‘Divê jin bêdengiya li hemberî tundiyê bişkînin’
Komeleya Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan a Mexribê di hefteyekê de desteke derûnî û şêwirmendiya hiqûqî dide 100 jinên ku tundî li wan hatiye kirin.
HANAN HARITE
Mexrib - Seroka Komeleya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Mexribê Fatima Zehra El-Şawî derbarê tundiya ku jin rû bi ruyê wê dimînin, bandora wê li ser jiyana jinan û têkoşîna wan a li dijî tundiyê de pirsên me bersivand. Fatima Zehra El-Şawî di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re diyar kir ku rojane hin jin rastî şîdetê tên û nizanin ku tişta li dijî wan tê kirin şidet e.
Di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya zayendî de, bernameya Komeleya Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan a Mexribê çi ye?
Mîna hemû welatên cîhanê, hemû rêxistinên jinan ên Mexribê jî tevlî vê munasebetê dibin. Li ser asta komeleya me, di van rojan de em ji bo kesên nû hatine komeleyê perwerdeyan li dar dixin û ji bo hişyarkirina cidiyeta diyardeya tundiya li ser jinan û teşwîqkirina ragihandinê kampanyayan didin destpêkirin.
Xebata me ya îsal taybet e ji ber ku Mexrib ji bo ku bêedaletî û cudakariya li ser jinan bi dawî bibe atolyeyên sererastkirina Qanûna Malbatê vekirine.
Komele li ser gelek mijaran kar dike, weke diyardeya bazirganiya mirovan, ji ber ku em operesyonên hişyarkirinê li ser qanûna bazirganiya mirovan û peymanên navneteweyî pêk tînin.
Di statîstîkên curbecur de tê dîtin ku diyardeya şîdeta zewacê pir belav bûye, li gorî nerîna we serdemên wê çi ne û ev diyarde çawa dikare were çareser kirin?
Bi giştî şîdet her ku diçe zêde dibe. Şîdeta li dijî jinê ne tenê li mal û kargehan, li qadên giştî jî tê kirin.
Derbarê şîdeta zewacê de, ew di rêza yekem a êrîşên li ser jinan de cih digire, ji ber ku çend sedem hene ku di nav wan de aloziya rojane, hebûna hevjînan di cihekî girtî de, zêdebûna cudahiyan û nebûna lihevhatin û rêzgirtina di têkiliyan de ye.
Di dema karantînayê de, em bûn şahidê zêdebûna rêjeya şîdeta zewacê di encama girtina giştî de, ji ber vê yekê divê diyarde were ronîkirin da ku çareseriyên radîkal jê re werin dîtin.
Çareserkirina vê diyardeyê divê ji perwerdehiyê dest pê bike, ku roleke wê ya sereke heye. Ji ber ku beşdarî avakirina kesayetiya zarokê dibe, ji bo perwerdekirina wî li ser rêbazên başkirina muamele û dûrxistina tundiyê.
Rola medyayê jî di danîna nirxên mirovatiyê di bername û şanoyan de û rola wê di avakirina çanda nehiştina tundiyê de heye. Divê navendên rehabîlîtasyonê ji bo kesên ku dê bizewicin bên avakirin da ku wan li ser riya çêtirîn a jiyana malbatî perwerde bikin. Di asta perwerdeyê de jî divê li dibistanan redkirina çanda şîdetê bê xurtkirin û xwendekar ji mijara parastina mafên jinan haydar bibin.
Gelek jin rastî şîdetê tên lê ew nizanin ku tişta li wan tê kirin şîdet e, ji ber vê yekê divê kampanyayên hişyarkirina tundiyê bên zêdekirin.
Ev çar sal in ku zagona ji şidetê parastina jinan derxistin, hûn qanûna jimare 13-103 çawa dinirxînin û gelo vê zagonê karîbû diyardeya şîdetê di civaka Mexribê de kêm bike?
Hebûna qanûnek ku jinan ji tundiyê diparêze bi serê xwe tiştekî erênî ye. Tevî ku çar sal di ser derxistina yasayê re derbas bûye, lê rastî û amar zêdebûna tundiya li ser jinan eşkere dikin û ev qanûn nekariye şîdetê bi rêjeyek kêm jî kêm bike. Bi vê re jî mirov dikare bibêje ku ev qanûn rola ku jê re tê xwestin nelîst.
