Pispora jîngehê: Sererastkirina hilweşîna li Xezayê dibe ku 10-15 salan bidome
Pispora jîngehê Suha Ebu Şheban diyar kir ku ji êrîşên li ser Xezayê derdora bajar pir texrîb kirine, got ku yên herî zêde zirarê dîtine jin û zarok in û da zanîn ku 10-15 sal encax binesaziya herêmê were çêkirin.
REFÎF ISLÎM
Xeza - Ji ber êrîşên ku du salan li ser Zîvala Xezayê çêbûn, li bajar ne tenê binesazî û apartman, jîngeha ku bingeha jiyanê ye jî ji binî ve texrîb bû. Li Xezaya di bin dorpêçê de, hewa û ax, heta tu bibêjî qirêj bûn, bi taybetî jin û zarokan zêdetir zirarê dîtin û barê giran kişandin. Pispora jîngehê Suha Ebu Şheban, diyar kir ku êrîş tenê nebûn sedema qirkirina fizîkî, di heman demê de veguherîn texrîbkirina jîngehê ya ku hêdî û bêdeng çêbû, bal kişand ku yên herî zêde div ê pêvajoyê de zirarê dîtine jin in lê tevî vê yekê jî di warê parastinê de bûne mînak.
‘Texrîbkirina jîngehê tê wateya mirina hêdî’
Suha Ebu Şheban diyar kir ku êrîşên Îsraîlê du sal domiyan, gelek mirov hatin kuştin, avahiyên li bajar, binesazî û saziyên xizmetê hemû rûxiyane û wiha got: “Lê tu kes behsa texrîbata behsa zirarên li ser jîngehê nake. Av, hewa û axa qirêj bûye û jiyana şêniyên Xezayê, bi taybetî jin û zarokan ketiye xeterê. Texrîbkirina jîngehê ji bo mirovahiyê tê wateya mirina hêdî. Gelo mirov dikare çawa li herêmek ku heta tu bibêjî qirêj bûye bijî? Îsraîlê di dema destpêka êrîşan de gefa tunekirina binesaziyê xwar lê şêniyên Xezayê vê yekê cidî negirtin lewre tu kesê asta vê felakete û encamên ku niha li ser bajar bandorê çêkirine texmîn nedikir.”
‘Hewl didin derfetên jiyanê nehêlin’
Suha Ebu Şhaban diyar kri ku li gorî hiqûqa jîngehê ya navneteweyî, sê krîterên texrîbkirina hawirdorê hene û wiha domand: “A yekem, wêrankirina berfireh a sektorên cihêreng ên jîngehê. A duyem divê ku demek pir dirêj be. A sêyem, demek dirêj a başbûnê ku dikare bi dehsalan bidome. Ev jî ne mumkun e û jiyana di nava wê qirêjiyê de pir zor û zehmet e.”
Li gorî Suha Ebû Şaeban, lêkolîn piştrast dikin ku gel an komên ku rastî qirkirinê hatine, haya wan ji hişmendiya jîngehê û parastina wê tune ye.
‘Xeza di rewşeke wêran de ye’
Suha Ebu Şhaben, gotinên xwe wiha berdewam kir: “Mirovahî piştî ku heyî bûye heta niha, ji bo domandina jiyanê, li star, ava paqij, hewaya paqij û cihekî ku axa wê baş be geriya ye. Îro Zîvala Xezayê di nava xirbeyan de ye. Dema ku pispor bigihîjin bin erde û bibînin ku ava bin erdê, ji sedî 90 nayê vexwarin dê were dîtin ku jiyana li bajar ne pêkan e. Li gorî zanyarên li cîhanê û pisporan, ji bo avakirina binesaziya Zîvala Xezayê û avakirina jîngehê 10–15 sal pêwist dike. Beriya êrîşan her çendî rewşa hawirdorê îdeal nebe jî cihên depokirina avêtiyan hebûn. Her wiha xizmetên sanîtasyonê yên xetera şewbê asteng dikirin û saziyên sefandinê jî hebûn.”
‘Ên zêdetir zirarê dibînin jin in’
Suha Ebu Şheban diyar kir ku sazî ji bo çareseriya pirsgirêkên gel di nava hewldanan de ne û wiha domand: “Lê ji ber kêmasiya çavkaniyên enerjiye yên saziyên biçûk ên xwê yên sefandinê dixebitîin û girtina tesîsên sefandina ava qirêj a sereke, hema bibêje tu pêşketin çênebû. Vê rewşê dibe sedem ku kanalizasyona ku nehatiye sefandin birije nava deryayê û cureyên biyo kêm bibin. Ji bo jinûveavakirina binesaziyek divê mirov li qadên ku bi hev re dijîn di zanîna texrîbatê de bin û heta tu bibêjî paqijî û pergalê biparêzin.”
Suha Ebu Şheban bal kişand ku van rewşan hemû bi taybetî li ser jiyana jinan bandorên xirab çêdikin û gotinên xwe wiha domand: “Jinên ku malên wan hilweşiyane, li navendên koçberiyê yên ku tuwaletên wan ên taybet tune ne dijîn. Mercên aborî jî jixwe wisa xirab in ku nikarin pêdiviyên hîjyenîk ên şexsî bi cih bînin. Van hemûyan bandorê li ser tendirustiya wan dikin û bi taybetî di dema regle de ji ber van mercan nexweş dikevin. Tevî van hemûyan jin li dijî pirsgirêkan malbatên xwe li dijî hemû rewşên bi xeter diparêzin û xwedî rist û xeta parastinê ne. Ji ber vê yekê her diçe bedena wan qels dibe û her dem nexweş dikevin.”
‘Jin fikrên xwe yên afrîner vedibêjin’
Suha Ebu Şhaben, bal kişand ku jin ji bo peşketina jîngehê xwedî roleke sereke ne û wiha bi dawî kir: “Jin bi zanîna xwe ya di mijarên jîngehê de û bi pêkanînên xwe yên rast û baş di warê çandinî û jîngehê de dixebitin û ji bo domandina jiyana kesên malbata xwe, fikrên afrîner û çareseriyan pêşkêş dikin. Ji ber vê yekê jîngehê weke perçeyek ji xwe digrin dest, bi hêjahiya wê dizanin û di ferqê de ne ku tendirustiya civakî pê ve girêdayî ye û heta ji wan tê diparêzin.”