‘Bi qedexeyan pêşî li maf û azadiya hemwelatiyan digrin’
Parêzer Gulan Kalelî li ser pêkanînên kêfî û qedexeyên di demên dawiyê de zêde bûne axivî û bal kişand ku bi vê yekê azadî û mafên hemwelatiyan tên astengkirin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Di pêvajoyên dawî de li Kurdistanê ji ber daxuyaniyên çapemeniyê bi sedan kes hatine binçavkirin û rastî nêzîkahiyên xirab hatin. Bi mertalan bûn asteng û nehiştin ku rojnameger dîmen bikşînin, di dema daxuyaniyan de girseya gel bi saetan xistin dorpêçê û hatin rawestandin. Parêzer Gulan Kalelî, ji ber ku beşdarî daxuyaniya ji bo Nagîhan Akarsel bû, ji aliyê polîsan ve hat derbkirin. Ji ber şîdeta ku dît serlêdana sûc kir û diyar kir ku demên dawî di bin navê ‘ewlehiyê’ de pêkanînên hêzên ewlehiyê zêde bûne û ev yek jî dibe sedema binpêkirina mafan.
‘Pêşî li azadiya tevgera mirovan tê girtin’
Gulan Kalelî got ku biryarên qedeqeya ji bo civîn û xwepêşandanan piştî sala 2015’an dest pê kirine, tevî ku ji derveyê hiqûqê ne jî biryar ji aliyê waliyan ve tên dayîn û bal kişand ku tiştên tên kirin kêfî ne. Gulan Kalelî da zanîn ku dewlet bi rêbazên normên hiqûqê yên ew bi xwe datîne, qada demokratîk teng dike û pê re jî pêşî li azadiya tevgera mirovan digre.
‘Bi qedexeyan gelek tişt hatin binpekirin’
Gulan Kalelî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bêguman ji sala 2015’an heta niha pêkanînên wiha zêde bûn. Dema ku em dibêjin mafê civîn û meşê tê astengkirin, di esasê xwe de gelek tişt di nava vê de tên binpêkirin. Li cihên wisa nahêlin rojnameger dîmen bikşînin, hem çapemenî hem jî azadiya îfadeyê tê astengkirin. Bi van hemûyan re bi taybetî di demên dawî de tişta ku zêdetir em rast tên ew e ku beriya daxuyanî dest pê bike, mudaxele çêdibe û digrin dorpêçê. Astengkirina civîn û xwepêşandanan bi xwe re gelek binpêkirinan tîne.”
‘Jinên ku serî natewînin tên hedefgirtin’
Gulan Kalelî ragihand ku bi qedexeyan, di mudaxeleyan de zêdetir jin ten binçavkirin û rastî muameleya xirab tên û diyar kir ku di vê pêvajoyê de ji ber ku jin serî natewînin tên hedefgirtin û bi polîtîkayên têkbirinê re rûbirû dimînin. Gulan Kalelî da zanîn ku dewlet feraseta xwe ya sedsale ya li dijî jinan didomîne û bal kişand ku bi polîtîkayên şer zextên li dijî jinan zêde bûne.
‘Pergalek ku îşkenceyê vedişêre heye’
Gulan Kalelî bal kişand ku tevî di zagonan de îşkence qedexe ye jî di pratîkê de nayê pêkanîn û got ku li dijî çalakiyên ji bo mafên demokratîk mudaxeleya hêzên ewlehiyê sûc e û divê ev sûc werin şopandin.
Gulan Kalelî bal kişand ku îşkence di zagonê de sûc e, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Tevgereke mirovan ku di zagonan de weke mafê magezagonî hatiye pênasekirin, bi mudaxeleya hêzên ewlehiyê yên ku bi hincetên ewlehî û polîtîk dikin tê astengkirin. Li Amedê di demên dawî de mirovan digrin dorpêçê. Tişta ku em dibêjin dorpêç di rastiyê de ne ji bo ewlehiyê ye, astengkirin û rawestandina mirovan e. Bi saetan di bin zextê de girtina mirovan û bêdengkirina wan, muameleya xirab e. Dema ku îtiraz çêdibe polîs bi gotina ‘Ez dewlet im, destûr nadim’ bersiv dide. Ev yek jî nîşan dide ku polîs bi çi armancê li wê derê kom bûne. Em dikarin bibêjin ku di mijara îşkenceyê de pergala dewletê bûye yek. Di mijara belgekirina îşkenceyê û darizandina kiryarên wê de jî tiştek nayê kirin. Dozgerî di van mijaran de tiştek nake. Em bi rehetî dikarin bibêjin ku pergaleke ku îşkenceyê înkar dike û vedişêre heye.”