Saziya Hawirdorê ya Kobanê dest bi projeya gubreya organîk kir

Saziya Hawirdorê ya Kobanê herêma Firatê, ji bo bikaranîna gubreya kîmyewî kêm bike hewl dide bi berhemhiyên kurm û giyayan gubreya organîk hilberîne.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê – Saziya Hawirdorê ya Herêma Firatê ji bo rizgariya ji gubreya kîımyewî ya ku zirarek mezin dide hawirdor, mirov û ajalan, dibe sedem ku di avê de qirêjî, kevz û kurm zêdetir bibin û ji bo axê baş bike, li çareseriyan digere. Sazî bi projeya hilberandina gubreya xwezayî biryar dide ku hawirdor û axa bi zirar biafirîne. Li Kantona Kobanê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ji gubreya kîmyewî re bibe alternatîf cara yekem e bû xwedî tecrubeyek û bi wê yekê bi projeyek nû hewl dide gubreya ku zirarê nede derdor, mirov û daran hilberîne. Bi projeya ku beriya mehan dest pê kiriye, hewl tê dayîn ku bermahiyên organîk û kurm werin veguherandin, ji bo hilberandina gubreya xwezayî dar û giya werin bikaranîn.

‘Parastina xwezayê yek ji stûnên herî bingehîn ên Rêveberiya Xweser e’

Endezyarê saziyê Şîraz Hacî, li ser rola Saziya Hawirdorê ya Kobanê ku hewl dide xwezayê bi tevahî biparêze got: "Parastina Hawirdorê, yek ji stûnên herî girîng ên ku Rêveberiya Xweser xwe dispêrê ye. Ji ber vê yekê Saziya Hawirdorê ya Kobanê, ji bo cihên bi dar û ber zêdetir bibin û parastina xwezayê bênavber dixebite. Di salên dawî de ji ber ku baran kêm dibare, li ser hawirdorê bandor çêkir."

Şîraz Hacî, diyar kir ku li herêmê du erdê şaxan Miştenûr û ya Rojnik hene û wiha got: “Ev yek jî dibe sedem ku li herêmê baran zêdetir bibare. Bi çandina daran re em hewl didin kampanyayên şiyariya di vî warî de li dar bixin. Ji bo parastina hawirdorê û ji bo zêdekirina cihên bi dar û ber me kampanyayên bi navê “Her dar malek e” li dar xistin. Di çarçoveya kampanyaya 4’ê Nîsanê de jî ji deh hezaran zêdetir dar hatin çandin.”

Çend meh in li ser hilberandina gubreya organîk dixebitin

Şîraz Hacî got ku saziya wan çend meh berê li ser hilberandina gubreya organîk dest bi projeyek kiriye. Li ser rêbaza xebata projeya kevza turbayê jî wiha got: “Ji sedî 65'ê wê ji dar û her cure bermahiyên giyayî pêk tê. Beşa wê ya din jî ji bermahiyên ax û ajalan çêdibe. Bi qasî ku hewce dike demek diyar tê fermentekirin, dûre tê tevlihevkirin. Ji vê axê re dibêjin axa torb. Ev ax ji bo dar û giyayan pir guncaw e û bi saya vê em ê bikaribin axa li gorî çandiniyê bi aram bi dest bixin. Ev proje li herêma Firatê di nava projeyên hilberandina gubreya xwezayî de yekem e.”

‘Em bi bermahiyên xwezayî hewl didin çandiniyê bikin’

Şîraz Hacî, li ser rêbaza xebata projeya kurmikan jî ev agahî dan: “Ev proje, ji bermahiyên ajalan ên ku piştî ji nexweşiyên mantarê û kêzikan tê paqijkirin demek tê fermantekirin pêk tê. Em dikin qutiyan û tevli axê dikin. Her metrekareya vê bermahiyê divê 5 hezar kurm tê de hebin. Pêdiviya wê bi axa ku ji sedî 15-25 germ e heye. Seruvena veguherîna vê kurmikê ji hêkan ber bi hêkan ve 3 meh didome. Ev kurmik, bi saya şilahiya mukoza ya ku bedena wan dorpêç dike, oksîjenê ji bedena xwe digrin. Em dixin nava axê. Kurmikên ku ji derveyê xwarinên kelandî, turuncî, pîvaz û sîr, di hemû xwarinan de dijîn, ji deh rojan carekê ji bo xwe têr bikin dagir dikin. Her wiha dev û cihê derketinê ya van kurmikan heye. Ji bo ku ev şilahî bikeve rewşeke guncaw sê caran dubare bikin û ji wan bermahiyan gubreya xwezayî çêdibe. Kevza turba û vermikompostun ji bo axê gelek bi sûd in lewre dibin alîkar ku ax derbas bibe, xwêya wê zêdetir bibe û berhemdariya wê baştir bibe.”  

Şîraz Hacî, wiha behsa bandorên bi zirar ên gubreya kîmyewî kir: "Gubreya kîmyewî pir biha ye û zirarê dide ax, hawirdor, mirov û ajalan. Gubreya kîmyewî ji ber ku li ser axê tebeqeyek ji xwêya spî çêdike, axê zindîbûna xwe winda kiriye. Dema ku em li ser van porjeyan dixebitin armanca me ew e ku em li çandiniyê li gorî sûdê bide herêmê, şêniyên wê. Em bi vê yekê hewl didin çandiniyê bi pêş bixin.”