destdirêjiya fîzîkî li cihên giştî û tundîkirina ceza di gelek rewşan de lê tevî vê yekê jî heya niha diyardeya destdirêjiyê li Mexribê heye.