Dadgehê 18 sal cezayê girtîgehê da failê ku xwest Gulîzarê qetil bike

Ji doza Azîz Karaman ê ku îşkenceya sîstematîk li Gulîzar Karaman dikir û hewl da wê qetil bike biryar derket. Fail 18 sal cezayê girtîgehê girt.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Gulîzar Karaman, li navçeya Erxeniya Amedê di roja 30’yê Gulana 2022’an de ji aliyê Azîz Karaman ê pê re di pêvajoya hevberdanê de de bû rastî êrişa bi çekê hat û bi birîndarî rizgar bû. Azîz Karaman jî piştî demekê reviya hat girtin û wî şandin girtîgehê. Dadgehê di danişîna biryarê de cezayê 18 salan ê girtîgehê da failê ku got; ‘Ez poşman im û mexdûr im.’

Rastî îşkenceya pergalî dihat

Gulîzar Karaman di dema zewacê de tundiyê lê hatiye kirin û di vê pêvajoyê de bi gefa qetilkirinê re rû bi rû dima. Demekê di malên stargehê de ma lê belê piştre çû gel malbata xwe. Fail bi hinceta belgeya hevberdanê bide, çû taxa Gulîzar Karaman lê dimîne û li wê derê bi çekê êriş kir.

Îtîraza jinan encam da

Di hewldana qetilkirina Gulîzar Karaman de destpêkê bi sûcê ‘li hemberî hevjîn bi qest birîndarkirin’ îdianame hat amadekirin. Dozgeriyê biryar da. Darizandin li Dadgeha Cezayê Asliye ye Erxeniyê were dîtin. Di danişînê de parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê îtiraz kirin, diyar kirin ku bûyer teşebusa qetilkirinê ye, xwestin dosya li Dadgeha Cezayê Giran were dîtin. Têkoşîna parêzeran encam girt, dosya ji nû ve hat amadekirin û şandin 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê.

18 sal cezayê girtîgehê li fail hat birîn

Di dema darizandinê de fail, parastina tehrîk kir, parêzerê wî jî belgeyek ku êriş rewa dike bi kar anî. Fail di her danişînê de, got ‘Ez poşman im, xweziya min nekira’ di pêvajoya darizaninê de gefa li dijî Gulîzar Karaman berdewam kir, li gel polîsan hat edliyeyê. Dadgehê di biryara danişînê de failê ku got ‘Ez poşman im, mexdûr im’ daxwaza tehliya xwe kir, ji sûcê ‘Bi qest teşebûsa kuştinê’ Cezayê giran ê muebetê da. Dadgehê diyar kir ku bûyer di qonaxa teşebusê de maye, ceza destpêkê daxist 15 salan, li hemberî hevjîn teşbusa qetilkirinê lê hat zêdekirin û ceza kir 18 sal.

‘Ev du sal in ez narazêm’

Gulîzar Karaman ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji ber gefên fail ewlehiya wê ya canî nîn e, anî ziman ku bi cezayê hatiye dayîn re xwe hinek di ewlehiyê de hîs kiriye. Gulîzar Karaman ku hedef dike li gel zarokên xwe jiyana nû ava bike û wiha got: “Her şev min digot ger were tehliyekirin ez ê çi bikim. Niha ez baştir im. Min gelek îşkence dît; min gelek zorî dît. Di vê pêvajoyê de tu bêbextiyek nema li min nekirin. Min tenê edalet xwest. Hê jî ez banga edaletê dikim. Tu jinek van tiştan heq nake.”