Zozanê Şênê bi dîmenên xwe mirov heyran dihêle

Zozanê Şênê yê ku dikeve navbera sînorê Pasûra Amedê û Mûşê, bi xwezaya xwe ya xweş û çiyayên bilind, kes û rêwiyan ji xwe re heyran dihelê. Ev zozanê xweş û bi heybet, bi nêzbûna mehên havînê re li benda koçeran, konên wan û zarokên kenkulîlk e

MEDÎNE MAMEDOGLU
Mûş - Herêma Zozanê Şênê bi gelek cureyên kulîlkan dewlemend e û çiyayên Andok û Berbihîv ên li wê herêmê bi meha biharê re şîn dibin, kesên ku ji rê derbas dibin û dibînin ji xwe re heyran dihêle.  Deşta ku nebatên xwemalî (endemîk) ên cihêreng tê de şîn dibin û di navbera sê çiyayan de cih digire, di mehên havînê de dibe cîwarê koçerên li heremê. Deşta ku tevî germa dijwar a havînê bi honikahiya xwe tê zanîn, bi çemê ku di nava deştê de diherike, bi xweşbûna xwe û ava xwe bala bi hezaran geştiyarên ku tên herêmê dikşîne. 
Zozanê Şênê 
Herêma Zozanê Şênê ku heta îsal jî girêdayî navçeya Pasûra Amedê bû, di Adara 2021’ê de bi biryara Serokomar bi ser Mûşê ve hat girêdan. Deşta ku 50 kîlometre dûrî Mûşê ye, mêvandariya koçerên ku havînê bi heywanên xwe re tên û 4 mehan dimînin dike. Çemê Bilûr ku li ser riya deşta li quntarên Çiyayê Andokê ye, bi şînahiya li derdora xwe bedewiya zozanê zêdetir dike.
Eleqeya baş nabîne 
Ev zozanê ku bi kulîlkên xwe yên cur be cur û rengîn dagirtiye, çiyayên  xwe yên bi berf, dîmenên kartpostalî pêşkêş dike. Ji ber gihayê zêde cihê çêrgeha gelek ajalan e. Zozanê ku bi xwezaya xwe qada turîzmê ye, ji ber operasyonên leşkerî û qereqolên li ser riya zozan hatine çêkirin, eleqeya baş nabîne. Mirovên li herêmê dijîn diyar dikin ku tevî bedewiya xwe, zozan ji hêla mirovan ve ne bi cewher û xwezaya xwe ya xweş, bi operasyonên leşkerî behsa wê tê kirin û diyar dikin ku divê ev cihê xweş, bi aliyê xwe yê hebûnî were dîtin û ev feraset were guhertin.