11 sal ceza dan parêzer Sevda Çelîk

Endama Baroya Rihayê parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol ji ber xebatên xwe yên pîşeyî rastî 11 sal û 6 meh ceza hat.

 
Riha - 7’emîn danişîna doza Endama Baroya Rihayê Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kiriye” negirtî dihat darizandin li 6’emîn Dadghea Cezayê Giran Rihayê hat lidarxistin. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û gelek parêzer di danişînê de amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê Parêzera Sevda Ozbîngol, Guler Kiliç parastina miwekîla xwe kir û diyar kir ku di mutalaya hatiye eşkerekirin de tu tiştek nabe sûc û delîlek şênber wê jê were cezakirin jî nîne. Guler Kiliç got qeyd û girtekên çalakiyên miwekîla wê beşdar bûye daxwaz dikin. Serokê dadgehê daxwaza Guler Kiliç red kir. 
Sevda Çelîk Ozbîngol parastina xwe kir û tiştên wê kiriye û beşdariya wê ya çalakî û şahiyan yek jî ne sûc e û li ser pênaseyên giştî tê sûcdarkirin û xwest were beraetkirin. 
Pişt re parêzerên din parastina miwekîla xwe kirin, sûcdarî û îdiayên li ser miwekîla xwe red kirin û xwestin were beraetkirin. 
Şandeya dadgehê piştî navberek kin biryara xwe eşkere kir û ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 6 meh û ji muxalefetiya 2911’an ji sê çalakiyên cuda 3 sal û 9 meh û ji îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî salek û 3 meh cezayê hefsê li Sevda Ozbîngol birî.  
Parêzerên Sevda diyar kirin ku ew ê li dijî biryara dadgehê serî li Dadgeha Edliya Herêmî ya Dîlokê bidin.