Platforma Jin a Ekolojî ya Rojava kampanya darçandinê ragihand

Platforma Jin a Ekolojî bi daxuyaniyekê çapemeniyê kampanya darçandinê ji 15’ê Sibatê heta 4’ê Nîsanê ragihand.

Qamişlo - Platforma Jin a Ekolojî bi daxuyaniyekê çapemeniyê kampyana dar çandinê ji bo bersivên kiryar û dagirkeriyê bi dirûşma “Li dijî çekên kîmyewî yên welatê me dixin zelzelistan û çolistan em ê daristanan ava bikin” ragihandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê kampanya wan di 15’ê Sibatê heta 4’ê Nîsanê bidome. Daxuyanî li parka şehîdan a Qanat Siwês a bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dayîn. Komîteya Şîlêr a Zarokan, Komîteya Civakî ya Kongra Star, Koordînasyona Kongra Star a Qamişlo, Jineolojî, Meclîsa Jin a olî û Şaredariya Gel a Qamişlo tevlî daxuyaniyê bûn. Her wiha wêneyên erdhej û cangoriyên azadiyê yên di encama çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan hatibûn hildan.

Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Komîteya Ekolojî ya Kongra Star Rihan Temo ve hate xwendin wiha bû:

“Bi dirûşma “Li dijî çekên kîmyewî yên welatê me dixin zelzelstan û çolistan em ê daristanan ava bikin” di dîroka 15’ê Sibatê heta 4 Nîsanê, wê kampanya me ya ekolojî weke bersiveke li hember tevahî kiryarên dagirkerî û tundiyê yên li hember hebûna xweza, jin, zarok û gelan tê meşandin, destpêdike. Em hedef dikin ku ji bo parastin, xwedî derketin û ji nû ve nûjenkirina jîngeha xwe bi rengekî saxlem, xweşik û tendurist ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya ekolojîk bi têkoşana 8’ê Adarê ve bikin yek û bilind bikin. Bi mebesta pêşxistin û serxistina şoreşa ekolojîk, li dijî tevahî rengên bê mafiyê yên ku ji aliyê dagirkeran ve li hember herêmên me tên meşandin mîna guhertina demografîk, qutkirina daran, pêşxistina şerê avê û bi taybet bi kar anîna çekên kîmyewî em ê têbikoşin. Mafê her zindiyekê heye ku di nava pergala ekolojî de bijîn. Rêber Apo ji van mafan bê par tê hiştin û ev 24 salin her roj pêkanînên derveyî mirovahiyê re rû bi rû tê hiştin. Loma di nava kampanya xwe de xebatê belavkirina birdoziya ekolojî bi fikir û ramanê Rêber Apo esas bigirin û bi armanca azadiya fizîkî yê Rêber Apo misoger bikin.”

‘Zelzeleya Bakurê Kurdistanê derbeyek ekolojîk bû’

Weke tê zanîn, îro pêdivî bi berhemdariyekî tewazîna xwezayî ya ber bi çav bike heye, lê teknolojiya ku îro tê bi kar anîn, bi temamî ji bo berjewendiyên kar, tê bi kar anîn.  Dîtînên zanistî, ji bo aliyên kar nexin û hêza reqabetê kêm nekin, ji bo zerar bidin mirotiyê bi kar tînin. Îro zelzeleya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çêbûye mînakê vê yekê ye. Tevî ku berî demekê agahî dan ku dê zelzele çêbibe, lê ji ber şirketên Erdogan û Baxçeliya faşîst, bi exlaqê nijad lê dinêre, bi sed hezaran mirov ji nedîtî ve hatin û piranî berjewendiyên xwe derxistin pêş. Di encama van berjewendiyan de di destpêkê de mirov, paşê qirkirina hemû zindiyan pêk hat. Tiştên ku hatin jiyîn, qirkirina xweza û ya mirov bû, lewma ji bo jiyana ekolojîk darbeyek bû.

‘Dewleta tirk bi xwezaya Kurdistanê re di nava şer de ye’

Di dîroka mirovahiyê de rêgeza ahengê ya di nav hawirdor û xwezayê de ji aliyê hemû desthilatdaran ve şaş tên bi kar anîn û herdem hatiye xirakirin. Îro li çiyayên Kurdistanê, şerekî çil salan tê meşandin û bombeyên bê hesab tên teqandin û daristan tên hişk kirin. Komara Tirk, bi salane ne tenê li dijî gelê kurd, li dijî erdnîgarî û xwezaya Kurdistanê jî di nava şerekî mezin de ye. Herî dawî jî bi kar anîna çekên kîmyewî her tişt hate dîtin. Qetlîamên li Hîroşîma û Helebçeyê îro di şert û mercên sedsala 21’an de jî tên jiyîn, lê mixabin heta niha tu tedbîrên mirovahiyê nehatine girtin. Îro jî karîsetên ekolojîk bigire heta şer, bûye amûrekî herî zêde jiyanê tehdît dike. Ev rêbaz ji bo xurtkirina desthilatdariyê tê kirin. Li dijî van kiryaran Profesor Doktor Şebnem Korur Fîncanci, ev kiryar qebûl nekir û li dijî çekên kîmyewî, helwestekî ekolojî raber kir, cezayê girtîgehê dane.