Rêxistinên jinan ên ku li dijî tundiya zayendî ne, daxwaza qanûneke taybet dikin, ne guhertina qanûnê.
Qanûn bersiv nedaye daxwazên tevgera jinan ên li welat û komên pê re têkildar bi taybet jin û keçan û parastina pêwîst ji wan re nekiriye. Dema em di qada sûc de dibêjin sirgûnkirina îstîsmarkar, mekanîzmayên wê çi ne û ji bo aktîfkirina vê sirgûnê me çi kiriye û dema ku em dibêjin divê îstîsmarkar li penagehekê bê bicihkirin û sewqî psîkiyatrîst bê kirin, derûnnasên ku dê vî karî bikin li ku ne? Rast e qanûn wek destkeftî tê dîtin, lê ew qanûn nebûye qanûnek ku jinan ji tundiyê di hemû qadên taybet û giştî de biparêze.
Tevger û komeleyên jinan ên ku li dijî tundiya li ser jinan têdikoşin, banga qanûnek ji bo çareserkirina bi bandor a tundiya li ser jinê dikin, hûn dikarin ji me re behsa van hewldanan bikin?
Ya yekem, em dixwazin ku qanûnek bi pîvanên navneteweyî hebe ku bi felsefe, pêşgotin û metodolojiya xwe jinan ji tundiyê biparêze. Ya duyem divê tenê di aliyê astengkirinê de nemîne û ji bo jinan aliyê pêşîlêgirtinê jî hebe û ji bo aktîfkirina wê jî mekanîzma bên danîn.
Rast e qanûnên me hinek pêşketî hene, lê çaxê têne sepandin, ew paş de dimînin, ji ber ku mekanîzmayên pêkanînê yên rast nayên danîn.
Eger ev şert neyên cîbicîkirin, qanûnek adil ji bo parastina mexdûrên tundiyê çênabe, ji ber ku dema qanûn hebe, her sazî rola xwe di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de radigire. Tundî mijarek niştimanî ye ku hemû sazî û berjewendî digre ser xwe û divê her sazî di wî warî de berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe.
Komele pêşwaziya jinên mexdûrên şîdetê dike, hûn ji bo jinên ku rastî şîdetê hatine çi xizmetê didin? Banga we ji bo jinên ku rastî şîdetê tên û nikarin eşkere bikin çi ne?
Bi jinên mexdûrên şîdetê re muameleya taybet tê kirin, di komeleyê de tên pêşwazîkirin û piştre li wan tên guhdarîkirin, piştre ji bo şêwirmendiya qanûnî an piştgiriya psîkolojîk, an jî her duyan, heke hewcedariya wê hebe, tê şandin.
Armanca me di nava komeleyê de xurtkirina şiyanên jinan e, em wan fêrî gihandina dadmendiyê dikin, ji ber ku ev yek li pêşiya jinan asteng e. Dema pêwîstiya jinan bi parêzeran hebe, parêzerên ku bi komeleyê re elqdar iin dikarin li dadgehan alîkariya wan bikin.
Xala herî girîng a ku em li ser dixebitin şikandina dîwarê bêdengiyê ye, ji ber ku tişta herî mezin a ku jin pê re rû bi rû ne ew e ku şiyan û cesareta wan a eşkerekirinê nîne.
Îro li ser astê navenda guhdarîkirinê ya komeleyê em her hefte pêşwaziya nêzîkî 100 jinên nû dikin, ku behsa tundiya ku li wan hatiye kirin dikin û wê eşkere dikin û berê ne wisa bû. Lê heya niha jî gelek jin hene newêrin li ser tundiya ku li wan tê kirin biaxivin û wê eşkere bikin.
Şîreta me ji wan re ew e ku tundiyê weke tiştekî ku girêdayî malbatê nebînin. Carinan hesta jinan heye ku ew sedema tundiyê ne, lewma em difikirin ku divê jin di vî alî de hişyar bin. Divê her cure şîdet neyê qebûlkirin û divê hûn zanibin ku tundî ne tenê lêdan e, tundiya devkî jî heye, her wiha bêqîmetkirina jinan tundî ye û tundiya aborî heye.