Di cînayeta Başak Cengîz de ji bo kûjer cezayê muebetê hat dayîn

Ji bo kujer Can Goktug Boz ê dema ku Başak Cengîz a mîmar di rê de dimeşiya, wê bi şûrê samuray qetil kiribû, cezaya muebeta girankirî hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Derbarê kujer Can Goktug ê dema ku Başak Cengiz li Ataşehîr a Stenbolê dimeşiya wê bi şûrê samûray qetil kiribû, bi sê sûcdarkirinên cûda muebeta girankirî û cezaya girtîgehê ya 5 salan hat dayîn.

Başak Cengîz a di encama êrişê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, kujer Can Goktug Boz ê hatibû binçavkirin, hatibû girtin.

Di sêyemîn daneşîna dozê de ku li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Edliya Anatoliya ya Stenbolê hatibû dîtin, derbarê kujer de biryar hat dayîn. Di îdianameya ku di encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anatoliya ya Stenbolê hat meşandin de hatibû amadekirin de Can Goktug Boz ê girtî bi sûcê ‘bi awayekê amadekirî, bi hîssên hovane ango bi êş kişandinê kuştin’, ‘Gefe bi çek’ û ‘kêr û amûrên din ên qedexekirî li ser xwe rakirin’ ve dihat darizandin.

Ji bo kujer Can Goktug Boz cezayê muebeta girankirî hat dayîn.