13 sal derbas bû Ceylan hê jî 12 salî ye!

Di ser mirina Ceylan Onkol a ku di encama guleya hawanê ya li qereqola Licê de jiyana xwe ji dest da, 13 sal derbas bûn û der barê bûyerê de tu berpirsyar nehatiye darizandin. Parêzer Ezgî Sila Demîr bal kişand ser zirxa bêcezatiyê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Ceylan Onkol a 12 salî, di 28’ê Îlona sala 2009’an de li gundikê Xanbaz ê gundê Şênê yê Licêya Amedê dema pez diçêrand, bi guleya hawanê ya ji qeraqola Yaylayê hat avêtin hat qetilkirin. Ceylan Onkol a ku li pey xwe wêneyek wesîqe û dayika ku careke din nikare navê "Ceylan" bi kar bîne hişt, ji wê demê û şûnde her dem 12 salî ma. Em dikarin îro di rêzikên “Ez keçek heft salî me, mezin nabin zarokên mirî” yên helbesta Nazim Hikmet de bi dehan navên zarokan bi cih bikin. Ev zarokên ku bi Ceylan re dest pê dikin bi Efe, Nîhat, pitika bi navê Mîray, Hogîr, Mîraç û Enes re berdewam kir. Ceylan di nava van kesên hatin kuştin de ne ya yekem û ne jî ya dawî bû.

“Tu berpirsyarek nehat cezakirin”

Di bûyera ku lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin de tu berpirsek nehat cezakirin. Di dema lêpirsîna îdarî de tezmînat bi encam bû lêpirsîna ku bi daxwaza cezakirina kiryaran hat vekirin bi biryara neşopandinê hat girtin. Piştî biryara qanûnên navxweyî, serlêdana parêzeran a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bêencam ma. Pêvajoya dozê ya hat meşandin jî wiha pêk hat;

Hemû îtîraz hatin redkirin

Ji ber biryara nepenîtiyê ya ji lêpirsîna destpêkê re hat dayîn, ji parêzerên malbatê re agahî nehat dayîn, nehatin agahdarkirin. Parêzerên malbatê ku hemû îtîrazên wan ên li dijî biryara nepenîtiyê hatin redkirin, di sala 2010'an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di Gulana 2012’an de jî ji ber ku lêpirsîn bi bandor û bêalî nehat meşandin, redkirina daxwazên kûrkirina lêpirsînê, tevî ku dem derbas bûye jî nevekirina dozê û ji ber nedîtina gumanbaran ji DMME’ê re serlêdana duyemîn hat kirin. DMME'ê piştî 5 salan di 17'ê Çileya 2017'an de serlêdana malbatê bi encam kir û biryara "Di warê lêpirsîneke bi bandor û mafê jiyanê de tu binpêkirin nîn e" da.

Bedêla jiyanê 28 hezar û 208 TL ye!

Di 30'ê Nîsana 2014'an de jî Serdozgeriya Komarê ya Licê ya ku der barê mirina Ceylan Onkol de lêpirsîn da meşandin, biryar da ku delîl û raporên di dosyayê de ji bo tesbîtkirina kiryaran têrê nake û ji bo dosyayê "biryara lêgerîna daîmî" da. Malbatê vê carê jî ji ber berpirsyarî û xemsariya xwe ya di teqînê de li 2'emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê ji Wezareta Karên Hundir re 100 hezar TL madî û 150 hezar TL tazmînata manewî dozê vekir. Di doza ku hat vekirin de dadgehê biryar da ku 28 hezar û 208 TL tazmînat bide malbatê. Dadgehê bi hinceta “Qanûna Telafîkirina Zirarên Di Têkoşîna li Dijî Terorê de Çêbûne” ya bi hejmara 5233’an daxwaza tazmînata madî red kir. Li ser îtirazê, Şûraya Dewletê di 16’ê Gulana 2019’an de biryara tazmînata malbata Ceylan Onkol betal kir û biryar da ku doza tazmînatê di çarçoveya  prensîba "berpirsiyariya bêkêmasî" an "qesûra xizmetê" de bê dîtin. Li ser vê yekê Dadgeha Îdarî di 8’ê Adara 2021’ê de biryar da ku bi giştî 283 hezar TL tazmînata madî û manewî bide malbatê.

