Îman El-Şerefî: Pirsgirêka jinan tenê tundî nîn e

Seroka Komeleya HONNA ya Tûnisê Îman El-Şerefî destnîşan kir ku divê pirsgirêkên jinan, tenê bi tundiya li ser wan re neyên bisînorkirin, berevajî vê divê aliyên din ên pirsgirêkan werin dîtin. Her wiha ji bo ku riyên din ji bo bihêzkirina jinan û bidestxistina wekheviyê li ser erdê temam bikin, ji derveyî dirûşmên ku her carê der barê jinan de tên dubarekirin divê helwestên din werin nîşandan.

ZUHÛR EL-MEŞRIQΠ
Tûnis- Di hevpeyvîneke ji ajansa me re, seroka Komeleya HONNA ya Tûnisê Îman El-Şerefî teqez kir ku pêwîst e kêşeyên jinan di rêza yekem de ji kar û xebatan re bên danîn û hewldan ji bo temînata mafên wan çêbibin û civak li ser girîngiya pirsgirêkên wan bê agahdarkirin.
Gelo rojek ji salê têrê dike ku civak li ser girîngiya pirsgirêkên jinan û rola wan a di avakirina civakan de rawestin?
Li Tûnisê û cîhanê rojek ji bo axaftin û dayîna dersan li ser çawaniya têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinan û mafên jinan têrê nake. Lê divê ev roj ji bo zanîn û nirxandina destkeftî û tedbîrên pratîkî yên der barê wekheviya mafan û cîbicîkirina zagonan li ser erdê were veqetandin. Di komeleya xwe de, em hewl didin çavdêriya tiştên ku bi temînata wan mafan ve girêdayî ye bikin û wekheviya jinan di warê siyasî, civakî, aborî û çandî de îsbat bikin.
Rojek ji salê ji bo handana civakan bi girîngiya haydarbûna pirsgirêkên jinan nebes e, em 365 rojan didin jinan ku dema wan bi temamî hebe. Li gorî me pirsgirêka jinan tenê tundî nîn e, em êş û azara hemû jinên kêmendam, jinên gundî, cotkar û kesên nexwendî dibînin û bi awayên curbecur hewl didin destekê bidin jinan, wan hembêz bikin, teşwîq bikin û bi destên wan bigirin.
Li gorî we asta daxwazên jinên Tûnisî çi ye? Gelo qanûnên heyî ji bo temînata hemû tiştên ku jin dixwazin têrê dike?
Divê em bixebitin ku hêviyên jinan tenê bi tunekirina şîdetê re sînordar nemînin û zagonan derxin holê û bidin naskirin. Em dixwazin bigihîjin qonaxa berfirehkirin û pêşvebirina destkeftiyên jinan. Di komeleya xwe de jî em hewl didin alîkarî û piştgiriyê bidin û dengê jinan bilind bikin. Îro mebesta me ew e ku em bi hev re tevbigerin û alîkariya wan bikin da ku bigihîjin daxwazên xwe. Her wiha girtiyên jin piştî ku cezayên xwe girtin, em hewl didin wan ji hovîtiya civakê û wê nêrîna biçûk a li ser wan biparêzin. 
Gelo hûn xemsariyek ji aliyê medyayê ve, di guhdana li ser pirsgirêkên jinan û şert û mercên civakî yên ku hê jî li ser wan giran in dibînin?
Belê xemsariyek ji aliyê medyaya Tûnisê ve di gihandina pirsgirêkên bingehîn ên jinan de heye û em ji bilî yek-du boneyan tu dozên jinan nabînin. Ji ber ku li ser rastiya jinan û pirsgirêkên wan di roja jinan de gelek axaftin tên kirin û piştre ev pirsgirêk li ser refikan tên barkirin û dîsa di 13’ê Tebaxa sala pêş de, roja pîrozkirina Roja Neteweyî ya Jinên Tûnisê tê gotobêjkirin. Em di wê baweriyê de ne ku divê mafên jinan bi awayekî rojane, ne bi şêweyeke demsalî, di medyayê de bê parastin û birêvebirin, pirsgirêka jinan weke mijareke sereke bê destgirtin û wêneyên jinên ku bi ser ketine û xwe îsbat kirine di warên curbecur de bên pêşkêşkirin. Pêwîst e di medyayê de cihekî girîng ji jinan re were veqetandin û ji mantiqa dûrxistin û cudakariyê, ne wekî mêvan, li ser prensîba wekheviyê wekî mazûvanî werin dîtin û cih ji wan re were veqetandin
Bi minasebeta Roja Jinan a Cîhanê hûn dixwazin çi bibêjin?
Em xweşiyê ji jinên xwe re dixwazin û hêvîdar in ku welatê me di her tiştî de prensîba hevsengiya rastîn bi dest bixe û zagonên ku di navbera refên xwe de hiştine werin aktîfkirin. Ji bo ku em zêdetir bigihîjin asta xwebûnê divê em têkoşîn û fedakariya ji bo rastî û pêşerojeke baştir a jinan û tevahî civakê bidomînin.