Çalakvanên Suweydayî: Dûrxistin û cudakarî, aştiya sivîl têk dibin

Çalakvanên li Suweydayê têkildarî hewldana provokasyona li Hesekê, destnîşan kirin ku dûrxistin û cudakarî, aştiya sivîl têk dibin û hişyariya “Bê rêzgirtina li nasnameya Kurd û mafên pêkhateyên Sûrî nebe yekîtiya netewî nabe” kirin.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Rûpelên nenas ên li ser medyaya civakî bang li xelkê parêzgeha Hesekê kirin ku piştî nimêja Înê ya di 2'yê Cotmehê de, xwepêşandanekê li dar bixin û daxwaza "yekîtiya Sûriyeyê" bikin. Lê hebûna pankartên olî yên îslamî û çirandina al û sembolên Kurdî, pirsên li ser nakokiya di navbera bangê û pratîkên li ser erdê de derxistin holê.

Çalakvanên ji bajarê Suweydaya Sûriyeyê diyar kirin ku banga "yekîtiya Sûriyeyê" nikare ji rêzgirtina hemû pêkhateyên wê yên neteweyî û olî bê veqetandin. Aktîvîstan hişyarî dan ku dûrxistin û hedefgirtina sembolên çandî baweriyê qels dike û şansên jiyana neteweyî dike xeterê.

‘Rûxandina sembola jinên Kurd li dijî dirûşmeyên yekîtiyê ye’

Rojnamevan Şeza Qureyşa tiştên ku di xwepêşandanên li Hesekê de qewimîn şermezar kir. Şeza diyar kir ku banga ji bo Sûriyeyeke yekgirtî û redkirina mezhebîbûnê, li dijî pratîkên ku sembolên nasnameya çandî ya pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî sembolên jinên Kurd hedef digrin e.

Şeza li ser bûyera hilweşandina tabloyek ku porê jineke Kurd nîşan dida rawestiya. Şeza, destnîşan kir ku por xwedî girîngiyeke çandî û sembolîk a kûr e, ku ji estetîka sade wêdetir diçe û nasname, rûmet, mîrat û bîra kolektîf dihewîne.

Banga ‘yekîtiya netewî’ bi rêzgirtina li pêkhateyan guncaw dibe

Şeza Qureyşa anî ziman ku por di hin çand û baweriyên Kurd de, di nav de kevneşopiyên Kakaî û Yarsanî, xwedî wateyek taybet e û hebûna adetên ku statuyek sembolîk a bêhempa didin porê dayîkê, destnîşan kir. Şeza Qureyşa zêde kir ku banga "yekîtiya Sûriyeyê" pêwîst dike ku hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bên naskirin û rêz li nasnameyên wan ên neteweyî, olî û çandî bê girtin. Şeza pirsa “ger hin kom xwe hedefgirtî an jî dûrxistî hîs bikin, çawa dikare bawerî bi hikûmetê bê avakirin?” kir.

'Hikûmeta demkî wek mezhebî û terorîst tê binavkirin'

Şeza Qureyşa hikûmeta demkî wekî "mezhebî û terorîst" bi nav kir û ku li gorî wê, çewisandina jinan û hedefgirtina kesayetên çandî, xuyangên dûrxistin û tundiyê ne.

Şeza Qureyşa hevgirtina xwe bi jinên Kurd, Durzî û Elewî re, bi taybetî yên bindest re ragihand. Şeza tekez kir ku jinên kedkar û têkoşer dê têkoşîna xwe ya ji bo rûmet, azadî û edaletê bidomînin û hemû pêkanînên ku jinan hedef digirin an mafên wan kêm dikin, red dikin.

 Sûriye qurbaniyên Kurdan paşguh bike çawa dikare yekgirtî be?

Çalakvan Rîmal El-Hemed derbarê xwepêşandanên li Hesekê de axivî û bal kişand ser hebûna dirûşmeyên ku daxwaza Sûriyeyek yekgirtî dikin, ligel xuyakirina al û dirûşmeyên DAIŞ'ê. Rîmal, binpêkirinên giran ên ku ji hêla komên tundrew ve di demên berê de li dijî nifûsa herêmê hatine kirin bi bîr xist û bal kişand ser rola şervanên Kurd a di rûbirûbûna bi DAIŞ'ê û Cebhet Nusrayê re de.

'Yekîtiya neteweyî bi bilindkirina diruşmeyan pêk nayê'

Rîmal El-Hemed tekez kir ku yekîtiya neteweyî tenê bi bilindkirina dirûşmeyan pêk nayê, lê qebûlkirina yên din, rêzgirtina li mafên wan û mîsogerkirina beşdariya wan a di jiyana giştî de hewce dike. Rîmal hişyarî da ku dûrxistin û cudakarî baweriya di navbera civak û rayedaran de têk dide.

'Erka hikûmetê peydakirina parastina ji hemû welatiyan re ye'

Karker Sara Nadîm a ya ji bajarê Suweydayê ye, şermezarkirina bûyerên li Hesekê anî ziman û diyar kir ku bangên ji bo yekîtiya Sûriyeyê di ronahiya bûyer û binpêkirinên li dijî civakên cuda yên Sûriyeyê de pirsên cidî derdixe holê. Sara destnîşan kir ku banga ji bo dewleteke yekgirtî hewce dike ku hemû welatî di maf û berpirsyariyan de wekhev hîs bikin û hikûmet parastin û ewlehiyê ji wan re peyda bike.

'Jin dê têkoşîna xwe bidomînin'

Sara Nadîm bal kişand ser fikarên pêkhateyên cûda yên Sûriyeyê, di nav de Kurd, Xiristiyan, Elewî û Durzî hene. Sara, fikarên derbarê ewlehî û qebûlkirina civakî û siyasî de bi bîr xist û tekez kir ku jin dê têkoşîna parastina mafên xwe û mafên civaka xwe, bidomînin.