Di derbarê Pervîn Buldan de lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku di danişîna doza qetilkirina Denîz Poyraz de bertek nîşanî heyeta dadgehê da, lêpirsîn da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Di danişîna ewil a dozê ya der barê qetilkirina Denîz Poyraz de, der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku bertek nîşanî rehetiya kujer Onur Gencer û helwesta cendirme û heyeta dadgehê ya li hemberî kujer da lêpirsîn hat vekirin.
Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hat destpêkirin de, hat îdiakirin ku Pervîn Buldan 'heqaret' li heyeta dadgehê kiriye. Pervîn Buldan bertek nîşanî helwesta sivik a Serokê 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya li hemberî kujer Onur Gencer da û wiha axivî: “Hûn nikarin ewqas sakîn ji vî mêrî pirsa bipirsin. Divê hun weke qatîl nêrî vî kujerî bibin. Ev mêr qatil e û li Minbicê perwerda DAİŞ’ê dîtiye û bi xwe DAIŞ ye.”