Di îdianameya Gurbet Fîda ya hat qetilkirin de cih nedan îşkenceyê!

Lêpirsîna der barê Gurbet Fîda ya ku meha Îlona derbasbûyî li Licê ji aliyê Alî Fîda ve bi çekê hatibû qetilkirin hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Di îdianameya ku di çarçoveya lêpirsînê de hat amadekirin de, hat xwestin ku kiryar Alî Fîda bi îdiaya "Bi qestî kuştîna hevjîna xwe" bê cezakirin. Di îdianameyê de cih nedayîna birînên li ser bedena Gurbet Fîda û negirtina îfadeyên xizmên Gurbet Fîda bal kişandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Gurbet Fîda ya 21 salî ku li Taxa Ziyaretê ya gundê Fîsê ya Licêya Amedê dijiya, di 13'ê Îlonê de ji aliyê kesê bi navê Alî Fîda ku pê re zewicî bû, bi çekê hat qetilkirin. Alî Fîda yê ku piştî qetilkirina Gurbet Fîda ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin û wî şandin girtîgehê. Di îdianameya ku der barê bûyerê de hat amadekirin de hat xwestin bersûc Alî Fîda bi sûcdarkirina “Bi qestî kuştina hevjîna xwe” bê cezakirin, îfadeyên wekhev yên xizmên Alî Fîda yên ku di îdianameyê de wekî gilîker û şahid îfadeya xwe dabûn jî bal kişand. Birîn û reşayî yên li bedena Gurbet Fîda ya ku di rapora otopsî ya pêşîn de hatin dîtin, di rapora Tiba Edlî ya ku tevlî îdianameyê bû de cih negirt.
"Ji xizmên Gurbet Fîda tu îfade nehatin girtin"
Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû amadekirin ji aliyê 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hat qebûlkirin. Di îdianameya ku îfadeyên kiryar, îfadeyên şahid û gilîkaran û Rapora Tiba Edlî jî cih girt de, serî li îfadeya xizmên Gurbet Fîda nehat dayîn. Di îdianameyê de cihgirtina peyvên wekhev ên îfadeyên xizmên Alî Fîda yên roja bûyerê li mal û gund bûn jî bal kişand.
Divê di rapora otopsî ya pêşîn de tundî bê lêkolînkirin!
Dema ku ji aliyê dozgeriyê re tu lêkolîn der barê rapora otopsî ya pêşîn a li ser bedena Gurbet Fîda birîn û reşayî ku hatine dîtin de nehat kirin, di îdianameya hat amedekirin de cih nedan wan agahiyan. Der barê birînên heyî de tu pirs ji bersûc û xizmên mexdûran nehatin kirin. Di rapora Tiba Edlî ya ji bo Gurbet Fîda ya ku ji ber ji yekê zêdetir fîşekên jî çekê derketiye jiyana xwe ji dest daye de ev agahî hatin dayîn: “Hat destnîşankirin ku mirina kesê ku bi guleya fîşekên tivinga nêçîrê birîndar bûye, bi encama, bi awayê şikestinên hestiyê serî, sternûm, xwînrêjiya mejî, zerara tevna mejî, birîna demara mezin û birîna organên hindir û xwînrijîna derva pêk hatiye.” 
Tenê xwestiye bitirsîne! 
Dema ku îdiayên dibêjin Gurbet Fîda ya di 17 saliya xwe de zewicî û xwedî zarokek e, 15 rojan bi zorê li malê hatiye girtin û rastî îşkenceyê hatiye nûbûna xwe diparezin, bersûc Alî Fîda di îfadeya xwe de parastina "tehrîk" kir. Bersûcê ku der barê çenteyê Gurbet Fîda ya li malê amadê hat ditîn û reşahiyên li bedena wê de tu gotinek negot, wiha got: “Min xapandiye. Min tenê xwest wê bitirsînim. Lê çek di cih de teqiya. Min nexwest bikujim. Bi xelet çêbû. Min bi zanebûn nekir.”
Ji sûcê "Bi qestî kuştina hevjîna xwe" ceza hat xwestin 
Di îdianameyê de hat xwestin ku bersûc bi sûcê "Bi qestî kuştina hevjîna xwe" bê cezakirin. Di îdianameyê de der barê daxwazê de ev agahî cih girtin: “Her çend gumanbar diyar kir ku dema wî xwestiye bitirsîne çekê li ser wê hedef kiriye çek teqiyaye û bi tesadufî pêk hatiye jî ji ber ku îfadeyên wî ji bo wî ji sûc xilas bike ye, ji îfadeyan re rêz nehat girtin û ji ber hevjîna xwe Gurbet Fîda ku bi awayekî fermî zewicî ye, bi qestî bi tivinga nêçîrê ji carekê zêdetir gule baranê qetil kiriyê, hat xwestin bersûc li gorî TCK 82/1-d bê cezakirin.