Cezayê muebetê yê li Nevîn Yildirim hatî birîn hat erêkirin

Lijneya Cezaya Giştî ya Dadgeha Bilind cezayê muebetê ya Nevîn Yildirim erê kir

Navenda Nûçeyan – Nevîn Yildirim a li Ispartayê Nurettîn Yavaşê ê li dijî wê tecawiza sîstematîk, tundî û şantajên kirî bû bi mafê xwe parastinê kuşt û cezayê muebbetê girt, cezayê lê hatî birîn ji aliyê Lijneya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
Nevîn Yildirim a li gundê Korukaya ya navçeya Yalvaç a Ispartayê dijiya, 28'ê Tebaxa 2012'an neçar mabû Nurettîn Yavaş ê ku gelek caran destdirêjiya zayendî lê kiribû bikuje. Dadgeh, di darizandinê de ji bo Nevîn Yildirim kêmkirina "rewşa baş" û "tehrîka bêmaf" pêk neanî û di sala 2015'an de cezayê muebetê lê birî.
Piştî biryara derbarê Nevîn Yildirim hat teymiz kirin, dosya çû 1'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind. Komîteya Odeyê ya ku lêkolina Temyiz temam kir, ji ber ku li ser awayê sûc û îfadeyên şahidan hat dîtin ku ev sûc ne ji aliyê kesekî ve hatiye kirin, ji bo naskirina hevkarên sûcdar serlêdana sûc kir. Dadgeha Cezayê Giran a Yalvaç, piştî lêpirsîna ku di biryara Dadgeha Bilind de hat dayîn, di sala 2018’an de biryar da ku bersûc Nevîn Yildirim ji ber sûcê "kuştina bi qestî" bi cezayê muebetê were ceza kirin. Lijneya Cezaya Giştî ya Dadgeha Bilind bi nirxandina dosyayê cezayê muebbetê erê kir.
Di biryara pêwîstekî de îdaya “Bi xwestek"
Di biryara pêwîstekî de hat destnîşankirin ku di bûyerê de ji mexdûr der heqê bersûc de tu kiryareke nehiqûqî tune ye, hat îdiakirin ku bersûc bi xwesteka xwe bi mexdûr re têkili jiyaye.