Betûl El-Hesen li dijî îstîsmarkirina zarokan dest bi pêngavek dike

Zêdetirî nîv milyon zarok li Iraqê di bin temenê 15 salî de di nav kargehên berhevkirina qirêjî de ne yan jî wek firoşgehên gerok li kolanan dixebitin. Ev zarok girêdayî kesên ku ew li gorî xwe dixebitînin dimînin û ji wan re pere dibin

Zêdetirî nîv milyon zarok li Iraqê di bin temenê 15 salî de di nav kargehên berhevkirina qirêjî de ne yan jî wek firoşgehên gerok li kolanan dixebitin. Ev zarok girêdayî  kesên ku ew li gorî xwe dixebitînin dimînin û ji wan re pere dibin
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda - Raportek berê ya UNICEF’ê diyar kir ku bêtirî 7 milyon zarokên Iraqê hewceyê alîkariya madî û derûnî ne. Di Roja Navneteweyî ya li Dijî Xebitandina Zarokan a îsal de ku dikeve roja 12’ê Hezîranê, rêxistinê got ku xebitandina zarokan li Iraqê ji ber şerê çekdarî û mercên aborî, zêdebarî ji ber nexweşiya koronayê zêde dibe.
Bi zêdebûna karkirina zarokan rojnamevan û çalakvan Betûl El-Hesen bi riya ajansa me, li dijî xebitandina zarokan kampanyayek da destpêkirin.
Çete zarokan ji xwe re dikin hincet
 Betûl El-Hesen teqez kir ku bêdengiya li hemberî karkeriya zarokan mijarek negatîf e ku dikare encamên nebaş di pêşerojê de bi xwe re bîne û got: "Sedema belavbûn û girankirina vê diyardeyê nebûna tedbîrên hukûmetê yên berbiçav û qanûnên bi bandor e ku nikare hawirdorek guncav ji bo zarokan ava bike û pêşî li xebitandina wan bigre.”
Der barê balkişandina ser xetera karkirina zarokan de got; "Piştî ku diyar bû çeteyên gerok hene zarokan ji xwe re dikin hincet ji bo dirav, gel dest bi balkişandina ser vê mijarê kir
Der barê hewcehiya bidawîkirina diyardeya karkeriya zarokan de Betûl Hesen destnîşan kir ku dema hikûmet hewl bide vê diyardeyê biqedîne, ew alternatîfek nade û çareseriyan nabîne. Ji ber vê yekê, çawa ku hêzên ewlehiyê yan polîsên civatî pişta xwe didin wan, ev zarok vedigerin ciyên xwe û karê xwe dikin
Karên bi vîr rengî pêşî li gelek hînbûyînên xirab vedike
Der barê girankirina metirsiya karkirina zarokan de bawer dike ku rastiya hebûna jîngehek tirsnak û pêşerojek nediyar ji bo zarokan îsbat kiriye û wiha domand: "Ev diyarde ji bo pêşeroja van zarokan jîngehek tirsnak peyda dike. Hebûna zarokek li kolanê wekî firoşgehekî gerok dê pêşî li gelek karên din ku pere bîne veke, dibe ku ew dizî yan madeyên hişbir bin, nexasim komên qaçaxkariya mirovan ku pir baş dikarin van zarokan îstîsmar bikin da ku bigihîjin mebestên xwe û ji ber vê yekê divê hikûmet girîngiyê bide vê dosyayê û çareseriyên radîkal bibîne da ku ev diyarde ji holê rabe.”
Betûl Hesen bi saya kampanyaya xwe, hewl dide ku balê bikşîne ser metirsiyên karkeriya zarokan da ku bêtir dengên ku vê kiryarê red dikin kom bike û bi vî rengî zextê li hûkumetê bike da ku qanûnan li gorî berjewendiyên zarokan biguherîne. 
Benda 29’an a destûra bingehîn a Iraqê destnîşan dike ku dewlet parastina dayikî, zaroktî û pîrbûnê dixe bin temînatê û ciwanan xwedî dike divê ku dewlet tedbîran ji bo parastina wan bigre.
Zarokên di mercên xirab de tên xebitandin hînê rûyê jiyanê yê nexweş dibin
Betul Hesen piştrast dike û dibêje; "Xebitandina zarokan li hawirdora kar û xebata dijwar û hiştina wan li cem zilamên ji temenê cur be cur, wan bi fikrên xirab re rûbirû dihêle, nemaze yên ku wekî firoşkariya kolanê dixebitin û fêrî binpêkirina rûmet û hişkiyên ve jiyanê dibin.”
Betûl El-Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li rojnamevan û çalakvanan kir ku beşdarî hemleyê bibin da ku jiyana zarokên li Iraqê rizgar bikin