Peykera Kibela ya 2 hezar 350 salî hat dîtin

Li bajarê Antîk Antandros ku li qûntara Çiyayê Kaz a navçeya Edremîtê cih digre,peykereke Kibela ya nêzî 2 hezar 350 salî hat dîtin.

Navenda Nûçeyan – Li Bajarê Kevnar a Antandros a li taxa Altinoluk a li qûntara Çiyayên Kazê yên navçeya Edremîta Balikesîrê ku 32 kîlometre dûrî navçeyê ye, di encama xebatên kolandinê de peykera Kibela ya nêzî 2 hezar û 350 salî hat dîtin. Peykera mermerî ya li her du aliyan û li ser milê wê fîgurên şêr heye û xwedî bilindiya 30 santîmetre ye û bi awayê ku serê wê şikiya ye hat dîtin. Peykera Kîbele ya aîdê beriya zayînê sedsala 4’emîn de û di vekolandinên serdema 21’emîn a li bajarê kevnar tê meşandin de hat dîtin, kelecanek da avakirin. 

Li kêleka peykerê fîgurên şêr heye

Arkeologên ku zêdetirî 15 rojan li Bajarê Antîk Antandros xebatên kolanê pêk tînin, diyar kirin ku li ser dîwarên vîllaya Romayê peykerek wekî kevirê dîwar hatiye bikaranîn dîtine û gotin, “Mixabin ne di rewşekî bi tevahî hatiye parastin de ye. Ew peykerêke mermerî ya xwedî bilindahiya 30 santîmetre ye. Mixabin serê wê jî nehatiye parastin. Lê bi qasî hatiye parastin, em fam dikin ku ew peykerêke Kibele ye. Li her du aliyên peykerê Kibele ku li ser textê runîştiyê fîgurên şêr hene û li ser milê wê jî beşa zer a şêrekî din hatiye parastin.”