Ziwabûna li Kevana Afrîkayê xeteriya birçîmayîna bi mîlyonan mirovan ava dike

Ji destpêka sala 2022’an vir ve, ji ber ziwabûnê hejmara mirovên ku ji ber hişkesaliyê di bin ne ewlekariya xwarinê de ne gihîştiye 20 mîlyonî û dibe ku ev hejmar di meha pêş de bêtir zêde bibe.

Navenda Nûçeyan – Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku heta Îlona sala 2022’an, ji be hişkesaliya tê jiyîn dê jiyana herî kêm bi milyonan kesên li Kevana Afrîkayê bikeve metirsiyê. Her wiha da diyarkirin ku ji ber hişkesaliya zêde, ewlebûna xwarinê gihiştiye aste herî kêm.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî daxuyaniyek belav kir û li ser zêdebûna metirsiya bêewlehiya xwarinê ya li Kevana Efrîqayê, ku dê jiyana herî kêm 22 milyon kes bi xelayê bikeve metirsiyê, hişyarî da û da diyarkirin ku ji destpêka salê ve li seranserê Etiyopya, Kenya û Somalî bi milyonan kesên din bi awayekî tund bêewle bûne.

Li Somalî 7 milyon mirov bê ewlehiya xurekê dijîn

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hişkesalî li Somaliya ku zêdeyî 7 mîlyon mirov ango nêzî nîvê nifûsê ji ber bêewlehiya xurek a tund dijîn û 213 hezar kes bi şert û mercên mîna birçîbûnê re rû bi rû ne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji dawiya sala 2020'an û vir ve nebarîna baranê hişkesaliyê girantir kir û bû sedema mirina bi mîlyonan sewalên heywanan û hilweşandina zeviyên çandiniyê.

“Xuya nabe ku dawiya vê hişkesaliyê hebe”

Daxuyaniyê tekez kir ku “xuya nabe ku dawiya vê krîza hişkesalî hebe, ji ber vê yekê divê em çavkaniyên pêwîst ji bo rizgarkirina jiyanan û nehiştina mirovan ji ketina astên karesata birçîbûnê bi dest bixin”. Di daxuyaniyê de bang li cîhanê hat kirin ku ji bo parastina civakên herî mexdûr ji xetereya belavbûna birçîbûnê ya li Kevana Afrîkayê bikevin nav liv û tevgerê.

Piştî şerê Rusya û Ukrayna rêjeya bê ewlebûna xurekê gihiştiye 20 milyon kesî

Di destpêka sala 2022’an de, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku 13 mîlyon mirovên li Kevana Afrîkayê ji ber hişkesaliyê bi tundî bêewlehiya xwarinê re rû bi rû ne.

Li gorî bernameyê, heta nîvê salê piştî zêdebûna nirxê xurek û sotemeniyê ya di encama şerê Rûsya û Ûkraynayê de, ev hejmar gihîştiye 20 milyon kesî.