Dadgehê got; “Ger kiryar bi unîforma be, di bin zirxên me de ye"

Çawişê pispor Musa Orhan ê ku tecawizê Îpek Er kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, ji doza ku dihat darizandin, bi kêmkirina "rewşa baş" 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Parêzer Elîf Îpek Tirenç Ulaş, diyar kir ku ev biryar mînaka herî berbiçav a polîtîkaya bêcezabûnê ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Danîşina dawî ya doza ku bi sûcdariya “êrîşa zayendî ya bizanebûn” der barê çawişê pispor Musa Orhan ê ku tecawizê Îpek Er kiribû û bûbû sedem xwekuştina we de hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin. Dadgehê bi çarçoweya xala 102/2'yan ji sûcê 'êrîşa zayendî ya giran' 10 sal ceza li Mûsa Orhan birî.
Heyeta dadgehê bi hinceta "dibe ku bandoreke neyînî li paşeroja wî bike" û bi awayekî rêkûpêk beşdarî hemû danîşinan bûye, kêmkirina "rewşa baş" bi kar anî ceza daxist 10 salan. Her wiha biryar hat dayîn ku bi hinceta ku gumana revê ya kiryarê tecawizê tune ye, bi sepandina tedbîrên edlî bi rengekî negirtî were darizandin.
"Di tevahiya dozê de daxwazên binçavkirinê hatin redkirin"
Kiryarê tecawizkar Musa Orhan ê ku piştî Îpek Er a di 16'ê Tîrmeha 2020'an de ber bi xwekuştinê ve çû û li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da piştî bertekên li ser medyaya civakî di 19'ê Tîrmeha 2020'an de hatibû binçavkirin. Piştî îtîraza parêzer, kiryar hefteyek şûnde bi hinceta "gumana revê tune ye" serbest hat berdan.
Di dosyaya ku danişîna ewil di 16’ê Cotmeha 2020’an de hat dîtin de, kiryarê tecawizkar Musa Orhan di tevahiya dozê de ji ber hinceta ewlehiyê nehat dadgehê. Kiryar bi Pergala Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) beşdarî hemû danişînan bû. Di 4 danişînên beriya biryarê hatin kirin de hemû daxwazên parêzeran ên binçavkirinê hatibûn redkirin.
"Tenê ji ber sûcekî ceza hat dayîn"
Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Parêzer Elîf Îpek Tirenç Ulaş, diyar kir ku dadgeriyê bi biryara bikaranîna kêmkirina "rewşa baş" 10 sal ceza daye sûcdar peyamek daye jinên Kurd û bal kişand ku dadgeh bêyî bigihîje yek dengî bi piraniya dengan ceza daye. Elîf Îpek Tirenç Ulaş, diyar kir ku ji bilî sûcê "êrîşa zayendî ya bi wesf " ji sûcên "kes ji azadiya we bêparkirin” û "bûyera sedama mirinê" ceza nehatiye birîn û yek ji endamên dadgehê li ser beraatê şerh kiriye.
“Mûsa Orhan di tevahiya dozê de hat parastin” 
Elîf Îpek Tirenç Ulaş, diyar kir ku ji destpêkê ve doz ji bo parastina Musa Orhan tê meşandin û got ku ev biryar mînaka herî berbiçav a pêkanîna polîtîkaya bêcezakirinê ye. Elîf Îpek Tirenç Ulaş di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di demên dawî de polîtîkayên bêcezakirinê gelek tên meşandin.
Mûsa Orhan bi destên darazê û axaftinên kesayetên siyasî hat parastin û nehat cezakirin. Di vê yekê de para mezin a çawişbûna Musa Orhan heye. Em ji salên 90’î û vir ve şahid in ku dewlet bi xwe rêbaza parastina sûcên ku sûcdar bi unîformayan pêk tînin dike.”
"Ev biryareke li gorî pergala mêr bû" 
Elîf Îpek Tirenç Ulaş, destnîşan kir ku di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê ku demeke dirêj e tên meşandin de kesên bi unîforma di sûcên li dijî jinan de tên parastin û destnîşan kir ku ev polîtîka sedema herî mezin a zêdebûna tundiyê ne. Elîf Îpek Tirenç Ulaş anî ziman ku bi biryara di dosyayê de hatiye girtin,
hewl tê dayîn peyamek hem ji bo dadgeriyê, hem jî ji jinan bê dayîn û wiha got; “Jin ji destpêkê ve xwedî li dosyaya Îpek Er derketin. Li hemberî vê yekê desthilatdariya darazê bi awayekî cidî li ber xwe da. Bi vê biryarê re hat armanckirin ku hem ji bo dadgeriyê, hem ji jinan re û hem jî ji jinên Kurd re peyamek bidin. Ev biryar piralî ye û bi kêrî pergala mêr tê.
Li vir dewletê xwest ji jinan re biqîre, bibêje; 'Ger kiryar leşker be û bi unîforma be, di bin zirxên me de ye, di bin zirxên taybet ên bêcezakirinê de ye'. Bi vê yekê peyamek cidî ji her kesê re hat dayîn.”