Doza kujerê Dîlan Kok hat dîtin

Doza kujerê Dîlan Kok Maruf Kok jê dihat darezandin taloqî 16’ê Îlonê hat kirin.

Îdir – 26’ê çile li Kuçeya Karaagaç a Îdirê Dîlan Kok a doza berdanê kiribû ji aliyê hevjînê xwe Maruf Kok ve hatibû qetil kirin. 2'yemîn rûniştina doza Maruf Kok li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê hat dîtin. Maruf ji Girtîgeha Îdirê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Dayika Dîlan û jinên ji Koalisyona Jinê beşdarî rûniştinê bûn. 
Şandeya dadgehê biryara dewamiya girtina Maruf da û rûniştin taloqî 16'ê Îlonê kir.