Rîhan Temo: Pergal pirsgirêkên jîngehê kûrtir dike

Berdevka Komîteya Ekeolojiyê ya Kongra Star Rîhan Temo bandora şer û krîzan li ser ekolojiyê û xirabûna xwezayê nirxand û destnîşan kir ku pirsgirêkên jîngehê çavkaniya xwe ji pergala mêr-dewletê digre.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Şer û pevçûnên heyî her wiha krîza ku em niha tê de dijîn ne tenê bû sedema qirkirina mirovan lê belê xwezayê jî ber bi talankirineke mayinde ve bir. Rojane xwezaya Kurdistanê bi taybetî ber bi wêraniyê ve diçe, ev yek encama hişmendiya sîstemên hegomon e ku êdî bi çekên kîmyewî û rêbazên qirêj mudaxeleya xwezayê dikin. Têkildarî mijarê Berdevka Komîteya Ekeolojiyê ya Kongra Star Rîhan Temo bandora şer û krîzan li ser ekeolojiyê û kêmbûna xwezayê nirxand.

Pergal krîzan kûrtir dike

Rîhan Temo ya destnîşan kir ku di vê sedsalê de krîzên bingehîn ên di warê xwezayê de hene, da zanîn ku ev krîz bûne sedem ku jiyana mirovan ber bi xeteriyê ve biçe û destnîşan kir ku sedema van aloziyan feraseta ku bi hişmendira mêr-dewletê xwe ferz dike ye. Rihan Temo got ku pergalên hegemon li ser berjewendiyên xwe xwezayê talan dikin û wiha domand; “Dihêlin ku pirsgirêkên ekeolojîk, aborî û civakî hîn mezintir û kûrtir bibin. Ji bo wê aloziya ku heye di milê şerê tê meşandin de li ser pir qadên weke Rojhilata Navîn û Ewropayê şerên pir çek tê de hene li ser xweza û mirov didin meşandin ev jî dihêlê hîn zêdetir tehlûke û zehmetiyên jiyanê mezintir bibin. Ji bo wê aloziyên bi şer ve girêdayî dihêlin zêdetir krîzên ekeolojîk mezintir bibin û jiyana mirovan ber bi xeterî û tunekirinê ve biçe.”

‘Êrişa li ser jinê û xwezayê xwe dispêre heman ferasetê’

Rîhan Temo ya bal kişand ser destdirêjiyên ku li ser xweza û jîngehê tên kirin, destnîşan kir ku ji êrişa li ser jinê heyanî êrişa li ser xwezayê feraset heman e û ev yek jî zayendparêzî ye û êrişên dewleta Tirk a li ser xwezaya Kurdistanê îşaret kir. Rîham Temo bal lê kişand ku kiryarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destên dagirkeriya tirk çêdibin dengeya cîhanê bi tevahî xera dikin û wiha got; “Niha em bibêjin şerê avê yê pê civaka me tehdîd dikin ji qutkirina ava Firatê ku bi sedema wê felaketên xwezayî bi xwe re anî û jiyana mirovan dike xeterê bi taybetî niha weke em dibînin nexweşiyên ku derketine encama şerê li ser herêma me tê meşandin e. Her wiha li çiyayên Kurdistanê rojane dar tên qutkirin ev bi taybetî şerek e li ser xwezaya Kurdistanê em pênase dikin. Pê re bikaranîna çekên kîmyewî bê hesab ku jiyana mirov û xwezayê tune dikin ev hemû bê hesab derbas dibin. Dibe ku ev krîzên em behs dikin ji sedî 20 xwezayî bin lê ji sedî 80 bi destên mirovan e.”

Banga parastina jîngehê

Rîhan Temo ya banga xwedîderketina li ekeolojiyê kir, destnîşan kir ku parastina jîngehê girînge û wiha domand; “Em çiqas dikarin jîngehê biparêzin di çarçoveya parastina wê de fêmkirin pêwîst e. Ji bo wê rêbazê em dikarin pê jîngeha xwe biparêzin bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku em bikaribin mêjî û çandeke ekeolojîk bidin avakirin ji ber ger guhertinên mêjî neyên çêkirin em nikarin xwedî li jîngeha xwe derbikevin. Pêwîst e em xwe ji sîstemên ku elimandinên xerab bi me dane fêrkirin xelas bikin wê demê em dikarin hîn bêtir rast bijîn.”