WWF: Ji sedî 70 hevseniya xwezayê tune bû

Li gorî rapora WWF'ê ya bi navê Rapora Gerestêrkên Dijîn, di 50 salên dawî de ji sedî 70 populasyona xwezayî tune bûye. Di raporê de bang hat kirin ku ji bo parastina xwezayê bi awayê navneteweyî gavên lezgîn werin avêtin.

Navenda Nûçeyan– Şer, medeyên kîmyewî, bermahiyên, fabrîkayan û ji ber gelek sedemên din, hevsengiya xwezayê texrîb dikin. Li gorî rapora ku WWF (Weqfa Parastina Xwezaya Cîhanê) û Komeleya Zoolojî ya Londarayê (ZSL) amade kirine; ji sala 1970’yan ve heta niha, jiyana xwezayê ji sedî 67 kêm bûye. Rapora ku du salan carekê tê weşandin, texrîbatên ji ber xebatên mirovan ên li ser xwezayê çêdibin nîşan dide. Di raporê de li ser meylên ku ji bo cureyên zindî û parastina gerestêrkan dixebitin hat rawestîn û hat xwestin ku ji bo texrîbat û windabûna xwezayê were rawestandin divê bi lezgînî çalakî dest pê bikin. 

Di populasyona xwezayê de ji sisêyan dudu kêmbûn heye

Li gorî raporê; ava şêrîn ji sala 1970’an ve heta niha ji sedî 83 kêm bûye. Li Ewropayê jiyana di nava xwezayê de ji sedî 18 kêm bûye. Rapor, nîşan dide ku li Efrîqaya ku çavkaniyên debarê ji 70 ji xwezayê ne, ji sasla 1970’an ve heta niha di populasyona jiyana xwezayî de ji sisêyan dudu kêmbûn heye. Li gorî vê nîvî tehdîtên li ser xwezayê, ji ber windahiyên habîtatê û astengiyên li pêşiya koçberiyê çêdibin. Endeksa Gerestêrkên Dijîn (LPI ku cureyên ajalan, çûk, masî û hwd. dişopîne diyar dike ku ji sala 1970 û vir ve ji sedî 69 kêmbûn çêbûye.  

“Em ji du aliyan ve krîza guherîna xwezayê dijîn”

Di raporê de guherîna xwezayê û tunebûna cureyên ajalan tenê weke pirsgirêkên hawirdorê na, di heman demê de wekî pirsigirêkên pêşxistin, ewlehî, civakî, exlaqî û etîk hat pênasekirin û wiha hatiye gotin; “Ji xirabûna xwezayê welatên ku bûne xwedî senayî berpirsyar in lê yên ku ji vê yekê pir bi bandor dibin welatên pêşveçûyî ne. Ji bo tendurustiya hemû kesan, pêdivî bi hewldanên parastina xwezayê heye. Ji bo civakek pozîtîf were avakirin, tiştên ku em dikarin bikin hene. Delîl li holê ne, em dibînin ji ber bikaranîna hovane ya çavkaniyên xwezayê, cureyên zindiyan tune dibin û em krîza guherîna demsalan dijîn. Heta ku zanist, van rewşên lezgîn wekî du mijarên cuda binirxînin dê tu pirsgirêk bi awayê cidî neyê nîqaşkirin.”

“Divê ji bo vê yekê polîtîkayên nû hebin”

Rapor nîşan dide ku sedema esasî ya tunebûna xwezayê, ji ber xebatên pêşxistin û cotkarî, mêtinkarî, ketina hêzên dagirker, qirêjahî, guherîna demsalan û nexweşiyan, xirabûna habîtatê ye. Di meha Kanûnê de COP15 dê ji bo zîrveya cureyên zindiyan li Montrealê kom bibe, bi serokên welatan re kesên raporan amade dikin, li ser guherîna demsal û xwezayê wekî Peymana Parîsê ya 2015’an ji bo parastina xwezayê bikin. Her wiha ji bo temînkirina xwarin, derman û avê, ji hikumetan hat xwestin ku polîtîkayên nû bixin meriyetê.

Werger: NuJINHA