Dadgeha Bilind biyara cezayê li Ayşe Gukkan hatibû birîn xira kir

3'yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind biryara 30 sal cezayê girtîgehê yê li berdevka demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan hatibû birîn, weke "bêhevseng û bêhevgirî" nirxand û xira kir.

Navenda Nûçeyan- Ji berdevka demê ya Tevgera Jinên Azad -TJA Ayşe Gokkan re di darizandinên ku bi îdiaya "rêvebera rêxistina terorê ye" û "Endama rêxistina terorê ye" ya li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, di 20’ê Cotmeha 2021’ê de 2 caran ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" bi giştî 30 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Parêzerên wê biryara der barê Ayşe Gokkan de hat dayîn şandin Dadgeha Bilind.

Biryar hat xirakirin

3'yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind a biryara xwe ya li ser danişîna dîroka 30'ê Adarê hat dîtin îro ragihand, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê bi îdiaya "Bi zanebûn û dilxwazî ​​alîkariya rêxistinê kiriye" ya li Ayşe Gokkan hatibû dayîn, bêhevseng û bêhevgirî" dît û biryara xirakirine da. 3'yemîn Daîreya Ceza, 30 sal cezayê girtîgehê yê ji Gokkan re bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê kiriye" û bi îdiaya "endama rêxistina terorê" 7 sal 6 meh û 12 sal cezayê girtîgehê cuda cuda lê hatibû dayîn, ji ber ku riya Îstînaf xilas nebû dosya nayê qebûlkirin dît.