5 rojnameger hatin beraetkirin

Dadgehê ji bo 5 rojnamegeran û bi tevahî 8 kesên di dema çalakiyên li dijî qeyûm ên li Mêrdînê de hatibûn binçavkirin û doz li wan hatibû vekirin, biryara beraetê da.

 
Navenda Nûçeyan- Piştî di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê hatibûn kirin di 20'ê Tebaxa 2019'an de li Mêrdînê çalakiya li dijî tayinkirina qeyûman hatibû lidarxistin. Di êrişa li dijî çalakiyê de nûçegîhana me Rojda Aydin, Rojnameger Nûrcan Yalçin, Halîme Parlak û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç her wiha Mehmet Ete, Hamza Ete û Selim Şimdi hatibûn binçavkirin û piştî 7 rojî hatibûn berdan. Di lêpirsîna bi idiaya "endamtiya rêxistinê" de derbarê 8 kesî de biryara neşopandinê hatibu dayin û di doza hat vekirin de dozger mutalaaya xwe eşkere kiribû. 
Li 1'emîn Dadgeha Eslî ya Mêrdînê doza 8 kesan hat dîtin. Biryara dozger a mutalayê hat erêkirin û 8 kes hatin beratkirin.