“Piştî kîmyabaranê bajarê Helepçe bi ser xwe de nehat”

Berpirsa Beşa jinge ya Rekxirawî Newê ya Helepçe Sara Selam da zanîn ku piştî kîmyabarana Helepçe êdî bajar bi ser xwe de nehatiye û berpisên heyî jî lê xwedî dernakevin.

MÊHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Silêmanî - Sala 1988’an bi dawîbûna şerê Îran-Iraqê re rejîma Iraqê hemû yekîneyên leşkerî yên li eniyan, tevî teknîk, tank û balefirên şer ber bi herêma Baûrê Kurdistanê ve şand û dest bi Enfalê kirin. Bi amadekariyan re çerxên mekanîzmaya qirkirinê heta Nîsana 1989'an geriyan. Di çarçoveya Enfalê de ji derveyî navendên bajarên Kurdistanê hemû herêm bejayî û gundewarên wê di bin navê “bê mirov hiştinê” de bê zindî hêlan. Hemû herêmên bejayî qedexe kirin û turên şînatiyan tine kirin. Yek ji deverên herî zêde ziyan dît û karesatên mezin lê hat jiyîn jî Helepçeya heta niha jî bi ser xwe de nehatiye bû.  
“Piştî kîmyabaranê Helepçe bi ser xwe de nehat”
Berpirsa Beşa jinge ya Rekxirawî Newê ya Helepçe Sara Selam diyar kir ku hîna Helepçe ji bandora enfal û kîmyabaranê nehatiye pak kirin û wiha domand: “Berî enfalê Helepçe herêmek çiyayî ya xwedî erdnîgariyek gelek bedew bû. Debara welatiyên herêmê li ser komkirina pel û pincar, çandinî û sewalvaniyê bû. Bi kîmyabaranê re ji wê ciwaniyê tiştek nema. Şînatiyên wê ji kokê ve çun, weke bedenên mirovan ew jî çun û carekdin venegeriyan. Jiyana wê ya berê di çîrok û serpêhatiyan de ma…”
Sara da zanîn ku ji wê demê ve ji bo ji nû ve avakirina Helepçe ji aliyê Hikumeta Herêmê ve ti xebatek nehatiye kirin û wiha domand: “Ji wê demê ve qet tiştek ji bo Helepçe nehatiye kirin û hikumetê jî rewşa welatiyên helepçe ne pirsiye. Me gelek pirsa êdî çiqas dikare li ser axa Helepçe çandinî û sewalkarî bêkirin pirsî, lê pira me heta niha jî bê bersiv maye. Me vê pirsê ji gelek kesayetên pisporên dikarin bersiv bidin kiriye û her carê bê bersiv maye. Hinek ji wan diyar dikin ku pirsek siyasiye nikarin bersivê bidin. Bi vî awayî kes nikare xwe bixe ber berpisiyariyê.”
“Rêjeya zarokên astengdar tên diniyayê zêde bûye”
Sara destnîşan kir ku ji ber bandora kîmyabaranê rêzeya zarokên astengdar tên diniyayê zêdebûye û wiha pêde çu: “Di aliyê tenduristiyê de jî em nizanin heta çî radeyê jiyan lê dibe, ji ber piştî  kîmyabaranê nexweşî zêdebûne û rêjeya zarokên astengdar ji dayik dibin jî zêdebûye. Ev hemû çiqas peyîwendiya xwe bi bandora kîmyabaranê re heye û divê li hemberî wê çî bê kirin nayê zanîn û xebatek jî li ser nayê kirin.” 
Sara anî ziman ku ger niha jî lêxwedîderketin hebe dikare bajar gelek xweş bibe û wiha dom kir: “Dema mirov li xwezaya wê dinêre cihek çiyayî û xweşe, dikare gelek bê xweşkirin. Dema giringiyê pê bidin û xebarê li ser bikin dê bandor bike weke mînak dikare parkên nû bên çêkirin, ji ber şînkahî henase û jiyane. Di aliyê pîlansaziya nava bajêr de jî giringî pê nadin û bajar şîn nakin. Ger şînkahî zêde bibe di aliyê derunî de jî bandorê li jiyanê dike. Herî dawî di koronayê de me dît şînkahî çiqas bandor li ser deruniye heye. Li kîjan deverê dikare xanî bên çêkirin li kîjan deverê park, hinek giringiyê pê bidin birastî jî dikare gelek xweştir bibe.”