Danişîna Doza Kobanê hat dîtin

Danişîna Doza Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 girtî 108 kes jê tên darizandin bi protestoyan despêkir.

Navenda Nûçeyan - Danişîna Doza Kobanê ya Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî tê de 28 girtî 108 kes jê tên darizandin îro hat dîtin. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê destpêkir

Nîşeyên ji dozê…

Ji bo parastina dozê hezar û 200 parêzeran bi dilxwazî peywir dan ser milên xwe û şandeyên ji 16 welatan hatine xwestin dozê bişopînin.

Bi hinceta di salonê de cîh nîne parêzer negirtin hindir, li cihê wan polîs bicîh kirin. Parêzerên HDP’ê daxwazkirin ji bo parastina dozê hemû parêzer têkevin hindir. Hevdîtina girêdayî mijarê parêzeran bi heyeta dadgehê re kirin bersiva nerênî girtin.

Di destê parêzeran de dosyayên heyî balêdikişandin.

Girtî bi SEGBÎS’ê tevlî danişînêbûn.

Parêzeran bertek nîşanî negirtina danişînê dan û salon terikandin.

Siyasetmendarên bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn dadgeh protesto kirin û diyar kirin ku bêyî amadebûna parêzeran venêrîna nasnaman nayê kirin.

Gelek nûnerên şandeyên ji welatan hatîn tevlî danişînê bûn.

Di danişîna bê parêzer hat despêkirin de Fîgen Yuksekdag got: “Diyar bû ev doz dê rolek çawan bilîze.” Selahattin Demirtaş jî bi gotina: “Em ne ji bo bên darezandin, ji bo darezandinê hatine.”

Danişîna Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî tê de 28 girtî 108 kes jê tên darizandin bi xwendina îdianameyê û protestoyan despêkir.

Îdianame li ber protestokirina serokê heyeta dadgehê hat xwendin.

Parêzeran li ser ÛYAP’ê daxwaza redda dadger kirine.