Di doza Leyla Aydemîr de îtîraz

Beraatkirina 7 bersûcên ku ji ber mirina Leyla Aydemîr a 4 salî ku piştî windabû 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, hat îtirazkirin.

Navenda Nûçeyan - Biryara dadgeha herêmî ya ku 7 bersûcên di derbarê Leyla Aydemîra 4 salî ya ku piştî windabû 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, ji nû ve dihatin darizandin beraat kir, ji aliyê dadgeha Temyîzê ve hat îtirazkirin.
Di daxwaznameya ku ji 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê re ku doz lê dihat dîtin de, ji bo radestî Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erziromê bê kirin, hat diyarkirin ku biryara dadgeha herêmî li dijî rêgez û hiqûqê ye û hatê bi bîr xist ku cihê Leyla lê hatiye ditîn bi qasî 3 kîlometreyan dûrî gund bû. Her wiha di daxwaznameyê de hat gotin ku dema cenazeyê bê rih ya Leyla hat dîtin cil û berg û pêlav li ser nebûn û wiha hat gotin: “Pir zehmet e ku mirovekî mezin jî bi derbasbûna di nav wan giyayan re 2,5 kîlometre dûrî gund bimeşe. Leyla bi tena serê xwe nikare ewqas dûr biçe. Kiryarên bûyerê hewl dan ku têgihîştinek çêbikin ku Leyla bi tena serê xwe ji gund dûr ketiye û paşê jî bi îradeya xwe kincên xwe derxistiye.”
Bila dosya ji nû ve bê lêkolînkirin 
Di daxwaznameyê de hat xwestin ku hukmên beraetê yên hemû bersûcan bên betalkirin, dosya ji nû ve bê lêkolînkirin û ji bo bê darizandin ji dadgeha asliye re bê şandin. Serlêdana îtirazê dê ji aliyê buroya eleqedar a cezayê ya li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Erziromê ve bê nirxandin.