“Dema ku civak ji aliyê hişmendî ve perwerdekirî be dê bûyerên wiha neqewimin”

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cezîrê Evîn Cûma têkildarî bûyerên kuştina jinan diyar kir ku ji bo ev diyarde ji holê rabe û bûyerên bi vî rengî neqewimin divê civak di aliyê hişmendî de perwerde bibîne.

NISRÎN KELEŞ

Qamişlo- Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Cûma got ku bûyerên kuştina jinan tehlûkeyê li ser tevna civakî çêdike û dibe sedema jihevketin û bêewlehiyê her wiha nermbûna kujerên jinan, sûcê parastina namûsê yan jî kuştina bê mebest û sivikirina ceza bi xwe re tîne loma sûcdar ji ceza netirse. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî şoreşa Rojava hişmendiya civakî zêdetir bû, vekirina navendên têkildarî jinan û karûbarên wê ku rastiya jinan guherand, bi rêjeyek cuda li gorî jiyana jinan, bû sedema pêkanîna wekheviyê li herêm û welatên cîran.

Rêvebera rêxistina mafên mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku diyardeya kuştina jinan li Rojhilata Navîn jî zêde bûye loma pêwîstî bi perwerdeyê heye. Her wiha da zanîn ku bi taybetî tundiya nava malê, çavkaniya hemûyan e, pirsgirêkek ku jin lê rast tên e, ev yek bi awayekî tund, bê pirs û hesab ji aliyê  mêrên malbatê ve tê kirin. Ev halet di salên dawî de ji ber şer û tundutujiyê zêde bûne ku ew jî yek ji ber encamên şer e.

“Malbat dibistanên civakê ne”

Evîn Cûma diyar dike ku her çend hewldanên ji bo dîtina çareyek ji êşên jinan re, bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye dîtîn jî çi bi qanûnên di berjewendiya wan de û çi bi rêxistinên jinan ên ku parastina mafên wan dikin, civak bi hêsanî nayê guhertin. Malbat dibistanên civakê ne, ger civakên rojhilat, werin asteke baş û haya wan jê hebe ku çawa zarokên xwe bi awayekî rast mezin bikin û civakan ava bikin, wê demê dê sûcên kuştinê jî kêm bibin.

Di piraniya dozên ku tê de jin tên kuştin, pirsgirêk di dadgehan de bi namûsê yan di bin sernavê kuştina ne bi qesd de tê girêdan, ji bo ku sûcdar ceza negire, çi bi îdiaya wî yan jî îdiaya ku malbata wî dike. Gelek caran eger sûcdar bira be, malbat bi dirûşma, "Me keça xwe winda kir, em naxwazin kurê xwe jî winda bikin" dest ji dozê berdidin. Namûs bûye maskeyek ku sedema rastîn a nakokiyên di nav malbatan de vedişêre.

“Qanûnên ku şîdeta li ser jinan sûc dibînin pêwîst e werin derxistin”

Evîn Cûma bi bîr xist ku divê qanûnên ku şîdeta li ser jinan sûc dibînin bên derxistin û wiha got: "Eger mijara şîdetê bê çareserkirin, em ê negihîjin qonaxa ku bi qesd û bê mebest veguhere kuştinê lê belê nermbûna li hemberî şîdetê bi hemû şêwazên wê gelek caran dibe sedem ku mexdûr jiyana xwe ji dest bide. Tundiya li ser jinan, nesepandina zagonan û nermbûn gelek caran dibe sedema mirina mexdûran û sûcdaran jî diparêze."

Evîn Cûma di berdewamiya axaftina xwe de got: "Zagon çiqas tund û bi bertek be jî eger neyên pratîzekirin, nikarin xizmetê ji civakê re bikin. Di bûyerên kuştina jinan de hişyariya civakê çareserî ye û hişyarî û parastina jinan di van rewşan de rizgariya jinan e."

Evîn Cûma berpirsiyariya hişyariya civakê li ser milên rêxistinên jinan û civaka sivîl digire, çi mafên jinan di jiyanê de, çi mafên wan ên wekhevî bi mêran re û wiha dibêje: “Divê qanûn bi aqilane bên girtin da ku xizmeta civakê bikin û zagona ku kuştina jinan bi namûsê ve girê dide divê bê guhertin. Li herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jixwe hatiye guhertin û kuştinên namûsê weke tawanên tam tên dîtin."

Evîn Cûma behsa bûyera di 11’ê Nîsanê de li bajarokê Çilaxa li bakurê rojhilatê Sûriyeyê qewimî kir û diyar kir ku qurbanî 20 salî bûye, her wiha ducanî bûye, ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin ku hê di ser zewaca wê de şeş mehan derbas nebibû. Ew di encama nakokiyên zewacê de ku dibe di hemû malbatan de rû bide, hat kuştin û ev yek jî ji ber bingeha sivik ku ev zewac li ser hatiye avakirin, nakokiyek hêsan veguherî pevçûnek mezin. Di encamê de sûcdar serê wê li dîwar xist û dema ku gihîşt nexweşxaneyê, ew û bebikê xwe di encama xwîna ku ku ser mêjî de mirin.”

Evîn Cûma diyar kir ku mêrê kujer hatiye girtin lê belê dosya hê nû ye û dadgehan heta niha lêkolînên xwe bi dawî nekirine û wiha got: "Mêr îdia dike ku niyeta kuştinê li gel wî tune bûye lê em weke rêxistineke mafên mirovan dixebitin da ku mafên wê û mafê her kesê biparêzin û em riya dozê dişopînin heta ku edalet pêk were."

“Divê malbat zarokên xwe li ser bingeha wekheviyê mezin bikin”

Di dawiya axaftina xwe de Evîn Cûma diyar kir ku ger bi awayekî qanûnî li ser tundiyê bê rawestîn dê rêjeya kuştina jinan gelekî kêm bibe lê ku tundî biçûk were dîtin dê kuştin jî wekî encameke xwezayî were dîtin û wiha got: "Dema ku malbat zarokên xwe, çi jin çi mêr li ser bingehek rast û mafên wekhev, mezin bike û ramanên baviksalarî di mêjiyê ciwanan de neçîne dê civakek bê tundî û li ser bingeha wekhevî û rêzgirtina di navbera her du aliyan de bê avakirin."