"Ayşe Gokkan di dosyayek ji bê usuliyan dagirtî de hat darizandin"

Parêzer Ozum Vurgun, diyar kir ku doza di der barê Berdevka Demî TJA'yê Ayşe Gokkan de ji serî heta dawî bi bê usuliyan hatiye meşandin û dazanîn ku sedema cezayê wê di biryara bi hincet de diyar bibe. Ozum Vurgun, bilêv kir ku bi cezayê ji aliyê hikûmetê ve hatiye dayîn dixwazin peyamekê bidin jinan û destnîşan kir ku bi cezayên hatine dayîn têkoşîna jinan nayê tepisandin.

MEDİNE MAMEDOGLU
Amed– Di doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku bi salan e di qada têkoşîna jinan de dixebite tê darezandin de, bi giştî 30 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Bi îdiaya "rêvebira rêxistinê","endamtiya rêxistinê" ji bo Ayşe Gokkan cûda cûda ceza hat dayîn. Der barê Ayşe Gokkan a ku di tevahiya jiyana xwe de 80 caran hat binçavkirin û 8 caran bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat darizandin, zêdeyî 200 lêpirsîn hatin vekirin. Dema ku jinên çar aliyên Tirkiyeyê bertek nîşanî ceza didan, komeleyên jinan jî li ser hesabên xwe yên medya yê bi nivîsên "Em Jin in, Kurd in û Li vir in" peyama piştgiriyê dan Ayşe Gokkan.
"Ceza bi armanca tirsandina jinan hat dayîn" 
Piştî danişînê parêzeran cezayê hatî dayîn îtîraz kirin û dosya birin Dadgeha Îstînafê. Yek ji parêzerên ku di tevahiya pêvajoyê de dosya dişopand, Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Amedê Parêzer Ozum Vurgun cezayê ku hatiye dayîn ji ajansa me re nirxand. Ozum Vurgun diyar kir ku ew ceza di şexsê Ayşe Gokkan de ji bo jinên di nava têkoşîna jinan de bitirsînin hatiye dayîn û diyar kir ku Ayşe Gokkan piştî ceza bi awayekî xurt û bi moral ji salonê derket.
"Darizandin bi bê usuliyê tijî ye”
Uzum Vurguna da zanîn ku doz ji destpêkê ve bi bê usultiyê hatiye meşandin û got ku sedema cezayê hati dayîn hîn jî ne diyar e. Ozum Vurgun sedema cezayê dê di biryara bi hincet de bê ronîkirin jî got, “Di dosyaya Ayşe Gokkan de gelek bê usulî hene. Berî her tiştî, pirsgirêkek di xalên li cîhê wergerê de heye. Hema bêje tu dosyayên hatî li hev kirin ne hat şandina girtîgehê. Ji ber ku ev dosya neçûn girtîgehan, Ayşe Gokkan der barê darizandinê de nekarî parastineke saxlem bike. Dîsa di gelek rûniştinan de bi hinceta ku SEGBÎS'ê girtî ye, rewşên ne hatî amede kirin hebû. Di danişîna berê ya beriya danişîna biryarê de li dijî parêzer û parastinê êrîşêk hebû. Bi rastî em jî sedema cezayên hatî dayîn nizanin.”
"Ji heman sûcî tenê carek tê darizandin”
Ozum Vurgun, anî ziman ku li ser heman sûcdariyê ji carekê zêdetir darizan li dijî hiqûqê ye û destnîşan kir ku tenê mînaka vê yekê di Dadgeha bilind de tê dayîn. Ozum Vurgun di derbarê mijarê de wiha got: “Em ê hemû parastinên xwe li gorî biryarên bi hicet çêbikin. Rastiya ku bi heman sûcî gelek caran hate darizandin û ceza kirin bi rastî yek ji wan dozan e ku mînakên wê di wateya dadrêsî de gelek caran nehatine dîtin. Min tu carî dozek ku heman sûc ji yekê zêdetir were hatiye darizandin nedîtiye. Em rastî gelek mînakan nehatin, lê dosyayên ku em dizanin di Dadgeha Bilind de hene. Di derbarê wê de biryarên me yên baş hene. Cezayê ku ji ber sûcê alîkariya rêxistinê girt, cezayê endamtiya rêxistinê bi cih tîne. Ji vî sûcî qasî endamtiyê ceza girt.”
"Têkoşîna jinan tirsa herî mezin a hikûmetê ye" 
Ozum Vurguna ku dibejê, "Cezayên ku li ser darizandina siyasetmedarên jin û xebatên jinan tên birîn, bi sûcdariya endamtiya rêxistinê tên dayîn" û da zanîn ku ev pêvajo pêvajoyeke ku armanca wê tinekirin û tepisandina têkoşîna jinê ye. Ozum Vurguna diyar kir ku cezayê hikûmetê daye Ayşe Gokkan, careke din nîşan dide ku çiqasî ji jinan ditirse û anî ziman ku têkoşîna jinê û hêza wê bûye tirsa herî mezin a hikûmetê. 
“Berxwedana Ayşe Gokkan hêvî da me” 
Uzum Vurgun, diyar kir ku jin bi cezayê li Ayşe Gokkan tê birîn bihêztir bûne û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ayşe Gokkan jinek e ku demek dirêj e di nav têkoşîna jinan de cih girtiye û jiyana xwe di têkoşîna jinan de derbas kiriye. Bi vê cezakirinê re hate xwestin ku di şexsê Ayşe Gokkan de peyamekê bidin hemû jinên ku têkoşîna jinê dimeşînin. Me dît ku Ayşe Gokkan piştî biryarê çiqasî bi hêz û moral bû. Ev vîna wê hêz dide me. Têkoşîna jinê tenê li qadan nabe. Têkoşîna jinê pêvajoyek e ku di mejiyê jinê de dest pê dike. Em jin dibêjin bi cezayê ku li Ayşe Gokkan hat birîn em netirsiyan û bi hêztir bûn. Ev berxwedan û têkoşîn hêvî da me. Em ê bi şîara Em Jin in, Kurd in û Li vir in, her tim bi pêş ve biçin."