Dadgeha Bilind cezayê ku li îstîsmarkar hatibû birîn betal kir!

Cezayê li xwediyê marketê Mehmet Şîrîn Bîngol ê ku li Amedê du salan îstîsmara zayendî li dijî zarokan kiribû, ji aliyê Dadgeha Bilind ve bi hinceta "Gotinên zarokan bi nakok in" ve hat betalkirin. Danişîna doza ku ji nû ve hat vekirin dê di 31'ê Adarê de li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Mêrê bi navê Mehmet Şîrîn Bîngol ê li Amedê xwediyê marketê ye, di navbera salên 2016-2017'an de gelek zarokên ku ji bo kirîna tiştan hatibûn marketa wî îstîsmara kiribû. Der barê Mehmet Şîrîn Bîngol ê ku piştî bûyerê ji aliyê malbatan ve hat eşkerekirin, hatibû girtin, di sala 2018’an de doz hatibû vekirin. Cezayê Mehmet Şîrîn Bîngol ku piştî danişîna dozê 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin. Dadgeha Bilind bi hinceta "Gotinên mexdûran li hin cihan bi nakok in" û " Tu delîlên din ên ku îstîsmarê îsbat bikin tune ne " xwest doz careke din bê dîtin.
Du salan bi berdewamî zarok îstîsmar kirine!
Li gorî agahiyên di dosyayê de cih digrin, îstîsmara li dijî zarokan ku di Îlona 2016’an de dest pê kiribû, heta dawiya sala 2017’an berdewam kir. Sûcdar du salan bi awayekî sîstematîk îstîsmara zayendî li dijî gelek zarokan kir. Piştî bûyera ku yek ji wan zarokan ji malbata xwe re got derket holê, malbatan der barê xwediyê marketê Mehmet Şîrîn Bîngol de gilî kirin. Piştî gilîkirinê kiryar hat girtin û şandin girtîgehê.
Îfadeyên zarokan têrker nehatin dîtin!
Pêvajoya darazê ya lêpirsînê ku piştî gilîkirinê hat vekirin di sala 2018’an de dest pê kir. Di encama doza ku hat dîtin de ji bo kiryar ji îstîsmara zayendî ya li ser zarokê 12 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Dosyaya ku piştî cezayê hat dayîn, sewqî Dadgeha Bilind hat kirin, bi biryara dubare dîtina dozê hat betalkirin. Dadgeha ku bi dîtina îfadeyên bi nakok ên zarokên rastî îstîsmarê hatine ceza betal kir û dosya ji nû ve  şand dadgeha herêmî.
Danişîna dozê dê 31'ê Adarê bê dîtin
Danişîna dosyaya ku piştî hat şandin ji nû ve hat vekirin dê 31'ê Adarê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Bersûcê ku girtî ye, di pêvajoya dozê de dê girtî bê darizandin.