Di derbarê rojnameger Roza Metîna de biriyara beraetê

Rojnameger û nivîskar Roza Metîna a di çarçoveya doza KCD’ê de tê darezandin beraet bû.

Amed- Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz li Edîtora JinNewsê û Endama Pena Kurd Roza Metîna hatibû vekirin.
4'emîn danişîna doza Metîna li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Metîna tevlî nebû de parêzerê wê Resûl Tamûr lê amade bûn. Dozger mutalaaya xwe ya ku di danişînê de beriya niha de xwendibû dubare kir û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" xwest 7 sal û 15 sal ceza li Roza Metîna bê birîn. Parêzer Tamûr, li dijî mutalaayê derket û xwest ku muwekîla wî bê beraetkirin. 
Piştî parastinê heyeta dadgehê, bi hinceta ku sûcên li ser Roza Metîna ne bidelîl in ji bo "endamtiya rêxistinê" ne bes in û biryara beraetkirina wê da.