Di 10 salên dawî de 64 zarok hatin qetilkirin

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di “Rapora xwe ya Binpêkirina Mafên Jiyanê ya Zarokan a Di navbera salên 2011-2021’an” ku di Mijdara 2011’an de weşand ragihand ku di 10 salên dawî de 228 zarokan jiyana xwe ji dest dane, 64 ji wan ji aliyê polîs û leşkeran ve hatine qetilkirin. Di raporê de destpêka bajarên ku herî zêde binpêkirina mafên jiyan û mirinê lê çêbûne Şirnex, Amed, Colemêrg, Mêrdîn û Dîlok in. Dema ku tu li sedema mirina 228 zarokên ku jiyana xwe ji dest dane dinêrî tê ditîn ku 64 zarokên di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest dane di rêza yekemîn de û  62 zarok jî di encama êrîşên bombeyî de jiyana xwe ji dest dane di rêza duyemîn de cih digrin.

"Piştî 12 salan 'biryara lêgerîna daîmî' hat dayîn"

Cîgira Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Ezgî Sila Demîr der barê pêvajoya heyî de axivî, bal kişand ku Ceylan Onkol ne zaroka yekem û ne jî ya dawî ye ku li herêmê mafê wê yê jiyanê ji destên wê hatiye girtin. Ezgî Sila Demîr da zanîn ku di encama darizandina 12 salan de "biryara lêgerîna daîmî" hatiye dayîn û kiryarê Ceylan Onkol nehatiye eşkerekirin û cezakirin, wiha got: "Ji Ceylanê heta niha di deh salên dawî de bi dehan zarokên ku li herêmê di encama lêketina wesayîdên zirxî de jiyana xwe ji dest dane û mafê wan ê jiyanê hatiye binpêkirin, hene. Me ev yek bi raporan jî nîşan da. Me di raporê de yek bi yek anî ziman ku ji ber vê kaosê çawa mafê jiyanê yê zarokan hatiye binpêkirin û çawa hatine qetilkirin. Mixabin Ceylan jî wek mînaka zarokên din mînakeke pir bi êş e.”

“Zirxa bêcezahiştinê heye”

Ezgî Sila Demîr destnîşan kir, sedema herî mezın a mirina li herêmê polîtîkayên bêcazahiştinê ne û diyar kir ku ev polîtîkayên pergalî, wêrekiya sûc dide faîlan. Ezgî Sila Demîr got: “Eger Ceylan sax bûya wê niha keçek ciwan bûya, xeyalên wê hebûn. Mixabin zarokek dema ku li ber berxikên xwe bû, wan diçêrand, ji ber şerê heyî jiyana xwe ji dest da. Tezmînata ku dewlet dide wê bi tu awayî jiyana wê telafî neke. Eger faîlên Ceylan hatîbûna cezakirin, pişti Ceylanê wê bi dehan zarokan di encama lêdana wesayîdên zirxî û teqîna mayînan de jiyana xwe ji dest nedana. Eger faîl hatibûna cezakirin, ev kesa wê piştre sûcên wiha nekirana. Zirxa bêcezahiştinê heye. Hêzên erkdar li şûna welatiyan biparêzin, dibin sedema mirina wan.”

“Hêza ku girtine pişt xwe diyar e”

Ezgî Sila Demîr bi bîr xist ku gel dema di kolanan de dimeşin bi wesayitên zirxî tên qetilkirin û anî ziman, kiryarên ku tiliyê wan di van mirinên tên jiyîn de hene, di dawiya darizandinê de bi wergirtina cezayên pir pêkanok, bi hêjandina dest û milên xwe jiyana xwe didomînin. Demîr a da zanîn, polîtîkayên tên meşandin wêrektiyê dide kiryarên din û kiryar bi agahîbûna hêzên li pişt xwe van sûcan dikin û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî:

“Ev dide nîşandan ku şerê li hemberî herêmê çiqas bêperwa ye. Ger pêvajoyek bi bandor a pêkanînan hebûya û dewletê hesabê vê yekê pirs bikira ev bûyer nediqewimîn. Di pêvajoya dawî de bi meşandina van polîtîkayan cenazeyên zarokên wan di kîsik de radestî malbatan dikin. Aliyekî ku mirov vê bi wate bike tune ye. Ev polîtîka ji yên din re jî wêrektiyê çêdike. Dibînin ku yên vê yekê dikin, ne tên cezakirin, ne jî ji erkên xwe tên girtin. Ger ceza bigrin jî cezayên pir bi pêkenok tên dayîn. Tu mirovek dikujî û bi hejandina dest û milên xwe jiyana xwe didomînî. Di aliyê wijdanî de jî pir rehet in. Dibêjin, em ên ku dixwazin dikarin bikujin, mafê wan ê jiyanê ji destên wan bigrin û ceza negirin. Hêza ku ji pişt xwe digrin jî ev e. Mixabin jiyana welatiyên Kurd erzan tê dîtin. Mafên wan ên Kurdbûn û hemwelatîbûnê bi tu awayî nayê dayîn."