‘Xebatên ekolojî di asta şoreşê de bidin meşandin’

Ger dagirkerî wiha dom bike, dê kaosên xwezayî hîn zêde derbikevin, dê her ku biçe cureyên zindiyan tune bibin û dê zelzele bibin sedema tunebûna çandên cuda. Divê neyê ji bîrkirin ku hilweşîna ekolojî ya hatî jiyîn, tenê bi erdnîgariyê re sinordar namîne, wê bibe rewşekî cîhanî. Erdnîgariya Kurdistanê ya tê hilweşandin, şewitandin, çolkirin, jehirkirin tê wateya jehirkirin û çolkirina cîhanê. Zanista ekolojî heskirina welat û cîhanê digire di nava xwe de û li dijî hemû cureyên çekên kîmyewî yên li dijî mirovahî û xwezayê disekin e. Li ser van esasan hemû şehîdên şoreşger ên ku ji ber azadiya gelan ber xwe dan û şehîd ketin, bi mebesta rakirina tola wan û bi dilsoziya wan, em kampanya xwe diyarî bîranînên giyan, xeyal û xwestekê wan dikin. Bi baweriya gihiştina misogerkirina armancên wan di nava kampanya de, ji her demê zêdetir çalakî û xebatên xwe em ê di asta şoreşê de bidin meşandin. em kiryar û siyasetên ku hebûna gelan dixin di bin xeteriyê de şermezar dikin û neqebûlkirina xwe didin diyarkirin. Em cardin kesên ku di erdheha Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî dixwazin.”

Rêzeçalakiyên Platforma Jin a Ekolojî wiha ye:

“*Ji bo gihiştina hişmendiya demokratîk û ekolojîk  di nava civakê de, dê rêze semîner û perwerde li komîn, gund, navçe û saziyan were destpêkirin li gorî pêwistiyan mijar werin diyar kirin. Her wiha di nava sê mehan de dê semînerên jîngeh û ekolojî li tevahî şaredariyên gel bên dayîn.

*Di çarçoveya pêkanîn û belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo her derê û hin dibistanan semînerên ekolojî bên dayîn.

*Ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ve dê pirtûkên Rêber Apo, dayîna semîner û erdkirina belgefiliman ji jinên ciwan re bên dayîn.

*Dê li navçeya Amûdê darên fêkî di baxçeyê de bên çandin.

*Jinên têkoşer ên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine hedefgirtin, dê li cihê wan dar bên çandin.

*Bi tensîqa desteya şaredariyan, komîteya perwerde û zanîngeha rojava 3 hezar dar bên çandin.

*Komîteya Aborî ya Kongra Star projeya darê fêkî 3 hezar 800 daran biçînin.

*Ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-dem) ve dê li deriyên sinor dar bên çandin.

*Gundê Jinwar dar bên çandin.

*Li navenda dermansaizya jin dê dar werin çandin.

*Bi kampanya “Her mirovek darek” dê li du navçeyan nêzî 600 dar bi tensiqa navbera Komîteya Ekolojî ya Kongra Star û Şaredariya gel ve li navçeyan bên çandin.

*Ji aliyê Platforma Jin a Ekolojî ve dê nameyek ji Dr. Şebnem Fîncanci re ji bo destekdayîna wê di derbarê bi karanîna çekên kîmyewî li Kurdistanê bê şandin.

*Forma jin bi pêşengtiya desteya şaredarî û jîngehê dê bê li dar xistin.

*Destpêkirina kampanya paqijkirina xwezayê bi zarokan re.

*Li du komînên Kantona Qamişlo û Hesekê dê kampanya ji hevdû veqetandina gemarê destpê bike.”

‘Kampanya me ji 15’ê Sibatê heta 4’ê Nîsanê dê dom bike’

Rêveberiya Şopandina  Mafê Zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Culye Xelo armanca kampanya wiha parve dike: “Meclîsek ji gelek saziyan hate avakirin da ku em dest bi kampanya ekolojîk bikin. Kampanya me li dijî kiryarên dewleta tirk li ser axa me pêk tê ye. Îro em dibînin siyaseta dewleta tirk li hember axa me pêk tê ku heta çekên kîmyewî bi kar tîne, ev yek jî kaos ava dike ku îro erhejek mezin rû da. Em dibînin îro hemû derdor bûye çolistan û dar zû bi zû dişewitin. Pêngava me ji 15’ê Sibatê heta 4’ê Nîsanê dê dom bike. Em kampanya xwe diyariyê şehîdên xwe yên başurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane dikin. Di kampanyayê de gelek rêzeçalakî hatiye diyar kirin ku dê her komîte rola xwe bileyîz e. Em jî wek komîteya zarokan semîner didin zarokan ku çawa baldar nêzî xweza bibin. Her wiha ji bo rewşa Rêber Apo ku di Îmraliyê de dijî, li dijî mirovahiyê ye, loma em ê li dijî tecrîdê çalakiyên xwe dewam bikin. Hêviya me ewe ku herkes îro li xweza biqatebin, ji ber dema tu xweza diparêzî, xwezajî te diparêz e û xweza nahêle ku tu bighêjî kaosên mezin.”