Der barê gardinaya ku Leyla Guven tehdît kiribû de serlêdana sûc

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven der barê gardiyana ku gef lê xwaribû de serlêdana sûc kir.

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan girtî ye, der barê gardiyana ku dema ji bo aşiyê çûbû revîrê bi hinceta ku ji destên wê di berîka wê de bûn li wir gef lê xwaribûn serlêdana sûc kir. Her wiha parêzerên Leyla Guven jî ji ber ku îdareya girtîgehê bi hinceta "gef li gardiyan hatiye xwarin" 11 roj cezayê hucreyê lê hatibû birîn, serî li Dadgeriya Înfazê ya Ceza ya Xarpêtê dan û îtiraz kirin. 
Çi qewimî bû?
Leyla Guven roja hevdîtinê ji aliyê keça xwe Sabîha Temîzkan ve hatiye ziyaretkirin û tiştên hatiye jiyîn Sabîha Temîzkan li ser hesabê xwe yê medyayê parve kiri bû wihane:
“Ez bi dayika xwe Leyla Guven re axivîm. Dayika min diyar kir ku ji ber dema ji bo derzîlêdanê ew birine revîrê destên wê di bêrîkên wê de bûn, ji aliyê gardiyanekî mêr ve hatiye tehdîtkirin. Gardiyanê bi navê 'Îsmaîl' ê ku got 'Destên xwe ji berîka xwe derxe', dema dayika min îtîraz kir bi gotina 'Tuyê ji niha û pê ve bibînî' bi awayekî vekirî gef li dayika min xwar. Dayika min Leyla Guven got ku gardiyan tevî astengiyên gardiyanan û Midûrê 2'emîn ê Girtîgehê jî gefên xwe domandiye. Dayika min got, “Ger ew nebûna dê tundiya fizîkî li ser min bikira.” Dayika min got ku ew ê der barê bûyera li cihê kamera hebûne pêk hatiye de serlêdana sûc bike.”  
Bi îdiaya “heqaret li gardiyan kiriye û gef lê xwariye” 11 roj cezayê hucreyê li Leyla Guven hatiye birîn.