Danişîna doza rojnameger Pinar Gayip û Semîha Şahîn hat taloqkirin

Doza der barê 4 kesên ku di nav wan de edîtora ETHA’yê Pinar Gayip û Semîha Şahîn jî hene hatibû vekirin, bêyî ku bê dîtin hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê darizandina rojnamegeran berdewam dike. Der barê 4 kesên ku di nav wan de edîtora ETHA'yê Pinar Gayip û Semîha Şahîn jî hene bi îdiaya "endama rêxistina terorê" û "propagandaya terorê" doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê beriya bê dîtin hat taloqkirin.

Danişîn ji ber şert û mercên hewayê lihevhatina rojek li Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) taloqî dîrokek pêş hat kirin.