Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Semra Guzel red kir

Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza betalkirina biryara meclisê ya rakirina parêzbendiya wekîla HDP’ê Semra Guzel red kir.

Navenda Nûçeyan - Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana wekîla HDP'ê ya Amedê Semra Guzel a ji bo betalkirina biryara TBMM’ê ya ji bo rakirina parêzbendiyê de red kir.

Semra Guzel ku parêzbendiya wê di 1'ê Adarê de hat rakirin, ji bo betalkirina du biryarên cuda yên TBMM'ê yên ji bo rakirina parêzbendiyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn jî du serlêdanên cuda nîqaş kir. Dadgehê serlêdanan kir yel, biryar da ku her du biryarên der barê rakirina parêzbendiya Semra Guzel de li dijî destûra bingehîn, qanûn û Rêziknameya Meclisê ne û daxwazên betalkirinê bi yekdengî red kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn, di serlêdanên betalkirina biryara TBMM’ê de, daxwaza betalkirinê bi biryara teqez ve girê dide. Piştî ku hinceta biryara redkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn bê nivîsandin dê pêvajo temam bibe.