Piştî erdhejê vê carê jî ji ber bendavê di bin gefa koçberiyê de ne

Bendava ku di nav sînorên Gundê Gomûkan a Semsûrê de çêkirina wê berdewam dike, gelê herêmê ku bi erdhejê re birînek giran girt, neçarê koçberiyeke nû dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr - Bendava Gomûkanê ya ku temelê wê di sala 2017’an de di nava sînorên Bajarokê Yaylakonak a Gundê Semsûrê Yaylakonak de hat avêtin û hêj jî çêkirina wê berdewam dike, jiyana gelê herêmê ku di erdheja 6’ê Şibatê navendê wê Mereşê de gelek mal xisar dîtin jî zehmetîr dike. Li qezaya Yaylakonakê Projeya HES'ê ya Uzunkoyê ku înşaeta wê berdewam dike jî heye.

Hate diyarkirin li herêma ku piştî hilweşandin û xisar dîtina gelek malan a di erdhejê de,  di astek diyar de koçberî hat jiyîn, piştî bidawî bûna bendavê dê 8 gund di bin avê de bimîne û tehrîbata xwezayê were jiyîn. Gelê ku piştî erdhejê bi projeyên bendav û HES'ê neçarî koçberiyê hatin, bi van gotinan bertekên xwe tîne li ser ziman: "Li aliyekî erdhej, li aliyekî din jî bendav em nizanin çi bikin.”

Ji niştecihên gund Melahat Can ku diyar kir ji ber bendava ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Karên Hîdrolîk a Dewletê ya Wezareta Çandinî û Daristanan (DSÎ) ve tê çêkirin, dê gund di bin nave de bihelê,  soz hatiye dayîn ku gund derbasî cihekî bilindtir bibe, destnîşan dike ku lêbelê di vî mijarê de jî tu gav nehatin avêtin.

‘Der barê gundê ku dê avakirin de bi salane tu gav nehat avêtin'

Melahat Can, diyar kirk u bi çêkirina bendavê re li gund koçberiyeke giran hatiye jiyîn û wiha axivî: “Niha xebatên bendavê didomin, li gorî ku ew ji me re gotine divê em di nava du salan de gund vala bikin. Li gorî gotinên wan dê li jorê herêmek bê diyarkirin û gundekî nû bê çêkirin, lê hêj xebatek tuneye. Ger em nexwazin bendav bê çêkirin jî dê êdî çê bikin. Ev çend sal in hertim behsa vê bendavê dikin. Ji ber bendavê bi sedan kes neçar man ji vir koç bikin. Mirovan ji ber ku dê gund di bin avê de bimîne gel rabûn û çûn bajaran. Berê ev der bi mirovan re tijî bû, lê niha kes nîne.”

'Ji ber ku dê gundê me dibin nave de bimîne, em nikarin malek nû çêbikin’

Melahat Can, diyar kir ji ber xetereya gund di bin avê de bimînin, li şûna malên ku ji ber erdhejê xisar dîtine û hilweşiyane nikarin maleke nû ava bikin û bi gotina “em di her wateyê de pir mexdûr in’, balkişand li ser zehmetiyên kişandin. Melahat Can dest nîşan kir li cihê tê îdiakirin ku gund dê were barkirin av tune ye û piştî bendavê jî pirsgirêka avê dê kûr bibe û wiha got: “Me jî ji vê erdhejê xisarek mezin dît. Malên me an hilweşiyan an jî xirabûn. Ji ber ku em nikarin têkevin malên xisar dîtin e, em di konan de dimînin, em hemû mexdûr in. li gel erdhejê derdê me yê erdhejê jî heye. Ji ber vê bendavê em nikarin li şûna xaniyên xwe yên hilweşiyane xaniyek nû ava bikin. Dê bi vê bendavê re gundek wêran bibe û di mijara gundek nû ya ji bo çareseriyê jî tu fikreke zelal nîne. Em nizanin dê çi bibe, em tenê li bendê ne."

'Pereyê ku didin têra avakirina malek nû nake'

Melahat Can dest nîşan kir pereyê ku ji bo şûna xaniyên ku ji ber bendavê di bin avê de bin hatiye dayîn jî têra bingeha malek jî nake û wiha got: "Dê jiyana me xerabtir bibe, ji ber vê yekê em dibêjin pergala xwe avabikin. Em dixwazin pergala xwe ava bikin û titûnê biçînin, lê ji bo çandina titûnê cih nemaye. Li vir xelata avê di astek pir cidî de ye, hema bejê her havîn pirsgirêka me ya avê heye. Dê piştî mehek qet av neherîke. Li ser av û bendavê erdhej jî zirareke mezin da me hemûyan. Ji ber ku gund di bin avê de bû pere dan mirovan, lê pir hindik dan. Me pereya hat dayîn qebûl nekir. Bi pereya ku dan re hûn nikarin bingeha malekê jî deynin. Em nizanin niha çi bikin. Yên ku pere girtin çû Semsûrê û ji xwe re xanî çêkir, lê di erdhejê de hemûyan jiyana xwe ji dest dan.”