130 jin ji ber azadiya ramanê derketin pêşberî dadger

Li gorî daneyên meha Adarê yên MLSA’yê di meha dawî de 276 kes ji ber xebatên çapemeniyê û azadiya ramanê hatin darizandin; ji wan 130 kes aktîvîst û rojnamevanin.

ELÎF AKGUL

Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) daneyên dozên têkildarî xebatên çapemeniyê û azadiya ramanê yên meha Adarê bi ajansa me re parve kir. Li gorî daneyan di meha Adarê de 276 kes ji ber bikaranîna azadiya ramanê derketin pêşberî dadgehê. Ji wan 130 jin bûn. Ji 130 jinan 18 rojnameger bûn. Darizandina piraniya jinan ji ber şermezarkirina betalkirina Peymana Stenbolê balkêşbû.

“Doza guldank"

Yek ji dozên balkêş ên meha Adarê doza 8’ê Adarê ku Rojnameger Şehriban Alkiş jî di nav de 7 jin û LGBTI+ hatin darizandin bû. 8 kesên ku di dozê de dihatin darizandin di çalakiya ku 7'ê Tîrmeha 2020'an de ji ber pankarta bi nivîsa "Êdî Bes e, Jin Temînata Jiyanê Dixwazin" ku ji bo parastina Peymana Stenbolê li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Stenbolê daliqandibûn, ji aliyê polîsan ve bi derpkirinê hatibûn binçavkirin de bi îdiaya "dijberî qanûna jimare 2911’an", “ji bo pêknanîna erkê berxwedayîn”, “astengkirina xebatên saziyên raya giştî” û bi “zirardayîna milkê raya giştî” dihatin darizandin. Di îdianameyê de sûcê “zirardayîna milkê raya giştî” bi îdiaya ku guldankek hatiye şikandin dihat raber kirin. Danişîna dozê dê di 9’ê Hezîranê de berdewam bike.

"Zextên li dijî azadiya ramanê"

Parêzera Yekîneya Hiqûqê ya MLSA’yê Merve Kurhan a ji ajansa me re axivî, wiha got: “Di raporên ku em wekî MLSA’yê derbarê dozên ku em dişopînin di dawiya her mehê de diweşînin de, em dibînin ku her ku diçe zêdetir welatî ji ber bi kar anîna azadiya xwe ya ramanê û kombûyinê ya ku bi peymanên navneteweyî yên Destûra Bingehîn û Tirkiye alîgirê wan e hatine garantîkirin re tên bi darizandin.”

Parêzer Merve Kurhan, anî ziman ku tenê di meha Adarê de 277 kes ji ber bikaranîna van azadiyan derketin pêşberê dadgehê û diyar kir ku ji 276 kesên ku 112 kes jin in, "aktîvîstên ku ji bo parastina mafên jin û LGBTI+yên ku rastî êrîşên her ku diçe zêdetir dibe tên, beşdarî meşên xwepêşandan û protesyonan bûne ne."

Dozên hatine vekirin nîşaneya zêdebûna zextane

Parêzer Merve Kurhan wiha axivî: “Di nav van de hebûna jinên ku hewl didin xwadî Peymana Stenbolê derbikevîn û serî natewînin, xwendekarên ku li dijî tayînkirina qeyûman ya li zanîngehan xweseriya zanîngehên xwe diparêzin û LGBTI+yên ku piştî mudaxeleyên polîsan ên li dijî Meşa Rûmetê ya ku bi salan e bi awayekî aştiyane tê lidarxistin, hatin binçavkirin û derbarê wan de doz hatin vekirin, di warê nîşandayîna zexta li ser azadiya ramanê ya li Tirkiyeyê gelekî girîng e.