Doza Denîz Poyraz: Yên teşwîqkar kî ne?

Danişîna doza kiryar Onur Gencer ê ku di êrîşa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de Denîz Poyraz qetil kir, dest pê kir.

İzmir-  3'yemîn danişîna derbarê kiryar Onur Gencer di 17’ê hezîrana sala 2021’an de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kir, tê dîtin.

Ji bo danîşana dozê ya li 6’emîn dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya destpêkir, Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Olûç, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Murat Çepnî, Dilşad Canbaz, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û nûnerên partiyan tevlî bûn.

Beriya danişînê gelek polîs bi hinceta “tedbîrên ewlehiyê” li korîdorên edliyeyê hatin bicihkirin. Dayika Denîz Poyraza hatî qetilkirin Fehîme, bavê wê Abdullah Poyraz û xwişk û birayên wê beşdarî danişînê bûn.

Danişîn bi hatina şandeya dadgehê destpê kir. Kiryar Onur Gencer ji girtîgeha ku lê tê ragirtin bi Pergala Agahdariya Deng û Dîtbar (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Danişîn bi  bi tespîtkirina nasnameyan didome.

"Heta hêzên li pişt kujer bên eşkerekirin em ê têbikoşin"

Beriya danişînê Alîkarê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Olûç û nûnerên Koordînasyona Jinan li ber edliyeyê daxuyanî dan.

Saruhan Olûç axivî: " Me ji roja destpêkê ve got ku ev ne kuştin, sûîqest û qetlîamek e. Ji aliyê yek kesî ve hatiye amadekirin û kirin. Tirkiyê baş dizanê ku li pişt êrîş û qetlîamên siyasî her tim rêxistineke çete û derdorên tarî yên ku di nava dewletê de disekinin heye. Ev ne cara yekem e, êrîşên bi vî rengî her tim wiha ne. Ev çeteyên tarî yên di nava dewletê de her tim hatine parastin. Hevala me Denîz Poyraz jî bi vî awayî hatiye qetilkirin.

Saruhan Oluç bal kişand ser mijara ya ku girîng ev e teşwîqkar kî ne û wiha got: “Em dizanîn; ku li pişt êrîş û qetlîamên siyasî her tim rêxistineke çete û derdorên tarî yên ku di nava dewletê de disekinin heye.”

“Em bêdeng namînin, natirsin û îtaet nakin.”

Endama Jin Bi Hev re Bi Hêztir e Zîlan Tanboga di axaftina xwe de wiha got: “Êrîşa li dijî Denîz Poyraz hatiye kirin ne tenê komkujiyek e. Ev êrîş êrîşek li dijî têkoşîna jinê hatiye kirine. Ev êrîş êrîşek li dijî daxwazên wekhevî, azadî û edaletê ye. Têkoşîna edaletê ya Denîz Poyraz, têkoşîna her kesî ye. Têkoşîna her jinê ya ji bo edaletê ye. Hûn dikarin ev tekoşîne di nava hewayeke tirs, zext, girtin û komkujiyan biseknîn. Em bêdeng namînin, natirsin û îtaet nakin.”