Daxwaza girtîgehê ji bo parêzerê ku kujerê jinê diparêze

Derbarê parêzerê failê ku Ceren Damar qetil kir Vahît Bîçak bi îdiaya "heqaret" û "heqaret li bîranînê kiriye" 10 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

Navenda Nûçeyan- Derbarê parêzerê Hasan Îsmaîl Hîkmet ê ku Erkdara Lêkolînê ya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Çankayayê Ceren Damar qetil kir, Vahît Bîçak ji ber di danişînan de îfadeyên ku li Cerenê bi kar anîbû, bi îdîaya "Heqaret" û "Heqaret li bîranîna kesî kiriye" doz hat vekirin. 
Di îdianameya ku tê xwestin heta 10 sal cezayê girtîgehê bê darizandin, ger parêzer Vahît Bîçak piştî dozê bê cezakirin de “Bi destûra saziyeke giştî yan jî rêxistineke pîşeyî ji kirina pîşe û hunerê ya di cewherê saziyeke giştî de, weke kesekî pîşêya serbest an jî bazirganekî di bin berpirsyariya xwe de ye bêpar tê hiştin” her wiha hat xwestin ku bi sepandina bendê ji hin mafên xwe bêpar bê hiştin.