Aktîvîstên Tûnisî: Bi zagonan tenê jin nayên parastin

Aktîvîstên Tûnisê dan zanîn ku tevî pêşketina zagonî ya Tûnisê, jinên xwedî pêdiviyên taybet hê jî ji ber dûrxistinê zehmetiyan dikşînin. Aktîvîstan gotin: "Zagon bi tena serê xwe pêdiviyên jinan çareser nakin."

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Tevî zagonên pêşketî yên Tûnisê ku ji beriya serxwebûnê ve piştevaniya jinan dikin, van zagonan bi tevahî jinan ji tundî, zordarî û binpêkirinan naparêzin.

Çalakvan bang dikin ku pêwist e ji bo guhertina zihniyetên baviksalar ên ku tundiyê li dijî jinan gur dikin û nepenîtiyê paşguh dikin, xebat were kirin.

'Zagonê cudahî û pirrengiyê li ber çavan negirt'

Aktîvîsta mafên jinan û mirovan Besma El-Sosî ku parêzvaniya jinên xwedî pêdiviyên taybet dike, rewşa vê komê ku tevî gelek zagonên tevgera jinan li Tûnisê bi deh salan e pêk anîne jî neguheriye wiha anî ziman: "Ev zagon hê jî li dijî jinên xwedî pêdiviyên taybet in, ji ber ku di rêziknameyên xwe de taybetmendiyên vê koma girîng a jinan çareser nakin. Tûnisê her dem di warê zagondanînê de pêşengî kiriye û jinên welatên din teşwqî kiriye ku parastina mafên xwe bikin lê tiştên ku hatine bidestxistin, cudahî û pirrengiya ku zagon nas dike li ber çavan negirtiye. Heta bîlançoyên navneteweyî li ser hejmara jinên xwedî pêdiviyên taybet jî peyda nabin û ew di mafên aborî, civakî û siyasî de nayên dîtin."

Rola medyayê ji bo balkişandina ser pirsgirêkên jinan girîng e

Besma El-Sosî destnîşan kir ku nekarîna medyayê di çareserkirina nepeniya vê koma jinan de tundiyê pêk tîne û got: "Ji ber ku têkoşîna jinên xwedî pêdiviyên taybet nayê dîtin û mafên wan nayên çareserkirin, ew bi her cure tundiyê re rûbirû dimînin. Ev tundî nayê belgekirin û gelek caran jin nizanin çawa xwe bigihîjînin navendên taybet da ku gilî bikin. Hewldanên têkildarî mafên jinan divê tu jinê, bi taybetî yên ku hewcedariyên wan cuda ne, ji holê nerakin. Parastina bîranînên jinan û belgekirina têkoşîna wan pir caran jinên xwedî pêdiviyên taybet ji holê radike. Pêdivî heye ku ev yek were derbaskirin û bîreke berfireh were avakirin."

Jinên xwedî pêdiviyên taybet di bername û projeyên hikûmetê de li ku ne?

Besma El-Sosî diyar kir ku gelek jinên xwedî pêdiviyên taybet li Tûnisê di berxwedana li dijî mafên vê komê de şoreşek rastîn bûne lê ew nayên naskirin, kes behsa wan nake û tên dûrxistin. Besma pirsa; mafên jinên xwedî pêdiviyên taybet di bername û projeyên hikûmet û civaka sivîl de li ku ne? Kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ev yek me digihîjîne pêwistiya hêzdarkirina wan bi riya baştirkirina binesazî, zihniyet û perwerdeyê, guhertina bernameyên perwerdeyê û pêşkêşkirina wêneyê jinên xwedî pêdiviyên taybet da ku mirov bi vê rastiyê re bibin yek ku ev jin beşek ji dîmenê ne ku bê dûrxistina wan ne temam e."

'Azadiya rastîn ji bo jinan bi naskirinê dest pê dike'

Aktîvîsta ji komeleya "Ya Hura" Merwa El-Qasimî tekez kir ku mafên jinan tevî gelek zagonên ku ji bo parastina wan hatine derxistin, di bin gefê de ne û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Hê jî daxwaznê jinan bi zehmetî tên bicihanîn ji ber pêvajoyek sîstematîk a ku zihniyetan hedef digre û bi riya gelek platforman hewl tê dayîn li dijî jinan were teşwîqkirin û fikra ku wan hemû mafên wan ji dest dane û hebûna mêran tehdît dikin, were pêşxistin. Bikaranîna medyaya dîjîtal û medyayê ji bo binpêkirina mafên jinan û xirabkirina têkoşînan tirsnak û bêhempa ye. Tûnisî niha ji ber xebata jinan û tevgera ku li dijî reaksiyonperestî û koletiya  jinan li ber xwe dide, di bin gefê de ye. Azadiya rastîn ji bo jinan bi naskirina wan weke mirovan û mafên wan dest pê dike."

'Pirsgirêk ne zagon e zihniyeta baviksalar ku tundiyê vedişêre ye'

Merwa El-Qasimî agahiyên şaş ên berbelav ên ku malbat û bi taybetî jinan hedef digirin şermezar kirin û got: "Hin komên xwedî îdeolojiyên tundrew daxwaza sererastkirina Qanûna Rewşa Kesane dikin, jinan di dema jinberdanê de ji debara zarokan bêpar dikin û wê ramanê bi pêş dixin da ku jin ji bo bidestxistina armancên madî tenê xwe dispêrin saziya zewacê. Ev jî ewlehiya jinan xera dike. Tûnis tijî zagonên şoreşger e û berî Rojava jî di derxistina zagonên pêşverû yên ji bo jinan de pêşeng bû, wekî zagona ku destûrê dide kurtajê bi ewlehî ya sala 1965'an û zagona 58 a ku sala 2017'an ji bo têkoşîna li dijî her cûre şîdeta li dijî jinan derket. Hemû zagon nîşan didin ku pirsgirêk ne di derxistina qanûnek de ye, di zîhniyeta mêran de ye ku şîdet, zordarî û tundiya li dijî jinan dihewînin, zihniyetek ku rêzê li wan nagire û ji êşa wan kêfxweş dibe."