Xwe amade dikin ku Lubanê ji nû ve bi cîhanê bidin nasîn

Lêkolînera Jeolojiyê Sibyl Maqsoud diyar kir ku keşfên ku di qada Jeolojiyê de paleontolojî kirî dixe muzeyê û destnîşan kir ku keşfên zanistî yên ku li ser zindiyên kêm tên dîtin dikin de, wê di demek nêz de Lubnanê careke din bi cîhanê bidin naskirin.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd- Sibyl Maqsoud ku di zanîngeha Lubnanê de lêkolînera Jeolojiyê ye, der barê xebatên xwe yên di qada paleontoloji û Jeolojiyê de nirxandin kir û diyar kir ku gelek ji lêkolînan hez dike û got: “Ez û hevpîşeyên xwe ji sala 2015’an ve di qada paleontoloji û Jeolojiyê de zêdeyî 40 gotarên lêkolînê weşandin e.

‘Weke qadek taybet a mêr dihat dîtin’

Sibly Maqsoud da zanîn ku bi teybetî ji ber xebatên li ser fosîl û kehrîbaran hesasiyetek pêwîst e û gelek zehmet e û got: “Weke zanîngeha Lubnanê lêkolînên çolan dişopînin. Gelek kes qada Jeolojiyê taybet weke qadeke mêr dibînin lê belê gelek jinên ku di vê qadê de berhem, lêkolîn û keşîfan pêşkêş dikin hene.”

 ‘Me nexşeya jeolojik a Lubnanê ji nû ve saz kir’

Sibly Maqsoud diyar kir ku weke tîm bi keşfên ku kirine re nexşeya jeolojik a Lubnanê ji nû ve saz kirine û wiha got: “Di nexşeyên jeolojik ên ji sala 1950’an heta niha li Lubnanê û ji derve ji aliyê jeologan ve hatiye erêkirin, di salên tebeqeyan de û xêzkirina wê de xeletî hebûn. Bi saya hinek xebatên min ên kolanê yên mikrokopîk ku dibe alîkar ku temenê rast diyar bike, em dikaribûn vê nexşeyê sererast bikin. Di keşfên me de me yek ji tebeqeya cîhanê ‘kevirê Jezzinian’ û ‘dema Jezzinian’ hebû dît. Bi vî awayî ev nav bû kureyî û di weşanên sertîfîkayên navneteweyî de cihê xwe girtin.”

‘Kehrîbarên Lubnanê meydanê ji yên welatên din re dixwîne’

Sibyl Maqsoud destnîşan kir ku kehrîbarên Lubanên li hemû herêmên Lubnanê di nava keşfên derktin li pêşdene û wiha domand:

“Li Lubnanê ji bo kehrîbaran rupîvana welat a ku ji sedî 10 pêk tê 450 qad dîtin û em dikaribûn temam bikin. Di nava van de 35 wê lawir û mêşên ku di nava embare de fosîl bûne. Kehrîbarên Lubnanê di nava keşfên kureyî de sedema herî girîng a derketin pêş mêş, nebat jî di nav de çînîkirina organîzmayan bû. Kehrîbarên Lubanên li hemberî kerhrîbarên ji derveyî welat meydanê dixwîne. Tevî ku Lubnan welatek biçûk e di aliyê cureyên biyolojik de derdora wê gelek dewlemende. Lê belê gelek cinsên ku neslê wan bi dawî bûne hene.”

‘Parastina hawirdorê wê sûdê bide parastina kehrîbar û fosîlan’

Sibyl Maqsoud bi bîr xist ku nîşanê lingê dînazor cara yekem di Rojhilata Navîn de hatiye dîtin û got: “Li Lubnanê û li hemû cîhanê ji derveyî nîşanên lingê dînazor rastî eleqeyek mezin hatin, bermahiyên dînazor ên weke diran û hestî jî di nav de gelek tiştên girîng ên hat dîtin hene. Di tebeqeya Gizinan a li Batha û Ghosta de em behsa dînazoran dikin. Xebatên kolan, înşîata rê û sedemên wekhev, tehrîbkirina tebeqeyan yan jî li dijî tunebûnê bi rayedarên pêwendîdar re di nava hevbeşiya kar de em tevger dikin. Şikandin, tebaxên ber û ji bo sînordarkirina ziyanên ku çavkaniya axê em xebat dikin. Parastina hawirdor, wê sûdê bide parastina kehrîbar û fosîlan. Ji ber girîngiya zanîstî bi biha nayê qiyaskirin.”

‘Lawirên ku bûne fosîl ji bo keşifkirina hewirdora antîk bû alîkar’

Sibly Maqsoud amaje bi wê yekê kir ku bi lawirek ku bûye fosîl, ew lawir çawa û li ku derê hebû zanîne û got: “Mînak dema ku em masiyek fosîl bûyî dibînin, dikarin malbata vî masiyî ji keşif bikin. Ev dibe alîkar ku em hewirdora antîk a heye keşif bikin. Ev lawir di derya, daristanên tropîk, ava xwê  û li cihên wiha de  jiyana wan tê qebûlkirin. Ev lawir malbata lihevnekirina hawirdorên wê demê, sûdê dide lêkolînan û organîzmayên zindî yên hene ne.”

‘Em ê ji nû ve Lubnanê bi cîhanê bidin nasîn’

Sibyl Maqsoud bal kişand ku kehrîbara herî kevin a cîhanê kehrîbara Lubnanê ye û got: “Ji bo ji nû ve nasandina Lubnanê bi cîhanê keşfek zanistî di demek nêz de bi dayuyaniyê em ê ragihînin. Bi keşfên ku em li ser taybet lawir û zindiyên ku fosîl bûne, zindiyên ku kêm li ser rûyê cîhanê tê dîtine.” Sibyl Maqsoud da zanîn ku xaka Lubnanê ji aliyê welatên Sûriye û Urdun ve hatiye parvekirin. Lê belê ji ber kêmaniya lêkolîneran li wê derê keşif kêm e û got: “Herêm ji ber avhewaya tropîk, di serdema dînazor û kehrîbaran de ji aliyê cureyên biyolojik ve dewlemend bû. Li vê derê em behsa demên di navbera 130 û 150 milyon salan dikin.”

‘Her keşfa em dikin em dibin muzeyê’

Sibly Maqsoud destnîşan kir ku bi demê re li xaka Lubnanê guherîn derketiye holê û got: “Weke lêkolîner divê em bi awayek baldar li fosîlan bigerin. Divê em dewlemendiyên xwe biparêzin. Divê muzeya dîrokî ya her welatekê hebe. Niha li zanînageha Lubanên muzeyek me a ku profesoran avakirî heye. Wê ev muze bibe yekem ya cîhanê, em her keşfê ku dikin dixin vê muzeyê. Muze girîngiya wê nayê qiyaskirin arşîvek mezin û dewlemendiyê digire nava xwe. Lê belê ji bo ev muzeya ku tê îhmalkirin em bang li rayedar û aliyên peywendîdar dikin; Ji bo statuya navneteweyî aniye Lubnanê girîngî bidinê.”