Cezayê Ayşe Gokkan wekî "pêdiviya civakî ya lezgîn" hat dîtin

Biryara bi hincet a 30 sal cezayê girtîgehê ji bo Ayşe Gokkan, hat amadekirin. Di biryarê de hemû xebatên ku Ayşe Gokkan di jiyana xwe ya siyasî de kirine wekî hêmanên sûc hatin dîtin, xebatên wê wekî “ji bo jiyana demokratîk tehdîdeke cidî ye” hatin binavkirin.

 
MEDÎNE MAMEDOGLU 
Amed- Der barê berdevka demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a ku di jiyana xwe de 80 caran hat binçavkirin û 8 caran jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat darizandin, bi sûcên cuda zêdetirî 200 lêpirsîn hatin vekirin. Ayşe Gokkan ji dozên ku bi wan lêpirsînan hatibû vekirin 30 sal cezayê girtîgehê girt. Biryara ceza ji parêzeran re hat ragihandin.
Di biryara bi hincet de, hemû xebat û civînên ku Ayşe Gokkan beşdar bûne cih girtin. Di biryara bi hincet a 121 rûpelî de îfadeyên 5 şahidên veşarî hatin girtin, di biryarê de bi taybetî îfadeyên der barê TJA, KJA û Komeleya Jinan a Rosa de bal kişandin. Parêzerên ku biryara hatiye amadekirin weke “felaket” pênase dikin dê îtîraza biryarê bikin.
Çandina şitilan wekî endamtiya rêxistinê hat hesibandin
Bi delîlên wekî "Parastina bersûc, raporên înfazê, raporên lêkolînê yên belgeyên hatine desteserkirin, qeydên kasetan, guhdarkirin, weşanên qedexekirî yên ku ketine dest, raporên lêkolînê yên çavkaniya vekirî, hevpeyvînên ku bersûc daye, qeyda hatin û derketina derveyî welat û îfadeyên şahidan (nepenî/vekirî) li berçav girtin û di biryara bi hincet de çandina şitlan a Ayşe Gokkan a li goristanê, îfadeya bikararîna Kurdistan, endambûna KCD'ê û bi stranên ku di civînên jinan ên beşdar bûbû gotine, wekî hêmanên sûc hatin dîtin. 
Di dosyayê de îfadeyên şahidên veşartî yên 3 sal berê cih girtin
Di biryarnameya ku tê de îfadeyên şahidên veşartî yên binavê "ZS35SN58UV52PG10", "Uzay", "Hafiz", "Firar", "Ezel" ku di sala 2018’an de hatibû girtin, der barê Ayşe Gokkan de îfadeyên ku ew endama rêxistinê ye û perwerdeya çekan dîtiye cih girtin. Hat hînbûn ku şahidên veşartî di dosyeyên cuda de bi heman navan îfade dane. Parêzeran daxwaz kirin ku şahidên veşarî bînin dadgehê û careke din bên guhdarîkirin, şahidên ku 3 sal berê îfadeya xwe dane hê jî nehatine dîtin.
Ayşe Gokkan "tehdîdeke cidî" ye
Hemû hevokên ku Ayşe Gokkan dema di Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bû, axivîbû, bi guhdarîkirina  di dosyayê de cih girt. Her wiha parlamenteriya timî, berdevka TJA'yê û wezîfeya wê ya di Komeleya Jinan a Rosa de di dosyayê de weke endamtiya rêxistina terorê û sûcdariya propagandayê hat dîtin. Dadgehê çalakî û xebatên Ayşe Gokkan ji bo jiyana demokratîk tehdîdeke cidî ye dit, dadgehê destnîşan kir ku bi îfadeyên "bûyerên ku bi kiryar û gotinên xwe teşwîq bikaranîna tundî û rêbazên nedemokratîk kirine û ji bo endama rêxistinê zêde bike û aligirên rêxistinê zêde bike, di şert û mercên berdewamiya şerê çekdarî de tundûtûjiya rêxistinê meşrû bike xebat meşandiye “û diyar kir ku cezakirina bersûc pêwîstiyeke civakî ya lezgîn e.” 
Cihgirtina di KCD'ê de wekî sûc hat dîtin 
Di nirxandina cezayê ku di biryarê de hat dayîn de ev tişt hatin gotin: "Di lêkolînan de derket holê ku bersûc beşdarî xebat û çalakiyên ku di dîrokên cuda de ji bo propagandaya rêxistina terorê ya PKK/KCK hatine organîzekirin bûye. Bersûc bi awayekî aktîf di nava KCD’ê de cih girtiye û di çarçoveya dosyayê de bi gelek kesên din ên hedef re agahî û têkiliyên wê hebûye. Li avahiya Mêvanxaneya Şaredariya Amedê ku di navbera diroka 04.02.2013 û 20.10.2013’an de civînên KCD’ê lê dihatin kirin gelek caran çûye hatiye, di hinekan de axiviye û di hinekan de jî der heqê wê de hatiye axaftin. Di Koordînasyona KCD’ê de cih girtiye û li ser Xweseriya Demokratîk axiviye. Lêkolînên çavkaniyê vekirî yên li ser bersûc, di qeyda ku diroka 04.02.2013'an de, di malpera KCD'ê re hat girtin de, navê bersûc wekî nûnertiya KCD'ê ya Mêrdînê derbas bûye û di xebatên DOKH (Tevgera Jina Azad a Demokratîk) ku pêkhateya KCD’ê ye û rêxistina jinan e û KJA ku di heman demê de rêxistina jinan e bi navê ‘terorê’ cih girtiye. Dema ku qeydên kasetên di encama destgirtin û tomarkirina ragihandinê de hatine bidestxistin, îfadeyên şahidên veşartî û eşkere, belgeyên rêxistinî yên di lêgerînan de hatine bidestxistin û deqeyên îmtîhanê û tevahiya dosyayê bi hev re tên nirxandin. Hat dîtin ku bersûc endama PKK/KCK’ê ya rêxistina terorê ya çekdar e, di nav rêxistinê da xebatan dimeşîne û di avahiya xwe da li gorî ferman û talîmata rêveberên xwe yên payebilind tevdigere û sûcê endamtiya PKK/KCK’ê ya rêxistina terorê ya çekdar e, hatiye fêmkirin sûcê endamtiya rêxistina terorê kiriye."
Parêzer dê îtîraz li biryarê bikin
Parêzerên ku biryar weke “felaket” dibînin, di dawiya dosyaya ku dê bi berfirehî lêkolîn bikin de dê îtîraz li biryarê bikin. Paşê dê dosya ji Dadgeha Bilind re bê şandin.