Tê xwestin ku koçberiya di 93’an de hat jiyîn dûbare bikin

Piştî bendava li ser Geliyê Pêrî hat çêkirin, vê carê jî xebatên kana madenê dest pê kir. Gelê herêmê ku bertek nîşanî şîrketên madenê dan, diyar kirin ku tê xwestin koçberiya di sala 1993’an de hatiye jiyîn vê carê jî bi talankirina xwezayê re dubare bik

MEDÎNE MAMEDOGLU

Çewlîg – Ji aliyê Metal Madencilik a Çewlîgê ji bo derxistina zirîç, zîv û çînkoyê ya li qadeke bi qasî 500 hektarî ku 5 gundên girêdayî navçeya Gêxî û mezrayên girêdayî van gundan dihewîne, tê xwestin kana madenê bê avakirin. Dema li nêzî gund û li Geliyê Pêrî ji bo bendava bê çêkirin çiyayek tê kolandin, nayê zanîn ku wê kengê li çiyê kolandin dest pê bike. Gelê herêmê ku debara xwe bi cotkarî, hingiv û baxçevaniyê dike, bal kişand ser wê yekê ku bi ev kana ku piştî bendavê bê vekirin dê cihê jiyanê ji wan re nemîne.  Dema di qada madenê de gundên ku di sala 1993'an de ji ber zexta cendervanan û operasyonên leşkerî hatin valakirin jî cih digre, gundiyan diyar kirin ku tê xwestin koçberiya beriya 30 salan hatiye jiyîn bi heman rengî dubare bikin.

Dîrok xwe dubare dike

Gundê Areg ku li qada madenê cih digre jî yek ji wan gundên ku di sala 1993'an de hatin şewitandin û neçarî koçberiyê hatin kirin e. Gundiyên ku ji aliyê cerdevanan ve bi zordariya çekan ji gundên xwe hatin derxistin û malên wan hatin şewitandin, neçar man koçî bajaran bikin. Welatiyên ku bi rakirina qedexeyan vegeriyan gundên xwe û li vir jiyaneke nû ava dikin, jiyana ku ava kirine di salên dawî de di bin gefa bendav û kanên madenan de ye. Gundiyên ku diyar kirin bi destê bendav û madenê ava ku tê gund qut û qirêj bûye, dan zanîn ku dubarebûna 30 sal berê jî nû vê dijîn û bi talankirina xwezayê re ji koçberiyê re tên neçarkirin.

"Ev senaryo 30 sal berê jî hat plankirin"

Ji niştecihên gundê Aregê Meryem Bayakir a der barê mexdûriyeta ku jiyîn de axivî û diyar kir ku ev senaryo 30 sal berê hatiye plankirin. Meryem Bayakir a balkişand dewlet bi mehfkirin û tunekirina xwezayê mirovan neçarî koçberiyê dike, wiha got: “Dema mirov bixwazin bivegerin jî êdî nikarin bikin. Derdor xerab e, jiyan buha ye. Em hemû tên mexdûr kirin. Ne tenê em, hemû gundên derdora me hatin valakirin. Bi çêkirina bendavêk her tişt xera kirin. Araziya me ne araziyek raste e, araziyek çal û xwar e, çi feydeya wê çêbibe dê ji me re tu feydeya wê nebe. Çeteyan, yên kerebe dihilberînin ji xwe par derxistin. Ji bilî wan hemû kes zirar dît.”

“Zindiyê ku ji vê talanê zirar nedît nema”

Meryem Bayakir anî ziman ne tenê mirov hemû zindî para xwe ji qirkirina ekolojîk a tê meşandin digre û wiha axivî: “Ji ber van tahribatan mirovan nikarin vegerin jî. Di demê bendavê de pere dan mirovan û piştî dadgehê hemû jî dubarê girtin. Daran jî dibirin, hemû zirarê didin. Gur û çûkên li çiyê jî zirar dîtin, ma mirov çawa nabînin. Di xwezaya me de ajalek nema.”

“Feydeya madenan ji bo gelê herêmê nîne”

Aynur Ergîn a ku li heman gundî dijî û piştî koçberiyê nikarîbû li bajêr bijî vegeriya gundê xwe, diyar kir ku piştî koçberiyê mirovan li derva gelek feqîr û zehmetî kişandine. Aynur Ergîn a diyar kir mirovên hewl didin li gund xwe li jiyanê bigrin û dixwazin bi ajalvanî an jî bi çandiniyê debara xwe bikin niha bi madenan rê tên ceribandin, destnîşan kir ku maden û bendavên tên çêkirin tu feydeyê nade gelê herêmê.

"Dixwazin bi qutkirina avê jiyanê xilas bikin"

Aynur Ergîn axaftina xwe wiha domand: “Em kana madenan naxwazin. Ajalên me hene. Diçin çiyayên me dihilweşînin, avên me qut dibin an jî qirêj dibin. Mirovan dê av nebe li vir çawa bijîn. Dê çi feydeya kana madenan ji bo me û ji bo gelê gund hebe. Mirovên ku xwestin di demê bendavê de çandiniyê bikin nekarîn çandiniyê bikin. Ji bo çandiniyê pere dan wan û piştî çend salan hatin ew pere dubarê xwestin. Mirov dê biçin li bajêr çi bikin. Herî kêman li vir ajal û hin tiştên mirovan heye. Çi feydeya kana madenê yên li çiyan ji bo wan mirovan hebe. Me ajalvanî dikir, berê li vir li ber her deriyê 50 ajal hebûn. Niha tu tiştekî kesek nîne. Hilberîn nema, mirovan tevî vê yekê jî li vir dijîn. Em nahêlin li vir kanên madenê çêbikin. Ger hewce bike em ê heta mirinê jî têkoşîn bikin. Li tu cihê nahêlin, em jî li vir nehêlin.”

"Em nikarin ji tiştê ku diçînin berhem bigrin"

Ji jinan Nuriye Vezeden jî bi gotinên re bertek nîşanî madenê da: “Ez madenê naxwazim. Avên me hemû ava mîkrop digre. Em nikarin ji xwazaya xwe berhem bigrin.Ez ji gundê ku min 30 sal berê koçkir beriya çar salan hatim. Ez ji roja ku hatim heta niha li gund tu berhem bi dest nexist. Em li gund çi biçînin an jî çi bidirûn nikarin tu berhem bigrin. Her tim zirarê dide ajal û axên me. Em li dijî maden û bendavê ne. Em li dijî van û kesên dixwazin jî biseknin.”