Înfaza girtiya ku ji ber nexweşiya xwe krîza dil derbas kir, hat şewitandin!

Melîke Cengî ya ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê dimîne tevî ku ji ber nexweşiya xwe krîza dil derbas kir jî înfaza wê hat şewitandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Bi ketina meriyetê ya rêziknameya pakêta darazê re, bi hinceta cezayê dîsîplînê û lêpirsînan înfazên bi dehan girtiyan hatin şewitandin. Li girtîgehên ku înfaza girtiyên nexweş jî tê şewitandin, bi vê pêkanînê re mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin. Ev pêkanîn ne tenê ji bo girtiyên siyasî, ji bo girtiyên ji ber sûcên edlî di girtîgehê de dimînin jî tê sepandin.

Girtiya edlî ya bi navê Melîke Cengî ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê dimîne tevî ku nexweşa derûnî ya giran e jî nayê tehliyekirin. Rêveberiya girtîgehê girtiya jin a ku dermanên pêwîst ji bo nexweşiya xwe bi kar bîne nadinê û ji ber pirsgirêkên derûnî kirîz derbas dike hincet nîşan da. Der barê Melîke Cengî de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin û înfaza wê şewitand.

Di krîza xwe ya dawî de, ji aliyê gardiyanan ve hat derbkirin û wê xistin hucreyê!

Li gorî agahiyên ku ji parêzeran hatine girtin Melîke Cengî ya ku nexweşiya wê ya derûnî heye û teşxîsa nexweşiya şîzofreniyê hatiye dayîn, ji ber nexweşiya xwe ji nişka ve bertek nîşanî bûyerên di jiyana xwe ya rojane de pêk tên dide. Melîke Cengî ya ku piştî bertekên xwe krîza dil derbas dike, zirarê dide qawîş û hevalên xwe. Hat hînbûn ku Melîke Cengî ya ji ber nikare dermanên xwe bigre krîza dil derbas dike, di bûyera dawî de ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin û wê xistine hucreya yek kesî. Di girtenameya ku piştî Melîke Cengî xistin hucreya yek kesî, der barê wê de hat amadekirin de bêyî ku behsa nexweşiya wê bê kirin, bi îdiaya "Êrîş li dijî gardiyan û girtiyan pêk aniye û ziyan daye mal û milkên girtîgehê" lêpirsîn hat vekirin.

Ji ber lêpirsînê înfaza wê hat taloqkirin!

Înfaza Melîke Cengî ku cezayê wê qediyabû, ji ber lêpirsîna dîsîplînê ya der barê wê de hatibû vekirin, hat taloqkirin. Parêzera ku der barê pêvajoyê de xwedî agahî bû, wiha axivî:

“Mecbûriyeta wê ya bikaranîna derman heye lê dermanên wê nadinê. Dema dikeve depresyonê, nêzîkatiya wê ya li hemberî qawîşa ku tê de dimîne cuda dibe, li ser vê cudabûnê girtî rastî îşkenceyê tê û wê dixin hucreya yek kesî. Cezayê wê qediyaye lê ji ber ku înfaza wê hat şewitandin di girtîgehê de dimîne. Nexweşiya wê jî bi pêş ketiye. Ger ev girtî li derve be, malbata wê dikare baştir lê binêre. Bêyî ku nexweşiya wê hincet bê nîşandan, ji ber lêpirsîna ku hatiye vekirin hê jî di girtîgehê de ye.”